Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bîranîna şehîdan a bi heybet: ‘Mase bi saya wan hate danîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe
Rojane

Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

Dûran Kalkan diyar kir ku tevî gelek kêmasiyan jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e û got, "Ji aliyê me ve pêwistiyên pêvajoyê tên bicihanîn. Wê bên bicihanîn. Divê ti guman tine be. Em dixwazin bêhtir beşdarbûn çêbibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber de li ser rojevê nirxandinên girîng kir.

Kalkan qala qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê kir û diyar kir ku alî di pêşxistina pêvajoyê de zelal û bi biryar in. Kalkan anî ziman ku ev yek hem di daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê û hem jî di daxuyaniya Rêber Apo de bi awayekî zelal hat ziman. Kalkan bal kişand ser hewldanên provokatîf ên kesên ku li dijî pêvajoyê ne. Kalkan diyar kir ku bi taybetî derdorên rantxur û nijadperest di demêm dawî de ji gelek aliyan ve dest bi êrîşan kirine û anî ziman ku ev derdor timî hewl didin ku pêvajoyê sabote bikin. Kalkan bimbîr xist ku kesên ku xwe çepgir, sosyalîst û demokrat dibînin di piştgiriya pêvajoyê de kêm man.

Kalkan anî ziman ku bîranînên şehîdên azadiyê yên ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane girîng in û got, “Bi temamî bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve girêdayî ye. Ev bîranîn xwedîderketinê îfade dike û di çarçoveya civakîbûna pêvajoyê tên pêşxistin. Em wisa fêm dikin. Civak bi vî awayî nêzîk dibe, em bi vî awayî lê dinêre. Ev wate û pênaseya wê ev e. Yanî gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Kesên ku beşdarî van bîranînan dibin xwedî li pêvajoyê derdikevin. Dixwazin ku pêvajo pêş bikeve û bi ser bikeve. Bi van bîranînan re ji aliyekî ve xwedî li şehîdan derdikevin, li aliyê din ve jî xwedî li pêvajoyê derdikevin. Divê ev yek bi vî awayî were zanîn, were fêmkirin û kesên ku bi rê ve dibin di vê mijarê de divê pir hesastir û baldartir bin.”

Kalkan destnîşan kir ku divê beşdariyeke xurt ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a ku wê di 5’ê Îlonê de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin, çêbibe û anî ziman ku gelê Kurd ê ku di bin qirkirina çandî de ye û li dijî înkar û tunekirinê têdikoşe, lidarxistina çalakiyên çandî yên bi vî rengî girîng e. Kalkan diyar kir ku festîvalên bi vî rengî yek ji rêbazên herî bibandor ên têkoşîna li dijî qirkirina çandî ne.

Kalkan li ser kampanyaya Şiyar Be ya ciwanan jî rawestiya û anî ziman ku divê têkoşîna li dijî êrîşên şerê taybet ên li ser civakê bêtir rêxistinkirî benû  pêş bikeve. Kalkan got, “Divê bi ti awayî çekê nexin vir. Ti komên ciwanan ên ku xwe şoreşger, welatparêz û Apoyî dibîne, qet çekan nexe nav têkoşîneke wisa.” Kalkan bal kişand ser pêwîstiya têkoşîneke rêxistinkirî û zanebûn a li dijî êrîşên şerê taybet.

Nirxandinên endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan wiha ye:

Di rojeva me de bîranîna şehîdan, festîvala çanda Kurd, şerê taybet hene. Lê em pêvajoyê nîqaş bikin. Komîsyona şopandin û tespîtê civîna xwe ya yekem li dar xist. Ev wekî pêşketinek girîng tê dîtin. Lê em dibînin ku provokasyon jî hene. Di pêvajoya dawî nirxandinên Rêber Apo jî li ser vê mijarê çêbûn.

