În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobeta Edaletê: Heta ku daxwazên me pêk bên wê ev çalakî bidomin
Rojane

Nobeta Edaletê: Heta ku daxwazên me pêk bên wê ev çalakî bidomin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpêkirin de hat gotin ku heta daxwazên wan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li WAN’ê Nobeta Edaletê ya Komelaya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) daye destpêkirin, di roja 102’yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Artemêtan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Namzeta Hevşaredariya Artemêtan a DEM Partiyê Rabîa Başak Koç serdana Nobeta Edaletê ya di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê meşandin, kirin

Nobet bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di nobetê de Hevseroka DEM Partiyê ya Artemêtanê Reyhan Kaplan wiha axivî: “Divê barê vê têkoşînê ne tenê ser milê dayikan be, divê ser milê me tevan be. Divê em hemû piştevaniya dayikan bikin. Em li cem birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne.” 
 
Piştre Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Uyar anî ziman ku divê her kes pişgirî bide çalakiya nobetê û got: “Li Wan, Stenbol û Colemêrgê gel bi coşeke mezin tev li Newrozê bû. Ev ne tenê pîrozbahiyek e, di heman demê de bersivdayînekî pergalê ye jî.”
 
Di dawiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku Newroz ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyameke zelal e û ev tişt gotin: “Dê ev bihar ji me hemûyan re mizgîniyan bîne. Em ji bo edaletê destên xwe dirêj dikin. Xizmên girtiyan jî bi hêviya edaletê çalakiyên xwe didomînin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir. 
 
Li ÎZMÎR’ê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê didome kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin. 
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Em dixwazin ev îşkence, ev zilm, ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Heta ku daxwazên wan neyên qebûl kirin em ê piştgiriya wan bikin û nobeta xwe bidomînin.”
 
Li AMED’ê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 105’emîn. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Nazîme Bayhan aev tişt anî ziman: “Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîda ku 26 sal in didome, li gelê kurd tê sepandin. Ez dixwazim tecrîd demildest bi dawî bibe.”
 
Li MÊRDÎN’ê Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin û piştgirî dan. Di çalakiya nobetê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê têkildarî rojevê nîqaş kirin û peyama ku dê çalakiyê bidomînin dan. 
 
Li ÊLIH’ê Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 47’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP’ê û DEM Partiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin. 

Li STENBOL’ê Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 98’an de berdewam kir. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û anîn ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin wê çalakiya xwe bidomînin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî dagirkirina Efrînê meşiyan
Nûçeya Pişt re Xelkê Qilebanê tevî barana zêde jî li qada Newrozê bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberên Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê bi merasîmekî dest bi erka xwe kirin

Rêveberên nû yên Qamişlo, Çilaxa û Dêrikê bi girseyî ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Gever û Êlihê li polîsên Tirk xist

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê û li taxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû

Hate ragihandin ku hevdîtina navbera heyetên Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Şamê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?