Hat ragihandin ku êrîş li ser deşta Mêlî ya ser bi gundê Gewêle ya li devera Serşîv a Merîwanê pêk hatiye.
Hat gotin ku êrîş bi taybetî danê siharê saet di 06:30’an de bi du dronên xwekuj dest pê kiriye û piştre rûberekî berfireh ê herêmê, 40 kêliyan bi hewanan hatiye topbaran kirin.
Heta niha tu agahiyên zelal derbarê ziyanan de nehatiye bi dest xistin, lê ji ber vê bombabaranê ziyanên pir mezin gihîştine jîngeh û xwezaya herêmê.