Di serî de ez bi rêzdarî Rêber Apo silav dikim. Belê, Rêber Apo îro derbarê pêvajoyê de daxuyaniyek da. Serokkomarê Tirkiyeyê jî derbarê pêvajoyê de nirxandin kir. Li ser pêvajoyê gotinên hîn zelaltir û teqez anî ziman. Em dibînin ku alî di pêşxistina pêvajoyê de zelal û biryar in. Ev yek hem di daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê û hem jî di daxuyaniya Rêber Apo de bi zelalî hate ziman. Ev yek teqez e. Bê guman, aliyek girîng a daxuyaniyan ew bû ku wan hişyariyek li dijî hewldanên provokatîf ên kesên ku li dijî pêvajoyê ne anî ziman. Nîşan da ku tu provokasyon nikare pêşveçûna pêvajoyê asteng bike û pêvajoya aştî û civaka demokratîk dê bi serkeftî were meşandin û pêşve biçe. Ev pir girîng e. Ev jî nîşan dide ku ji gelek aliyan ve êrîş hene. Bi taybetî, kesên ku li dijî pêvajoyê ne ji derdorên ranxur, derdorên nijadperest hene. Lê di vê heyama dawî de hin derdorên nijadperest û ranxur pir êrîşkartir bûne. Ew hewl didin ku bi lîstikên cûrbecûr pêvajoyê sabote bikin. Bê guman, ev ji destpêkê ve hebû. Lê xuya ye ku di demên dawî de zêde bûye. Ev çi nîşan dide? Ev tê wê wateyê ku di pêvajoyê de pêşketin heye. Pêşketin heye. Hên zêdetir biryardarî heye. Ger ev ne wisa bûya, ger pêvajo nemeşiya wê ev yek çênebûye. Ji gelek aliyan ve ewqas êrîş wê çênebûna. Hebûna van bi zelalî pêşveçûna pêvajoyê nîşan dide.

Bi kurtasî, pêvajo dimeşe û di demên dawî de leztir bûye. Em dizanin ku bi qanûna çarçoveyî ya ku di şeva 10’ê Tebaxê meclisê de derbas bû, pêvajo bi rastî ketiye qonaxa duyemîn. Yanî qonaxa pêşveçûna hiqûqî û siyasî. Cara yekem gaveke qanûnî hat avêtin. Bê guman, gelek derdorên demokratîk bi rexeyan pêşwazî kirin. Aliyê Kurd jî kêmasî, xeletî, tengbûn û zimanê wê rexne kir. Lê wate û girîngiya wê ya dîrokî jî tekez kirin. Ev helwesta Rêber Apo ji destpêkê ve wiha bû. Yanî qanûn niha herî kêm şer rawestandiye, rêya siyastê li aliyan vekiriye û derfeta kirina siyasetê vekir. Ev yek pir girîng dît. Bê guman, pirsgirêkên demokratîkbûnê yên mîna pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke giran a sedsalî ku li ser tundiyê kom bûbû, ji vê rewşê rizgar kir. Di van pirsgirêkan de vekirina rêya siyasetê, çareseriya bi rêbazên siyasî ne tiştekî hêsan e. Rêber Apo vê yekê wekî sêdarê hat8na ser maseyê bi nav kir. Yanî rewş hem ji hêla pirsgirêka Kurd û hem jî ji hêla pirsgirêka demokratîkbûnê ve ev qas girîng û cidî bû. Bê guman, kêmasî dikarin werin rexnekirin, ew mijarek cuda ye lê girîngiya wê ya dîrokî di vê astê de bû. Di vê çarçoveyê de gavên nû têne avêtin. Yanî lijneya berpirsiyar a pêkanîna pêvajoya ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin, di 24’ê Tebaxê de civîna yekem li dar xist. Ev jî gavek girîng e. Tê dîtin ku bi taybetî ji aliyê dewlet û desthilatê ve biryardarî û lezbûnek heye. Çar komisyonên lijneyên bin hatin avakirin û navên wan ji raya giştî re hatin ragihandin. Hîn jî nayê zanîn ku çarçoveya wê çi ye, ji kê pêk tê û wê çawa bixebite. Ev tişt nezelal in, bi têra xwe ji raya giştî re nehatine ravekirin. Em hêvî dikin ku ew ê di pêşerojê de werin parvekirin. Wê gelek dereng nebe. Lê avakirina çar komisyonê  bin girîng e. Xuyaye ku wê ev komisyon li gelek eniyan xebatan bimeşînin. Xuyaye ku pêvajo berfirehtir û kûrtir tê destgirtin. Ev gelekî girîng e. Di vî warî de alî dixebitin em jî tişta dikeve ser milê me dimeşînin. Me gavên hatine avêtin, pejirandina qanûnê û civîn, nirxandin û biryarên Komisyona Şopandin û Tespîtê girîng dîtin. Wekî aliyê Kurd, hin pîvanên me yên bingehîn hene. Tevgera me û gelê me di her derfetê de tînin ziman.

