Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroz Ûysal: Bi gotina xwişk-biratiyê dijberiya li statuya Kurdan nabe!
Rojane

Newroz Ûysal: Bi gotina xwişk-biratiyê dijberiya li statuya Kurdan nabe!

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal nerazîbûn nîşanî êrişên çeteyên cîhadîst ên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê û helwesta Tirkiyeyê da û got, "Bi gotina xwişk-biratiyê re dijberiya li statuya Kurdan a li Rojava nabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê û yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal êrişên çeteyên cîhadîst ên li ser gelê Kurd û pozîsyona Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Newroz Ûysal anî ziman ku êrişa çeteyên HTŞ û SMO ya li Helebê li dijî taxên Kurdan hate kirin, helwesta hikumeta veguhêz a li hemberî îradeya Kurdan radixe pêş çavan.

‘ÊRIŞA LI DIJÎ HERDU TAXAN LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ DIBE SEDEMA ŞER’

Newroz Ûysal destnîşan kir ku ev êriş li dijî gelên Sûriyeyê hemûyan e û got, “Li herdu taxan koçberên ji Efrînê, Kurd, Ereb, Êzidî hene. Destwerdanek li Êzidiyên li wê derê dikare bibe sedem ku li tevahiya Sûriyeyê bibe sedema şer û êrişan. Di heman demê de yên ku qala rêveberiya destûra bingehîn a nû, demokratîk, diyalog û aramiya li Sûriyeyê dikin, nîşan didin bê ji van îdîayan çiqasî ditirsin. Yanî gaveke ku bi temamî cihê fikaran û hêrsê ye. Ji bilî siyaseta giştî dikare şer zêde bike. Lewma em ji nêz ve dişopînin, bi fikar dişopînin.”

Parlamentera Şirnexê her wiha ragihand ku di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoyek li ser meseleya Kurd heye, destpêkirina van êrişan manîdar e.

‘EGER WÊ BI KURDAN RE AŞTIYEK PÊK WERE, EV YEK DIVÊ YEKPARE BE’

Newroz Ûysal destnîşan kir ku eger wê bi Kurdan re aştiyek pêk were, divê ne tenê bi Kurdên li Tirkiyeyê bi hemû Kurdan re bê kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Me timî got, helwesta dewleta Tirkiyeyê ya li ser vê mijarê divê nedurû, ne bi aqlê siyasî yê cuda û ajandayên cuda be. Divê bi aqlekî cidî be. Me timî eşkere kir ku xwişk û biratiya bi Kurdan, aştiya bi Kurdan bi sekn û axaftineke dijberiya li statuya Kurdan a li Rojava, ya li Sûriyeyê nabe, bi helwesta piştgiriya ji bo hêzên leşkerî yên li dijî Kurdan nabe. Dema ku mirov bala xwe bidin ser tabloya 3-4 mehên dawî wê bê dîtin bê mesele çiqasî bi rewşa li Sûriyeyê ve girêdayî ye. Hem dirêjkirina şêweyê kar ê komîsyonê hem jî nîqaşên li ser bicihanîn an jî bicihneanîna Mutabaqata 10’ê Adarê nîşan dide ku ev yek bi bûyerên li Sûriyeyê ve yekser girêdayî ye. Li gel ku me timî destnîşan kir ku rewşa li SÛiryeyê ne li dijî Tirkiyeyê ye lê belê bi kêrî Tirkiyeyê tê, Tirkiye bi peyam û daxuyaniyên xwe bi rengekî sergirtî li gorî ajandaya xwe ya siyaseta bê Kurd, Rojhilata Navîn a bê Kurd dimeşe.”

Parlamenter Newroz Ûysal diyar kir ku gelek kesên niha di nava hikumeta veguhêz de hene li Tirkiyeyê xwendine, ji Tirkiyeyê mûçeyan werdigire, ew kom in ku Tirkiye piştgiriya wan dike û got, “Qala çar koman tê kirin ku êrişî du taxên li Helebê kirin. Ev her çar kom di nava hikumeta veguhêz de wek tabûrên fermandariya giştî bêne nîşandan jî bi kincên xwe, bi şêweyên êrişan, bi nêzîkatiyên îdeolojîk û derdora ku êrişî wan dike nîşan didin ku bi mantiqê DAÎŞ’ê tevdigerin. Ev kom ji xwe bi rengekî eşkere amblemên DAÎŞ’ê bi kincê xwe ve dikin. Ev kom ew kom in ku beriya niha êrişî Durziyan û Elewiyan kiribûn. Eger îro koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê li hemberî vê rewşê bêdeng dimîne, mesele ne tenê guhertina nav a vê komê ye. Îro koalîsyona navneteweyî hemû dibêje DAÎŞ nav diguherîne, DAÎŞ maskeyê diguherîne. Vaye maske ev e. DAÎŞ bi xwe van êrişan dike. Ev maske li vir eşkere bû. Bandora Tirkiyeyê ya li van êrişan ne cihê nîqaşê ye.”

Newroz Ûysal bi bîr xist ku wezîrên karên derve yên gelek welatan li dijî êrişên li ser Kurdên li Helebê daxuyanî dan û got, “Lê belê ev yek bi rengê; astengkirina Kurdan lê belê nenaskirina statuya wan nabe. Kurd heta ku bê statu bin, bê nasname bin wê timî li komkujiyan rast bên. Rewşa ku li Rojava diqewime niha ev e. Helwesta li dijî nenaskirinê û bêstatuhiştinê tê cezakirin û dixwazin bi vî rengî peyamekê bidin. Kurd vê peyamê fêhm dikin, lê belê yên ku biryarê li ser têkoşînê bidin wê ew bi xwe bin ku 12-13 sal in li wê derê têdikoşin. Em jî daxuyaniya hêzên li wê derê dixwînin, dibînin. Bang tê kirin ku dewlet û saziyên xwe weke navbeynkar pênase dikin û koalîsyona navneteweyî, pêşî li êrişan bigirin. Kurd li Tirkiyeyê, li Ewropayê, li Rojava, li her derê li ser piyan e. Nepêkane ku tenê li van êrişan temaşe bikin û bêdeng bimînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Stanislav Mihailoviç: Li Helebê dibe ku pêşî li komkujiya sivîlan bê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pêşmergeyên Dêrîn: Divê em xwedî li destketiyên Raperînê derkevin

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê, bi wesîleya 33’yemîn salvegera raperîna Silêmaniyê merasîmek lidar xist û…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (273)

 Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (4) Kesêke le zîndan daye, kesêke ekrê le zîndan dabê hemîşe,…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

9 gundên Kantona Firatê û dora Tişrînê hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê gundê Toraman ê Kobanê, Bendava Tişrînê, 6 gundên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?