Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan
Rojane

Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku samîmiyeta pêvajoyê tenê bi gavên hiqûqî yên weke rakirina qeyûman, berdana girtiyên nexweş û azadiya Rêber Apo dikare bê îsbatkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser zêdebûna binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozê û got ku di dema çalakiyên Rojava de jî heman bûyer qewimî ne. Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku zimanê aştî ne di soz û gotinan de, di pêkanîna qanûnên heyî û peymanên navneteweyî de derbas dibe.

Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku bêyî ku li benda guhertina Qanûna Dij-Terorê an jî qanûna înfazê jî hin gav dikarin werin avêtin û got ku ev “ezmûneke demokrasiyê” ye. Her wiha got ku çaresernekirina pirsgirêkên wekî girtiyên nexweş, qeyûm û statuya qanûnî ya Rêber Apo bêbaweriyê di civakê de zêde kiriye.

Newroz Uysal Aslan, ji desthilatdariyê xwest ku ji bo bidawîkirina bêbaweriyê îradeyek siyasî ya zelal nîşan bide.

Newroz Uysal Aslan, da xuyakirin ku divê rapora komîsyona meclîsê bibe nexşerêyek û bal kişand ser nakokiya di navbera axaftin û pratîka li qadê ya desthilatdariyê.

DIVÊ HIQÛQ NEBE AMÛRÊ SIYASETÊ

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku rapora komîsyona meclîsê gaveke girîng e, lê di pêvajoya aştiyê de pêşketineke berbiçav çênebûye. Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku di daxuyaniyên piştî raporê de hat gotin ku divê pêvajo bi rengekî lez were meşandin û da zanîn ku daxwazên wekî vegera li hiqûqê, edaletek serbixwe û rakirina qeyûman nehatiye bicih anîn.

Newroz Uysal Aslan got, “Ji baska desthilatdariyê ve Wezîrê Edaletê û Serokkomar Erdogan, diyar kirin ku ew ê bi pêvajoya qanûndanînê re bêyî dereng bibe gavan biavêjin. Devlet Bahçelî jî di axaftina xwe ya dawî de xwedî li pêvajoyê derket û behsa zemîneke mayînde kir. Lê di bin navê provokasyon de peyama dibe ku pêvajo dirêj bibe da. Divê qanûn nebe amûra siyasetê û dawî li vê were anîn.”

‘LI DIJÎ HERÊMÊN KU AZADIYA BIRÊZ OCALAN DAXWAZ DIKIN OPERASYONÊN SIYASÎ TÊN KIRIN’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku binçavkirinên piştî Newrozê ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên ewlehiyê moralê siyaseta Kurd hedef digire.

Her wiha wefata girtiyê nexweş Mehmet Edip Taşar bi bîr xist û destnîşan kir ku di çalakiyên Rojava û piştî Newrozê de gelek kes hatine binçavkirin û girtin. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku operasyon bi nakok in û got ku di bin navê “ewlehiyê” de pratîkên nayên qebûlkirin têne kirin. Her wiha bal kişand ser nakokiyên di daxuyaniyên siyasî de û diyar kir ku ne diyar e ka ev peyamek e an jî nîşandana helwestên cuda ye.

Newroz Uysal Aslan anî ziman ku dewlet ji bo pêvajoyê bixe bin kontrola xwe zerar dide rewabûna siyaseta demokratîk a Kurd û got ku sedemên ku ji bo girtina ciwanan hatine nîşandan hilgirtina pankartan, berzkirina dirûşmeyan û rakirina ala Kurdistana Rengîn e. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku ev hem nêzîkatiya li hember Rêber Apo û hem jî helwesta li hember hesta yekîtîyê di navbera gel de nîşan dide.

Newroz Uysal Aslan jidiliya pêvajoyê pirs kir û bal kişand ser bandora daxuyaniyên hevdij ên desthilatdariyê ya li ser qadê û got: ‘’Dewlet hemû caran hewl dide ku vê pêvajoyê di nava sînorên xwe de bigire. Ji bo astengkirina pêşketina siyaseta demokratîk a Kurd û bihêzbûna wê pêngavên ku zerarê dide rewabûnê diavêje. Ev operasyonên ku li dijî îradeya ku ji bo azadiya Birêz Ocalan derdikevin qadan tên birêvebirin, divê weke perçeyekî ruhê yekîtiya herêmî ya gelê Kurd û nêzîkatiya giştî ya têkildarî motîvasyona dewletê were nirxandin.’’