Biryara 12’emîn Kongreya PKK’ê heye. Rêvebirin û pratîkkirina pêvajoyê wê ji hêla Rêber Apo ve meşandin. Rêber Apo jî diyar kir ku qanûn bi xwe wê şert û mercên xebatê zêdetir û baştir bike. Got ku ger wisa be ew ê rolek bilîze û wateyeke wê hebe. Em hêvî dikin ku bi van civînan re wê ev komisyon gavên di vî alî de bavêjin. Yanî wê di misogerkirina şert û mercên ku Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite de gav bên avêtin û wê pêş bikeve. Wê rêya ku Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe bê wekirin. Wê bikaribe bi bandortir û bi hêztir bixebite. Bendewarî ev e û tiştê tê hêvîkirin ev e. Gavên ku hatine avêtin û nêzîkatiyên ku hatine nîşandan, nîşan didin ku pêvajo cîdî tê destgirtin û em difikirin ku bêyî dereng bikevin wê ev gav werin avêtin. Ev pêvajoyek krîtîk e. Berpirsiyariya her kesî heye, peywira her kesî heye. Ev ne pêvajoyek e ku tenê bi hin beşan re were meşandin. Ev têkoşînek piralî ye ku divê hemû beşên civakê tevlî neşdsr bibin. Di vê wateyê de, pêvajoyek pir hesas û krîtîk e. Divê di nava hewldaneke wiha debin û hesasiyet, baldarî hewce dike. Di vî alî de em bi berçavgirtina vê yekê hewl didin ku gavên hatine avêtin, pêşkeftina hatiye bidestxistin û tiştê ku divê werin kirin rast fêm bikin û li ser vê bingehê berpirsiyariyên xwe bimcih bînin. Wekî tevgerê.

Ma di aliyê beşdarbûna pêvajoyê de kêmasî tine ne?

