Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nesrîn Ebdullah: Gelê Kurd li Kobanê biryara berxwedanê daye
Rojava

Nesrîn Ebdullah: Gelê Kurd li Kobanê biryara berxwedanê daye

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyarkir ku gelê Kurd li Kobanê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bide û hişyarî da ku agahiyên li ser amadekariya destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk girtine û ev yek dikare bibe sedema komkujiya bi deh hezaran sivîlan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah, ji bo nirxandina rewşa dawî ya Kobanê, bi beşdariya çapemeniya navneteweyî û rojnamegeran bi rêya Zoomê civîneke çapemeniyê pêk anî. Nesrîn Abdullah a ku ji Kobanê beşdar bû, êrîşên zêde yên li ser Kobanê û Rojava, giraniya rewşa mirovî û rîskên destwerdanên nû nirxand.

Nesrîn Abdullah bal kişand ku gelê Rojava û Kobanê di pêvajoyeke giran re derbas dibe û wiha got: “Ez li Kobanê me. Her kes dizane ku em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Gelê Rojava û gelê Kurd di serdemeke pir zehmet de ye. Li seranserê Sûriyeyê pêvajoyeke giran heye. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî xewnên demokrasî, dadwerî û azadiyê yên hemû gelên Sûriyeyê ne. Niha em bi rewşeke girantir re rû bi rû ne. Li Rojava, Cizîr û Kobanê pêvajoyeke pir giran tê jiyîn. Efrîn û Serêkaniyê jixwe di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne û rewşa li wir hîn xirabtir e. Di vê pêvajoyê de em wek gelê Kurd di bin êrîşên siyasî, leşkerî û wijdanî de ne.

DIBE KU LI KOBANÊ FELAKETEKE MIROVÎ PÊK WERE

Nesrîn Abdullah anî ziman ku êrîş li ser Kobanê zêde bûne û wiha domand: “Kobanê erdnigariyeke piçûk e. Ji aliyê coxrafî ve ji Cizîrê qut e. Ji ber vê yekê êrîşî vir dikin û hesabên xwe li ser vê yekê ava dikin. Ev bajarê ku nikare piştgiriyê bigire, ji aliyê dijmin ve wekî firsend tê dîtin û dibe armanca êrişan. Niha enî li Sirrînê ye û şer pir giran e. Navbera Sirrîn û Kobanê xeteke 30 kîlometreyî ye. Di vê xetê de gelek gund hene. Gel ji tirsê komkujiyê gundên xwe terk kirin û xwe spartin navenda Kobanê. Ev qerebalixî dê bibe sedema pirsgirêkên giran ên mirovî.”

Abdullah diyar kir ku şer bi dijwarî berdewam dike û komên çete pabendî qaîdeyên agirbestê nabin û ev agahî parve kirin: “Tabloya li eniyê wiha ye: Weke ku fethê bikin, bi çekên giran, bi her cure çekên Tirk û piştgiriya teknîkî, bi mirinê êriş dikin. Bi hezaran çeteyên bi çek hatine anîn. Ev komên ku di destpêka DAÎŞ’ê de bi wê re tevdigeriyan, niha bi al û amblemên DAÎŞ’ê dîsa derketine holê û êrîşî me dikin. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘em Sûrî ne’, êrîşî gelê Sûriye û Kurdan dikin. Di welatê xwe de kî, çi feth dikin? Bi her cure taktîkên şerê qirêj û çekên giran êrîş dikin. Armanca wan qirkirin û komkujî ye. Ne tenê êrişên leşkerî hene; av birîn, elektrîk birîn. Li Kobanê hemû rê girtin. Stokên xwarinê diqedin. Tê payîn ku berf bibare. Mirovên ku ji gundan tên dê li ku û çawa bi cih bibin? Di bin van êrîşan de raya giştî ya cîhanê divê rastiyan bizane.”

GELÊ KURD Û GELÊN DIN BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLIN

Nesrîn Abdullah diyar kir ku li ser Sûriye û bi taybetî li ser gelê Kurd komployeke navneteweyî tê meşandin: “Sûriyeyê diqedînin, rastiya Sûriyeyê dikujin. Heke gelê Kurd li vir têk biçe, heke HSD têk biçe, Sûriye êdî nabe Sûriye. Serkeftina têkoşîna gelê Kurd dê bibe qezenca Sûriyeyê. Îro Sûriyeyî jî mixabin her çend dereng be jî, bi vê yekê hesiyan. Heke komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bikin, ev çete dê deriyekî felaketek mezin ji bo Sûriyeyê vekin. Dewleteke DAÎŞ’ê tê avakirin. Hemû êrişên ku îro diqewimin, êrîşên DAÎŞ’ê ne. Ev êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rêbazên DAÎŞ’ê hîn sîstematîktir bûne, tenê navên wan kirine ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’. Nexwe mafên mirovan, rûmeta mirovahiyê û wijdan li ku ne? Ya xuya dike ev e: Dixwazin DAÎŞ’eke modern biafirînin.”

