Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên nexweş dewam dikin. Bi taybetî Desteyên Îdare û Çavdêriyê, hîn jî berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî taloq dike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî rewşa girtiyên nexweş û polîtîkayên desthilatdariyê, ji ANF’ê re nirxandin kir.
Newroz Uysal Aslan rewşa girtiyên nexweş weke rewşeke ku têkoşîneke lezgîn dixwaze nirxand û wiha dewam kir: “Girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê di şert û mercên heyî de nexweşiyê jî hildiberînin. Mafê ji bo xwegihandina hewaya paqij û tîrêjên rokê, bi sînor e. Her wiha tîmarbûna netêrker, nebûna liv û tevgerê û tecrîd tenduristiya mirov xirab dike. Sewqên ji bo nexweşxaneyê tên derengxistin, muayeneya bi kelemçeyê tê ferzkirin û bi sewqên sirgûnê tedawî tên astengkirin.
Cihê diyarker û nirxandinên ewlekariyê yên Saziya Tiba Edlî, ji pêdiviyên tibî girîngtir tên dîtin. Dema girtiyên siyasî yên Kurd dibin mijara gotinê, ev helwest ji nêzîkatiya dewletê ya li hemberî meseleya Kurd cuda nîne.”
‘GIRTÎ DI HER QONAXÊ DE NEÇAR DIMÎNIN KU CAR DIN DAXWAZNAME BIDIN’
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev tişt got, “Em ji nameyên girtiyan, serlêdanên malbatan û serdanên girtîgehê van agahiyan rasterast werdigirin. Meseleya ku herî zêde ji me re tê gotin, mafê tedawiyê ye. Girtî ji bo derkeve revîrê, divê daxwazname bide û piştre li bendê dimîne ku sewqî nexweşxaneyê were kirin. Heta ku lezgîniya rewşê tê fêmkirin, encex wê demê biryara sewqê tê dayîn. Li nexweşxaneyan tevî biryara sewqê jî lêgerîna hundirê dev tê ferzkirin, li nexweşxaneyê jî muayeneya bi kelemçeyê tê kirin. Girtî di her qonaxê de neçar dimînin ku car din daxwazname bidin û tedawiya xwe bişopînin.
Ji xeynî mafê xwegihandina tedawiyê, têkildarî şert û mercên ku girtiyên nexweş û astengdar lê tên ragirtin jî em rû bi rûyê gelek pirsgirêkan dimînin.”
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku li Tirkiyeyê girtiyên siyasî yên Kurd û girtiyên muxalîf rû bi rûyê polîtîkayên cihêkar dimînin û got, li Boluyê girtiyên ku zêdeyî 30 sal in girtî ne, hene.
‘AZADIYÊ DIKIN MIJARA BAZARÊ’
Newroz Uysal Aslan bilêv kir ku dewlet girtiyan weke mijara bazarê dibîne û got, “Divê rewşa tenduristî û parastina jiyana girtiyên nexweş esas were girtin û bi vî rengî biryar bê dayîn. Gavên hiqûqî yên divê bên avêtin, girêdayî geşedanên siyasî tê taloqkirin û ev yek azadiya girtiyan dike mijara bazarê. Ji bo vê bi salane em behsa siyaseta şantaj û rehîneyan dikin. Divê dosyayên girtiyên nexweş bên nirxandin, tehliyeya wan pêk were û tedawiya wan were garantîkirin.
Ev nîqaş me di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de jî kir. Di notên hevdîtina Îmraliyê ya wê demê de, Birêz Ocalan ji şandeya dewletê xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û Wezareta Edaletê têkildarî vê yekê bêyî dereng bikeve nava liv û tevgerê.”
Newroz Uysal Aslan ragihand ku berdana girtiyan ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî girîng e û got, “Meseleya Kurd meseleyeke demokrasi, hiqûq û siyasetê ye. Eger îro em têkildarî çareseriya demokratîk diaxivin, dewlet divê rêbazên xwe yên li dijî çareseriyê bi dawî bike. Em ê li Meclîsê û li dervey Meclîsê xebatên xwe bidomînin. Desthilatdarî divê dest ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û jiyana mirovên ku girtine, biparêze. Divê gav bên avêtin.”