Hesayetiya me heye, hewldana me heye. Kêmasî dibin, xeletî çêbibin. Lê di mijarê sereke de heta niha tiştek ku pêvajoyêtêxe tengasiyê û asteng bike  neqewimêne. Lê kêmasî hene. Divê mirov hên bêhtir afirîner be, rê û rêbazên çareseriyê pêşve bibe, bêtir berfireh û beşdar be. Em ji aliyê xwe ve hewl didin ku vê yekê pêk bînin. Gelek alî û derdorên demokratîk jî di vî warî de di nava hewldanan dene. Em ji bo pêşiya astengî û provokasyonan derdikevin bigir8n di nava hewldanan de ne. Rêveberiya me jî vê dawiyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya me li dijî hewldanên provokekirina pêvajoyê ye. Em dibînin û d8vê li dijî xisûsên bi vî rengî têbikoşin. Em hewl didin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk tiştê ku pêwîst e bikin. Lê ev pêvajoya têkoşînê ye, pêvajoyek rast fêmkirin û rast nêzîk bibine. Dijber hene, yên ku asteng dikin hene. Hem li hundir hem jî li derve belek rantxurên şer hene. Ew dixwazin ku vegerin berê. Ew dixwazin ev nakokî û nakokiyên pêvçûnan berdewam bikin ji bo ku ew karibin jê sûd werbigirin. Gelek alî di vî warî de di nava hewldanan de ne. Divê her kes vê yekê bibîne û fêm bike. Yanî dema ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê dixebitin, divê li dijî van hesas bin û têbikoşin. Bûyerên vê dawiyê nîşan dan ku ji bo pêkanîna pêvajoyê baldariyek, hesasiyet, rêxistinî û dîsîplîn hewce ye. Em wekî tevger, li ser vê yekê disekinin. Lê hin derdor jî hene ku li dijî pêvajoyê ne. Bi rastî divê ew piştgiriyê bidin pêvajoyê. Xwe wekî çepgir, sosyalîst û demokrat dibînin. Baş e divê ew alîgirê pêvajoyê bin. Ew ne alîgir in jî. Lê helwesteke wan a pir naziyê dikin, bi vir ve û wir ve dikşînin tê dîtin. Ev helwest bi rastî hêz û cesaretê dide kesên ku li dijî pêvajoyê. Ew eniya demokrasiyê, eniya ji bo meşandina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hundir ve jî qels dikin. Ew mîna gumreşî, mîna nazdariyê, ne tiştekî dikin û ne jî ji tiştê ku tê kirin diecibînin. Em dibêjin, “Werin em bi hev re bikin,” lê ew nayên. Dema ku em bi yên din re dikin, dibêjin bi yên din re dikin  timî rexne dikin. Ew cureyekî nerehetiyê ye, cureyekî nerehetiyê ye ku ew tiştekî nakin lê di heman demê de tiştê ku tê kirin aciz in. Derdorên wiha hene. Divê em îro vê yekê bînin ziman. Divê dev ji vê yekê berdin. Ev sûdê nade ti kesî. Ew ê ti pêşveçûnê jî çêneke. Kêmasî bi vî rengî nayên temamkirin. Şaşî bi vî awayî nayên sererastkirin. Hûn ê xwedî lê derkevin, hûn ê beşdar bibin, hûn ê wê dimeşînin. Ger kêmasî hebin, hûn ê wan rast dikin. Ger şaşî hebin, hûn ê wê rast dikin. Lê her gav li derve bimînin, berpirsiyariyê negirin, beşdar nebin, heta nekevin nav û heke gotin di cih de be selika hêkan jî nadin ser pişta xwe. Lê her gav nerehet be û bikişkişîne. Ev nêzîkatî jî ne nêzîkatiyeke rast e. Divê dev ji vê yekê berdin. Banga me ya sereke ji van derdoran re ye. Divê xwediyên pêvajoyê baldartir, hesastir û afirînertir bin. Divê em bêtir bala xwe bidin her tiştî, bi rêbazên têkoşînê yên afirînertir û bibandortir nêzîkî pêvajoyê bibin. Em van tiştan zêde nîqaş dikin. Em hewl didin ku fêm bikin. Her ku fêm dikin pratîkê pêş dixin. Yanî ji aliyê me ve, pêdiviyên pêvajoyê têne bicihanîn. Divê di vê yekê de guman çênebin. Em dixwazin bêtir beşdarî çêbibe, her kes bi hesasiyet nêzî wê bibe. Ji ber ku rewş zelal e. Ne hewce ye ku pir bînin ziman. Geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê û li Tirkiyeyê li holê ne. Rewşa li Tirkiyeyê û rewşa Kurdan li holê ne. Xetere pir in. Pêvajoyek pir krîtîk e. Divê kes vê hesasiyetê winda neke. Divê her kes baş bibîne. Di rewşek wisa de nêzîkatiyek qels, teng, an xweperest nayê qebûlkirin. Ev yek bi ti kesî nade qezenckirin. Ger bi vî rengî nêzîk bibin, di pêvajoya pêş de dibe ku gavên nû û bihêz werin avêtin.

Tevî her tiştî, em dibînin ku gel xwedî li pêvajoyê derdikeve. Yanî ev gel niha bi beşdariyeke mezin şehîdan bi bîr tîne. Berî her tiştî girîngiya van bîranînan çi ye? Di vê çarçoveyê de wê tevkariyeke çawa bide pêvajoyê?