‘EZMÛNA RASTÎN, PÊNGAVÊN HIQÛQÎ YÊN DERVEYÎ GUHERTINA YASAYÎ YE’

Newroz Uysal Aslan rewşa heyî ya pêvajoyê weke ‘’kêmasî’’ pênase kir, diyar kir ku ji bo zemîneke mayînde divê pêngavên hiqûqî û siyasî yên neyên taloqkirin, werin avêtin û ev yek anîn ziman: ‘’Hebûna pêvajoyê û pêşxistina gotinên erênî bêguman girîng in; lê belê hê jî kêmasî hene. Serkeftina vê pêvajoyê û bidestxistina zemîneke mayînde li gel dabînkirina hiqûqê pêkan e. Ev zêdetirî sal nîvan e têkildarî egerên siyasî yên meseleyê, bandorên wê yên herêmî û gerdûnî gelek tişt hatine bilêvkirin. Me hê di serî de anî ziman ku ev pêvajo bêyî pêngavên demokratîkbûyînê, birêxistinbûnû azadiya derbirînê nabe. Me gelek caran daxwazên xwe yên weke bidawîkirina esteserkirina şaredariyan, rewşa girtiyên nexweş û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) anîn ziman. Bi ser de piraniya van pêngavan ne girêdayî sererastkirina yasayî ya nû ne; jixwe ev ji aliyê qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ve hatine misogerkirin.’’

Newroz Uysal Aslan anî ziman ku divê desthilatdarî îradeya xwe ya siyasî bi pêngavên şênber nîşan bide û nediyariya heyî di nava civakê de rê li ber bêbaweriyê vedike û got: ‘’Sererastkirinên hiqûqî ji bo birêvebirina vê pêvajoyê gelekî hewce ne. Lê belê ezmûna rastîn ew e ku îradeya siyasî bêyî ku xwe li benda guhertina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê yan jî guhertina yasayên înfazê bigire û avêtina pêngavên li gorî hiqûqa heyî ye. Mixabin ku sînordarbûna van meselyan a li gel gotinên giştî bû sedema bêbaweriyeke civakî. A niha li Meclîsê plannameyeke têkildarî pêngavên ku divê werin avêtin, tune ye û nediyarî hê jî serwer e. Divê desthilatdarî vê pêvajoyê ji nediyariyê dûr bixe û li gel plannameyeke eşkere û pêngavên şênber îradeya xwe nîşan bide.’’

Newroz Uysal Aslan ji bo berdewamiya pêvajoyê banga standina berpirsiyariya siyasî kir û ev yek anîn ziman: ‘’Bidestxistina hiqûqî ya îradeya siyasî divê ji taloqkirin û gîrokirinê re neyê qurbanîkirin. Bendewariya civakê ji gotinên giştî wêdetir ew e ku desthilatdarî nexşerê û plannameyeke şênber eşkere bike. Demokratîkbûyîna rastîn bes li gel vê berpirsiyariyê pêkan e.’’

‘ZIMANÊ AŞITIYÊ NE BI SOZAN, XWE LI GEL DABÎNKIRINA HIQÛQÊ NÎŞAN DIDE’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan piştre bal kişand ser têkiliya helwesta siyasî ya heyî ya di navbera hevsengiyên herêmî û navneteweyî de, diyar kir ku pêngavên ku nayên avêtin di nava civakê û derdorên siyasî de dibin cihê zêdebûna pirsan û got: ‘’Ez di wê fikrê de me ku neavêtina pêngavên li benda sererastkirina yasayî hem encama aqilê operasyonel yê roja îroyîn e hem jî têkildarî hewla Tirkiyeyê ya zelalkirina rola xwe ya di nava hevsengiyên hêzê yên herêmî û gerdûnî ye. Mesele bes ne têkildarî planname û nakokiyekê ye; bi awayekî rasterast têkildarî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê ye. Roja îroyîn gelek daxwazên ku em tînin ziman ji aliyê nûnerên CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê ve jî tên îfadekirin. Ev êdî ne ew mesele ne ku nayên zanîn yan jî nehatine bihîstin. Lê belê têkildarî van mijaran neavêtina pêngavên şênber, hem li ba me hem di nava civakê de hem jî di nava derdorên din ên siyasî de dibe cihê pirsan.’’

Newroz Uysal Aslan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya demokratîk a li gel temînateke hiqûqî ya mayîn de gelekî girîng e, anî ziman ku divê statuya hiqûqî ya Rêber Apo were zelalkirin û got: ‘’Zimanê aşitî, muzakere û diyalogê ne bi sozan bi bicihanîna hiqûqê xwe nîşan dide.  Di rêya çareseriya demokratîk de divê pêngavên werin avêtin, ne manewrayên demkî û konjonkturel bin, divê temînateke hiqûqî ya eşkere hebe. Ev rastiyek e ku ne bes ji bo me derbasdar e û em vê yekê ji mînakên cîhanê jî dizanin. Yek ji sereketirîn serenavên vê zemîna hiqûqî azadiya Birêz Ocalan, şert û mercên jiyana wîû zelalkirina statuya hiqûqî ye. Ger alî di mijara muzakere û diyalogê de bi biryar bin divê ev serenav weke perçeyekî girîng ê pêvajoyê were dîtin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin
Nûçeya Pişt re Awûstralyayê têketina kesên xwediyê pasaporta Îranê da sekinandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê di mehekê de 6 Kurd îdam kirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî zext û binpêkirinên dewleta Îranê yên li hemberî welatiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên PDK’ê bi fermana dewleta Tirk 3 ciwan revandin

3 ciwanên ku dîmenê bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Guherzê weşandin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryarên ji bo Demîrtaş bicih bîne

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, banga bicih anîna biryarên DMME’yê yên der barê siyasetmedarê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?