Endama Jineolojiyê ku ji Katalonyayê tevlî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû ku li bajarê Haelen ê Hollandayê bi dirûşmeya “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komunal ve” hate lidarxistin, pêvajoya naskirina xwe ya Jineolojiyê, tecrubeyên xwe yên di têkoşîna azadiya jinan û guhertina ku di xebtên wan de kiriye, ji ANF’ê re nirxand.
Newroz diyar kir ku ew li Katalonyayê di nava tevgera femînîst de têkoşînê meşandiye û anî ser ziman ku eleqeya wê ya ji bo tecrubeyên Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê û şoreşa li Kurdistanê pêş ketiye, Jineolojiyê pê daye nasîn.
‘MIN DI ENSTITUYA ANDREA WOLF DE JINEOLOJIYÊ NAS KIR’
Newroz diyar kir ku ew cara ewil di Enstituya Andrea Wolf de Jineolojiyê nas kiriye û perwerdeya ku li vir dîtiye, guhertinên girîng di hizrên wê de kiriye.
Newroz bi berdewamî wiha got, “Min Jineolojiyê cara ewil li Enstituya Andrea Wolf nas kir. Ez pir bi şans bûm ku min li Andrea Wolfê tevlî perwerdehiyê bûm. Beriya ku têkilî bi tevgera jinan re deynim, di nava tevgera femînîst a li Katalonyayê de cih digirtim. Wekî femînîstek eleqeyek min ê zêde ji bo şoreş û tecrubeyên ku tevgerên jinan li Kurdistanê pêş xistibû, hebû.”
‘JINEOLOJÎ DI HER QADA JIYANA MIN DE XUYA BÛ’
Newroz diyar kir ku Jineolojî hêza berdewamkirin û kûrkirina têkoşînê daye wê û got ku ev nêzîkatî ne tenê bandor li ser xebatên siyasî, di heman demê de bandor li tevahî qadên jiyanê kiriye.
Newroz anî ser ziman ku têkoşînên civakî yên li Ewropayê piranî li hemberî pirsgirêkên ku li dijî wê derdikevin, şêwe digre û got ku bi saya Jineolojî û Tevgera Azadiya Jinan ew zêdetir girîng pê daye aliyên erênî û afirîner ên têkoşînê.
Newroz got bilêv kir ku kampên perwerdehiyê yên ku ew di çarçoveya Jineolojiyê de tevlî bûye û di rêxistinbûna wê de cih girtiye, ji bo wê tecrubeyên girîng in û got ku jiyankirina jinan a bi hev re û parvekirina wan a jiyana rojane, têkiliyan xurt dike.
‘DIVÊ RÊYA KU EM DIMEŞIN, BIBE PARÇEYEK JI JIYANA KU EM DIXWAZIN AVA BIKIN’
Newroz destnîşan kir ku rêbazên ku di têkoşînê de tên bikaranîn, bi qasî armancan girîng e û diyar kir ku Jineolojî di vê mijarê de perspektîfekî girîng pêşkeşî tevgerên civakî dike.
Newroz wiha dawî li axaftinên xwe anî, “Divê em bihizirin ku em van tevan çawa bikin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de pir girîng e ku em çawa bixebitin û jijan rêbazan bikarbînin.
Jineolojî bingehekî datîne ku em rêya ku dimeşin çawa ava bikin, ji ber ku dema ku em rêya ku dimeşîn diafirînin, di heman demê de armanca ku em dixwazin xwe bigihînin jî ava dikin.”

