Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Kurdistan

Newroz Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Dîlokê axivî û got, "Ji bo welatekî demokratîk û paşerojê em ê xwedî li siyaseta demokratîk derkevin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Newroza Dîlokê bi dirûşmên ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ hate pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, Parlamentera Dîlokê ya Partiya Kedêw (EMEP) Sevda Karaca, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, parlamenterê berê Mahmût Togrûl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankarta bi nivîsa “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê’ li dikê hate daliqandin. Di pîrozbahiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên Bajêr ên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin.

Ji DEM Partiyê Sezaî Temellî got, “10 roj in tax bi tax, navçe bi navçe me Newroz li her qadê pîroz kir. Ev Newroz Newrozeke cuda ye. Bi dadana agir me Birêz Ocalan hembêz kir. Em ji vê derê careke din Birêz Ocalan silav dikin.”

Temellî bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku 27’ê Sibatê hate eşkerekirin û got, “Bi salan Birêz Ocalan tecrîd kirin, lê belê ew deng bêdeng nebû, bi xurtî rêya çareseriyê vekir. Îro bangeke gelekî mezin li hemû gelên cîhanê hate kirin. Têkoşîna wî hem ji bo paşeroja Rojhilata Navîn hem jî paşeroja Tirkiyeyê girîng e. Yên ku bersiva pêwîst nedan banga Birêz Ocalan, hîn jî rageşiyê dikin. Dixwazin ev çerx bi vî rengî bigere. Lê belê ev mekanîka darbeyê wê têk biçe. Hêza me fikrê me ye. Rêwîtiya me ya li ser rêya 3’yemîn ti carî naqede, wê ev rêwîtî dewam bike.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got, “Em azadiya hevalên xwe bi taybetî jî ya Birêz Ocalan dixwazin. Li Kurdistanê bi polîtîkaya şerê taybet, tecrîd û qeyûman dixwazin li pêşiya têkoşîna me bibin asteng. Me bi salan li dijî qeyûm têkoşîn meşandin. Lê belê çi bû? Desthilatdariyê bi destê dadgeriya siyasîbûyî pêla girtinê meşand. Bi her awayî dest danî ser îradeya gel. Li hemberî van hemûyan Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê radihêje mîkrofonê û ji nirxên gelê Kurd re dibêje ‘paçik’. Zimandirêjiyê li têkoşîna azadiyê dike. Em ê nehêlin zimanê xwe dirêjî nirxên gelê Kurd bike.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû beşên civakê ye. Bang di heman demê de li Enqereyê ye. Dewlet dibêje em ê paşve gavê neavêjin. Divê êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe çareseriya pirsgirêka bingehîn a vê dewletê. Ji bo welatekî demokratîk û paşerojê em ê xwedî li siyaseta demokratîk derkevin, em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin.”

Di dema axaftinê de tim û tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrîn.

Piştî axaftinan Koma Agirê Zerdeşt û hunermend Cevdet Bagca hunera xwe nîşan dan.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Antalya: Bijî berxwedana Îmralî
Nûçeya Pişt re Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daxuyaniya KJK’ê ya li ser 15’ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB: Werin em têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin!

ADGB’ê got: ‘’Li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?