Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike
Kurdistan

Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku 'mafê hêviyê' li hemberî cezayê heta bi hetayê yê girankirî garantiyek e û destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meseleya ‘Mafê Hêviyê’ ku demeke dirêj e tê nîqaşkirin, di rêza destpêkê ya rojeva siyasetê de ye. Alîkarê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz beriya çend rojan piştî civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê hatiye avakirin, daxuyaniyek da û got, di mijara ‘Mafê Hêviyê’ de komîsyonê li hev kiriye. Bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ ji bo nîqaşên aştî û demokratîkbûnê gelekî girîng e.

Parêzer Mehdî Ozdemîr li ser ‘Mafê Hêviyê’ ji ANF’ê re axivî û got, “Ragirtina kesekî girtî bi biryara dadgehekê heta bi hetayê di çarçoveya qedexeya êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên xerab de, binpêkirina mafê hêviyê ye.

Têkildarî Birêz Abdullah Ocalan biryareke bi heman rengî ya pratîka dadgeriyê heye û 27 sal in bi cih tê anîn. Ev pêvajoya înfazkirina ceza bi tecrîdeke girankirî tê kirin. Mafê hêviyê bi esasî biryareke binpêkirinê ye ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Birêz Abdullah Ocalan û sê kesên din wergirtiye. Û ev biryara binpêkirinê di halê hazir de ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê kontrolkirin.

Dema mirov ji aliyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve mijarê dinirxînin, Birêz Abdullah Ocalan hem ji ber ku muxatabê yekser ê vê pêvajoyê ye hem jî muzakerevanê sereke ye û pêvajoyê dimeşîne, ji bo rakirina mercên tecrîda girankirî di çarçoveya mafê hêviyê de, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û bicihanîna ewlekariya wî, divê merc bêne sererastkirin.”

‘DIVÊ BIRYARA DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ BI CIH BÊ ANÎN’

Ozdemîr destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê bi cih bêne anîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji bo biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Birêz Ocalan wergirtiye di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê bi cih bê anîn, divê merc bêne afirandin. Ji aliyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve jî divê meseleya Kurd li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin. Avakirina vê zemîna hiqûqî jî bi bicihanîna hin pêwîstiyên hiqûqî dibe.

Ev yek jî bêguman bi bicihanîna welatîbûna destûra bingehînî, welatîbûna wekhev, pêkanîna mafê hînbûna Kurdî û gelek guherînên qanûnî û destûra bingehîn dibe.

‘QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ DIVÊ BÊ GUHERTIN’

Ji aliyê Mafê Hêviyê ve bi guherînên bingehîn ên li Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, Qanûna Înfaza Ceza û pêvajoya înfaza ceza re astengiyên li pêşiya ragirtina kesekî heta bi hetayê ya li girtîgehê dikare ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî divê guherînên qanûnî û destûra bingehînî bêne kirin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn.”

‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN WÊ TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE’

Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyeke cidî li çareseriya meseleya Kurd ibke û got, “Naskirina mafê hêviyê, garantîkirina vî mafî bi guherînên qanûnî û destûra bingehînî bi rengê hiqûqî; ji bo Birêz Abdullah Ocalan û her kesên bi rengekî neheq cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn wê bibe destketiyek. Gava ku mirov ji aliyê Birêz Ocalan ve dinirxînin, azadiya wî ya fîzîkî wê tevkariyeke girîng li çareseriya meseleya Kurd bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê konferansa yekîtiyê hat silavkirin

Li Amedê bi sernavê ‘Pirsgirêkên Civakî’ komxebat tê lidar xistin. Beşdarên komxebatê Konferansa Yekrêzî û…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel beriya civîna komîsyona meclîsê ya li ser serdana Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran êrişî Girê Bahar kirin, gerîla bi çalakiyan bersivê dide

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrişeke giran li ser Qada Berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?