Bi rastî jî di rojên dawî de li Kurdistanê tevgereke civakî heye. Gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Civînên wan atmosferek pir girîng afirand û hawîrdorek erênî pêş xist. Rê li ber tevgera civakî vekir. Bê guman ev bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Xwesteka bingehîn a kesên ku beşdarî van çalakiyan dibin ew e ku Rêber Apo bikaribe bi awayekî azad bixebite û pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêş bikeve. Her kes vê yekê tîne ziman. Di vî alî de ev yek girîng bûye. Ev yek di meha Tebaxê de diqewimin. Vaye di 42’emîn salvegera Pêngava 15’ Tebaxê de diqewime û bîranîna şehîdên mezin ên vê pêngavê girîng e. Yanî di rastiyê de pêvajoya berxwedana mezin a bi Berxwedana Mezin a Zindanê ya 82’an, berxwedana Mazlum Dogan a 82’an destpê kir û heta Newroza 2025’an hat, yanî pêvajoyek berxwedana mezin a 43 salî heye. Di vê pêvajoyê de şehîdên mezin hatin dayîn. Bi esasî jî ev şehîdên pêngava lehengiyê ên 15’ê Tebaxê ne. Bi vê boneyê ez hemû şehîdên leheng ên berxwedana zindanê, berxwedana mezin a ku ji hêla Mazlum, Kemal û Xeyrî ve hatiye destpêkirin û ji hêla Egîd û Zîlan ve hatiye fermandekirin û meşandin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez her kesê ku beşdarî çalakiyên bîranîna şehîdan dibe silav dikim. Bi taybetî ez destên dayikên şehîdên me maç dikim. Yanî em hemû dizanin ku eger îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk hebe, ev bi saya hewildan û keda van şehîdan e. Ger gelê Kurd bi çand, ziman û nasnameya xwe pêş dikeve, têkiliyê banderdorê re datîne, ji jiyanê hez dike, bandorê li mirovahiyê dike ev hemû bi saya têkoşîna ku ji hêla Rêber Apo û  şehîdan ve hatiye meşandin e. Têkoşîna ku Rêber Apo dimeşîne bi saya şehîdan e. Ramanên Rêber Apo bi saya şehîdan ketiye pratîkê. Di vî alî de jî girîngiyeke wê heye. Her wiha bi vê boneyê dixwazin vê bînim ziman; qet armanceke din a van bîranînan tineye. Ne li dijî ti kesî ne. Bi temamî bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve girêdayî ye. Ev bîranîn xwedîderketinê îfade dike û di çarçoveya civakîbûna pêvajoyê tên pêşxistin. Em wisa fêm dikin. Civak bi vî awayî nêzîk dibe, em bi vî awayî lê dinêre. Ev wate û pênaseya wê ev e. Yanî gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Kesên ku beşdarî van bîranînan dibin xwedî li pêvajoyê derdikevin. Dixwazin ku pêvajo pêş bikeve û bi ser bikeve. Bi van bîranînan re ji aliyekî ve xwedî li şehîdan derdikevin, li aliyê din ve jî xwedî li pêvajoyê derdikevin. Divê ev yek bi vî awayî were zanîn, were fêmkirin û kesên ku bi rê ve dibin di vê mijarê de divê pir hesastir û baldartir bin. Di vê çarçoveyê de bi rê ve birina bîranînan girîng e. Bi vê boneyê em binê vê yekê xêz bikin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Miksê gel li dijî desteserkirinê derket kolanan

Nîştecihên Miksê li dijî desteserkirinê derketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ferhat Şamî: Minbic wê ji çeteyan re bibe goristan

Berpirsê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî têkildarî êrîşên li ser Minbicê daxuyanî da û got, "Minbic…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

Ji bo gerîlayên PKK’ê Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Nepal û Tîbetê lehî û hezaz: Zêdeyî 1.300 kes winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?