JI BO PÊŞÎGIRTINA LI KOMKUJIYÊN SIVÎLAN ME BERDÊL DA

“Dema em wek mirov li dîmenên êrîşan dinêrin, em nikarin jê bawer bikin. Serê şervanên me yên jin jê dikin. Ev çi mirovahî ye? Jêkirina biskên şervaneke jin û pêşkêşkirina vê wekî serkeftin, dikare bibe çi cure serkeftin? Em dikarin vê hovîtiyê çawa pênase bikin? Ji bo ku komkujî çênebin, em ji gelek cihan vekişiyan. Ji bo sivîl neyên qetilkirin, em li gelek cihan paşve çûn. Hevalên me ji bo sivîl neyên qetilkirin, dîl ketin. Em ne wek wan in. Wekî hêzeke fedaî em dikarin li ber xwe bidin, lê dê komkujiyên mezin pêk bihata. Ji ber ku hêza me êrîşî sivîlan nake, wan diparêze.”

GELÊ ME BIRYARA BERXWEDANÊ DAYE

“Lê belê îro Kobanê tevî gelê me xeta me ya sor e. Em vir diparêzin û em ê qet tawîzê nedin. Hin dewlet pesnê vê hovîtiyê didin. Divê mirov bipirse ka ew çi diparêzin: Komkujiyê an hovîtiyê? Piştî ku erdnigarî bi mirovahî û wijdan neyê birêvebirin, çi wateya wê heye? Îro li vir êrîşên bêsinc tên meşandin. Şervanên me yên jin dîl hatine girtin, bi vîdyoyan têne firotin. Ma ji vê bêexlaqiyek mezintir heye? Em li dijî vê hişmendiyê mirovahiyê diparêzin. Em vê bi zelalî dibêjin: Namûs ne di por an di biska me de ye; di hiş, wijdan û berxwedana me de ye. Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye.”

AMADEKARIYA DEWLETA DAÎŞ’Ê TÊ KIRIN

“Artêşa Sûriyeyê li her herêma ku dikevê de, alên DAÎŞ’ê hildide û vê bi vîdyoyan belav dike. Di rastiyê de avabûneke DAÎŞ’a modern tê amadekirin. Ev ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû herêmê û cîhanê xeternak e. Ev serjêkirin û komkujî dê li her derê cîhanê pêk werin. Divê her kes bizanibe em bi çi re têdikoşin. Dewlet piştgiriyê didin vê. Banga min di serî de ji bo jinan û ji bo raya giştî ya cîhanê ye.”

Nesrîn Abdullah paşê bersiva pirsên rojnamegerên ku beşdarî civîna Zoomê bûn da. Li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê êrişên li ser Kobanê de wiha got: “Çekên giran û teknîka ku dewleta Tirk dide çeteyan heye. Di nav hêzên ku Kobanê dorpêç kirine de têkiliyên DAÎŞ’ê hene. Komên wekî Siltan Mirad, Hemze û Emşat û hin avaniyên eşîran hene. Çekên van koman ên dewleta Tirk in. Dixwazin Kobanê ji aliyê leşkerî û mirovî ve hilweşînin. Di êrîşên SÎHA yên dewleta Tirk de hevalên me şehîd dibin. Berî du rojan şeş hevalên me di êrîşên SÎHA’yan de şehîd bûn. Kobanê ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê mirovî û jiyanî ve jî tê xwestin ku were hilweşandin. Bi girtina bendavê re av û elektrîk hatin birîn. Bajar di bin ambargoyeke tam de ye. Nexweşxane dê bê elektrîk bimînin. Ji ber nebûna avê rîska nexweşiyên vegirtî zêde dibe, stokên sotemenî û xwarinê gihîştine xala qedandinê. Berf dibare; sivîl ji derfetên stargeh û germbûnê bêpar in.”

BI ÊRÎŞA DEWLETA TIRK DÊ LI KOBANÊ BI DEH HEZARAN MIROV WERE QETILKIRIN

Nesrîn Abdullah tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Kobanê jî nirxand û diyar kir ku agahiyên li ser amadekariya Tirkiyeyê ya ji bo destwerdana rasterast girtine û wiha got: “Li ser xeta Pirsûsê wesayîtên zirxî û leşker hatine bicihkirin. Dîmenên van jî hene. Ev geşedan nîşan didin ku dixwazin çembera Kobanê berfireh bikin û Tirkiye amadekariya şerekî bi rêya hewayî û bejayî dike. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin: Di rewşeke wiha de dê bi deh hezaran mirov were qetilkirin. Encamên destwerdaneke wiha dê bibe felaketeke mirovî.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya DEM Partiyê: Gelê Rojava ne bi tenê ye, em ê di nava piştevaniyê de bin
Nûçeya Pişt re Koma 7’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

Senarîst û sînemager Mûrat Çîçek ku li Japonyayêli qereqolê bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji PYD’ê nerazîbûna Meclîsa Gel a Sûriyeyê: Temsîl divê wekhev be

PYD'ê têkildarî pêvajoya avakirina Meclîsa Gel a Sûriyeyê daxuyaniyek da, rêbaza diyarkirina endamên wê rexne…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsyayê du jîngehên din ên Ûkraynayê bi dest xist

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li bakur û bakurrojhilatê Ûkraynayê 2 jîngehên din bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?