Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozsoy: Kurd ji danûstandinê re amade ne, dor a dewletê ye
Rojane

Ozsoy: Kurd ji danûstandinê re amade ne, dor a dewletê ye

Siyasetmedarê Kurd Hişyar Ozsoy got, "Kurd ji danûstandinê re amade ne, bi biryareke dîrokî dawî li têkoşîna çekdarî didin. Divê dewlet bersivê bide vê bangê. Çend guherîn, çend gavên qanûnî yên şênber wê bike ku ev hêvî ji nû ve geş bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Kurd Hişyar Ozsoy bûyerên dawî yên li ser pirsgirêka Kurd nirxand û got, “Bi banga Birêz Abdullah Ocalan re biryara dîrokî ya PKK’ê ya li ser fesixkirina xwe û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, hêviya çareserî û aştiyê careke din xist rojeva herêmê.”

Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku pêşketinên dîplomatîk û leşkerî yên li Rojava ne tenê li herêmekê ne, her wiha bandorê li tevahiya siyaseta Kurd û Sûriyeyê dike.

Ozsoy destnîşan kir ku pirsgirêkên Rojava û Bakur êdî ketine nava hev û got, “Dewleta Tirk di mijara zemîna danûstandina li ser meseleya Kurd de xitimî ye. Nîqaş li ser avakirina siyaseteke nû dike. Em di demeke welê de ne ku rola Birêz Ocalan hîn bêhtir girîng dibe. Bûyerên dawî ne tenê eleqeya xwe bi Sûriyeyê re hene; berevajî vê yekê tabloyeke polîtîk û leşkerî diafirîne ku dikare bandorê li ser tevahiya siyaseta Sûriyeyê bike.

Meseleyên Rojava û Bakurê Kurdistanê ketine nava hev. Ji ber vê yekê em di demeke welê de ne ku pirsgirêkên ji parçeyên Kurdistanê li gel hev dikarin bêne nirxandin. Îro komxebateke ji du rojan tê lidarxistin ku mirovên ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî dibin. Di civînê de rewşa Kurdistanê, tifaqa neteweyî ya bi pêvajoya Rojava û Bakur re tê nîqaşkirin.”

Ozsoy got, “Li Tirkiyeyê serdemeke tevlîhev heye. Di vê pêvajoyê de ku hîn nav an jî pênaseyeke şênber lê nehatiye kirin, hêviyên li ser bidawîbûna tundiyê û serweriya siyaseta demokratîk geş dike” û bi bîr xist ku di vê mijarê de Rêber Apo bi înîsiyatîf rabûye. Ozsoy got, “Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ku di kongreya PKK’ê de hate wergirtin, wê berpirsyariyê dide dewletê ku di vê mijarê de çarçoveyeke siyasî û hiqûqî ava bike.”

Hişyar Ozsoy anî ziman ku ev gav li nava raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî bi erênî hate pêşwazîkirin û got, “Lê belê hikumetê heta niha gavên cidî neavêtiye ku baweriyê bide raya giştî. Li girtîgehan hin guhertinên di qanûnên înfazê de têne hêvîkirin, lê belê ev yek hîn di asta afirandina baweriya hiqûqî de nîne.”

Ozsoy neguhertina şert û mercên kar û azadiya Rêber Apo jî bi hewldana desthilatdariya siyasî ya mijûlkirina pêvajoyê ve girê da û got, “Kurd di wê pozîsyonê de ne ku ji danûstandinê re amade ne. Lê belê aliyê dewletê bi rengekî şermok, mijûlkirin û tasfiyekar nêzîk dibe. Halbûkî Kurdan bi partiyên xwe, bi gel, şaredarî û xelkê xwe yê li dîasporayê konsepteke hevpar ava kiriye. Niha divê qadek bê afirandin û siyaset ji bo çareseriya bi axaftinê, atmosfereke danûstandinê biafirîne.”

Hİşyar Ozsoy destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê dewlet îradeyeke ji dil nîşan bide û got, “Kurd ji danûstandinê re amade ne, bi biryareke dîrokî dawî li têkoşîna çekdarî tînin. Divê dewlet bersivê bide vê bangê. Çend guherînên bi wate û çend gavên qanûnî yên şênber wê hêviyê ji nû ve geş bike. Naxwe ev jî wê bibe hêviyek ku di ber mirovan de maye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Altan: Alîgiriya aştiyê têrê nake, divê mirov bi berpirsyariyê rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Raportora NY’ê: Şîrketên kurevî ji qirkirina Xezeyê kar dikin

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese di raporê de êrîşên Îsraîlê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Di navbera ELN û FARC’ê de pevçûnên dijwar: Ji NY’yê bangawazî

Piştî pevçûnên dijwar ên di navbera tevgerên gerîla yên ELN û FARC’ê de, Sekreterê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

Altûn: Antî-emperyalîstbûn tê wateya dijberiya li sîstema cîhana emperyalîst, dijberiya li hegemonya cîhana emperyalîst, dijberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?