Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Ger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje
Rojane

Nobetên Edaletê: Ger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje

Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û hat gotin, "Eger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje. Werin em dengê girtiyan bigihînin derve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin, didomin.
WAN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn buldan û namzetên hevşaredariyê yên bajar hatin serdana çalakiyê. 
Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û got ku çalakiya dayikan gelek girîng û watedar e. Buldan, wiha domand: “Ez vê têkoşîna binirx a dayikan silav dikim. Serdana nobetê ji bo me gelek biwate û biqîmet e. Heke demokrasî, aştî û azadî bê vî welatî, dê ev bi saya têkoşîna dayikên me be.”  
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî got ku dayik bi sala ye ji bo edaletê bang dikin û ev tişt anî ziman: “Lê hinek derdor naxwazin vî dengî bibihîsin. Di vê navberê de hevalên di girtîgehan de silav dikim. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û ji bo bidawîkirina zextan gav bên avêtin. Hêvîdarim ev Nobeta Edaletê bibe wesîleya xwişk-biratî, aştî û azadiyê.” 
AMED
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye li xwe kirin. 
Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî di tevahiya rojê de hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nîşandan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. 
Di dema çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. 
ÊLIH 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di nava rojê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
Di dema çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Sabahat Acar got ku divê berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan bandorê li derve jî bike. Acar, anî ziman ku her kesê ji xwe re dibêje mirov dibê li dijî zilmê li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Heke em berxwedana heyî mezin bikin, dê îktîdara AKP’ê neçar bimîne ku ji van polîtîkayên xwe paşvegavê biavêje.” 
Ji çalakvanan Mevlude Onar jî got ku ji bo aştiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. 
ÎZMÎR 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 20’an de berdewam kir. Çalakî li Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyê tê domandin û rêveberên DEM Partiyê yên Manîsayê, xizmên girtiyan û welatî hatin serdana nobetê. Hanîfe Gumuş ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tu kes nemire û bila ev şer bisekine. Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin.”  
MÊRSÎN
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 67’an de berdewam kir. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. 
EDENE 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê îro çalakî dewr girtin. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. 
STENBOL 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 58’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. 
Rêveberên DEM Partiyê yên Arnavutkoy, Ataşehîr, û Umraniyeyê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û gelek welatî hatin serdana nobetê. Ji ziyaretvanan Nesîme Karakaş got ku ji bo sekinîna şer divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ev tişt anî ziman: “Em ji bo zarok û Rêbertiya xwe li vir in. Ev 35 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev yek di nava me û gelê kurd de rê li ber fikaran vedike.” 
Ji ziyaretvanan Menekşe Gokçe jî di nobetê de wiha got: “Ez Dayikên Aştiyê birêzdarî silav dikim. Grevên birçîbûnê yên li zindanan berdewam in. Dayikên me jî ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniyê çalakiyeke wiha dan destpêkirin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.” Têkildarî mijarê ziyatetvan Yavuz Kahraman jî got ku divê ji bo agirbesteke mayînde tavilê aştî pêk bê.

MÊRDÎN
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînêhatiye destpêkirin, dewam dike. Gelek kes çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de ne û bi dayikan re govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Amedî bi girseyî beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Jêhat Bagok bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî gundiyên Muglayê êrîş pêk hat: 7 kes hatin binçavkirin

Leşkerên Tirk, êrîşî gundiyên ku li dijî avakirina HES'ê ya tê xwestin li Fethiyê bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bêrecûkê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hate vekirin

DEM Partiyê li navçeya Bêrecûkê buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê veguherî mîtîngê.

Ji aliyê Stêrk TV

Di çarçoveya seferberiyê de 2 tabûrên leşkerî hatin avakirin

Di çarçoveya seferberiya giştî de, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo û şêniyên bajarê Girkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?