Hate ragihandin ku di şerê Sûdanê de piştgiriya derve roleke girîng dilîze ku ji Nîsana 2023’an û vir ve di navbera artêşê û Hêza Piştevaniya Lezgîn (HPL) de diqewime.
Di rapora mîsyona NY’ê de ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Sûdanê hate avakirin, hate ragihandin ku torên li welatên cuda ji bo piştgiriya HPL bikin şervanên biyanî tevlî kar kirine, perwerde kirine û şandine herêmên şer. Hate ragihandin ku ev tor di heman demê de karê veguhestina piştgiriya lojîstîkî, teknolojiya leşkerî, çek û cebilxaneyê hêsan dikin.
LEŞKERÊN BERÊ YÊN KOLOMBIYAYÎ
Li gorî heman çavkaniyê li herêmên Darfur û Kordofanê li nava refên HPL’ê leşkerên bi peyman ên berê yên artêşa Kolombiyayê şer dikin. Hate gotin, hejmara van leşkeran jî dikare bigihêje heta 2 hezar kesî.
Di raporê de hate gotin li El Faşirê û derdora wê çalakiyên welê hatine tespîtkirin ku di asta qirkirinê de mafên mirovan ên giran û hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê dikin.
Li gorî saziyên alîkariya mirovî, di şer de ku ji Nîsana 2023’an û vir ve diqewime, zêdeyî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 12 milyon Sûdanî jî ji cih û warê xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî krîza li Sûdanê weke yek ji krîzên herî giran ên mirovî pênase dike.

