Kombûna “1001 îmze ji bo aştî û komara demokratîk” di 26’ê Mijdarê de li Hill Otel a Stenbolê bi civîneke çapemeniyê karê xwe ji lîsteya îmzeyan wêdetir derbasî qonaxekê kir û nexşerêya xwe eşkere kir. Yek ji beşdarên lîsteya îmzeyên ji bo aştiyê Mehmet Çelîk têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Prof. Dr. Mehmet Çelîk ku hîndekarê Zanîngeha Bahçeşehîrê ye, bi karên xwe yên li qadên; zanistên civakî, felsefe û sosyolojiyê tê naskirin. Mehmet Çelîk ku birayê wezîrê berê Huseyîn Çelîk e, ji bo tevkariyê li civakîbûna aştiyê bike beşdarî kampanya “1001 îmze ji bo aştiyê” bû. Çelîk got, “Divê em hev nas bikin, bi hev re biaxivin û ğiştre li hev bikin” û destnîşan kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin ji vî alî ve hêviyeke mezin e.
Çelîk ku li nava malbateke Kurd a ji Wanê ji dayik bû, ji bo pirsa “Gelo hûn ji ber nasnameya xwe ya Kurdîtiyê li cihêkariyê rast hatin an na?” bersiveke bi vî rengî da: “Eger hûn bibêjin, ‘Gelo qet demek hebû ku cihêkarî nehat kirin?’ wê bibe pirsa herî rast?” Çelîk destnîşan kir ku di meseleya Kurd de çareserî ji lihevkirina civakî, lihevkirina civakî jî ji welatîbûna wekhev derbas dibe û got, “Ez weke kesekî ku nêzî temenê xwe yê 60 salî bûme, ji zarokatiya xwe ve meseleya Kurd dişopînim. Em di nava vê meseleyê de ne. Lê belê divê ev mesele êdî bi rengekî bê çareserkirin. Dema hat çareserkirin jî divê aliyek ji hev neyê xistin. Divê herdu alî bigihêjin hev. Ji ber ku aştî bi têkbirina aliyekî divê nebe. Eger aştî bi têkbirina aliyekî pêk were ew aştî nîne, ew tê wateya tepisandinê. Divê Kurd bibin xwedî mafên xwe yên welatîbûna wekkhev. Çi mafekî Tirkekî hebe divê Kurd jî xwedî wî mafî be ku lihevkirineke civakî pêk were. Ji bo lihevkirina civakî pêwîst nîne ku ez ji we hez bikim, divê ez hurmetê nîşanî we bidim. Ji ber ku hezkirin azadî ye, hurmet jî mecbûrî ye. Hûn ne mecbûr in ku ji min hez bikin, lê divê hûn hurmetê nîşanî fikir, çand, bawerî yan jî bêbaweriya min bidin.”
Çelîk bal kişand ser gavên Tevgera Kurd ên bi nêta baş ji bo pêvajoyê û polîtîkaya desthilatdariyê ya belavkirina li demê ya pêvajoyê û anî ziman ku hin derdor dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, hinek jî xwe ji rewşa heyî ya şer xwedî dikin. Çelîk got, Bêguman di nava hikumetê de hinek hene ku dixwazin ev mesele çareser bibe, welat bi pêş ve biçe, zarokên me nemirin, pereyê perwerdeyê yê zarokên me, mûeyên kedkarên me, baca wan ji çekan re neçe; welat bi pêş ve bibe. Lê belê li aliyê din hin mirov hene ku dixwazin ev yek dewam bike. Çima dixwazin? Ji ber ku xwe ji tiştekî xwedî dikin û naxwazin ew tine bibe. Ji bo astengkirina mirovên ku xwe ji vê meseleyê xwedî dikin, divê herdu alî samîmî bin. Rêyeke din a çareseriyê nîne. Li nava herdu aliyan jî baz û kevok hene. Li cografya me Kurdan du sembolên aştiyê derketine. Kevok û şaxê zeytûnê. Ji ber vê yekê aştî wê li vê derê ava bibe. Lewma divê em di nava ruhê Anatoliyê û hiqûqa cîrantiyê de li hev bikin.”
‘DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ DIVÊ AZAD BE’
Çelîk destnîşan kir ku eger wê destûreke bingehîn a nû bê çêkirin, divê bêyî şertê “lê belê” bi rengekî garantîkirina azadiyan bê amadekirin û anî ziman ku di destûra bingehîn de divê xalên ku nîqaş li ser neyê kirin divê nebin. Çelîk ragihand ku bi taybetî divê nasname û bawerî li gorî pênaseya mirov a xwe bi xwe bê qebûlkirin û got, “Elewî xwe çawa pênase dike bi wî rengî ye. Ermenî xwe çawa pênase dike bi wî rengî ye. Zimanekî bi navê Kurdî heye, yan na, kes nikare wê diyar bike. Kurd eger dibêje ‘Zimanê min heye’, hingî heye. Destûra bingehîn a nû divê azad be. Ya esasî pîvanên xwe ne.”

