Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozsoy: PKK’ê destê Rêber Apo xurt kir
Rojane

Ozsoy: PKK’ê destê Rêber Apo xurt kir

Siyasetmedar Hişyar Ozsoy anî ziman ku PKK'ê bi biryara dawî re di hevdîtinên aştiyê de destê Rêber Apo xurt kiriye û got, "PKK bi xwedîderketina li Rêberê xwe re fedakariyeke mezin dike ku destê wî di maseya danûstandinê de xurt dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê berê yê HDP’ê Hişyar Oszoy dema nû ya bi banga Rêber Apo re ji ailyê PKK’ê ve hate destpêkirin ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku biryara PKK’ê destpêkeke nû ye û li ser vê bingehê têkoşîna siyasî ya Kurd wê hîn xurt bibe.

Ozsoy destpêkê Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî ku 3’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da û got, “Gelek aliyên Sirri Sureyya hebûn, lê belê herî zêde aktîvîstekî aştiyê bû, weke sembolla têkoşîna aştiyê kete hişê mirovan. Salên dûr û dirêj weke hevrêyekî Birêz Ocalan ji bo pêşveçûna pêvajoyê kedeke mezin da. Ji pêvajoya çareseriyê ya 2012-2013’an û pê ve em dibînin ku piştî şerekî giran ê deh salan îradeyeke nû derketiye holê.”

BI QASÎ HÊVIYÊ XETERÎ Û RÎSK JÎ HENE

Ozsoy pêvajoya nû ya ku PKK’ê di encama hevdîtinên Rêber Apo yên bi dewletê re destpê kir, nirxand û işaret bi van xusûsan kir: “Li aliyekî rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku demeke dirêj di nava tecrîdê de ye, li aliyê din jî polîtîkaya zextdar a xeta Bahçelî-Erdogan. Bûyerên ku niha diqewimin ji aliyekî ve cihê hêviyê ye. Ji ber ku derfetên aştiyê jinûve diafirin, lê li aliyê din jî hêviyên ku di ber me de mane hene, lewma tirs û fikar hene. Yanî bi qasî derfet û hêviyê metirsî û rîsk jî hene.”

NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE

Ozsoy işaret bi înîsiyatîfa Rêber Apo kir û got, “PKK bi xwedîderketina li Rêberê xwe, fedakariyeke mezin dike ku li dora maseya danûstandinê destê wî xurt bike. Dema ku ji aliyê çarçoveya çanda fedakariyê ya dîrokî ya PKK’ê ve bê nirxandin, dibe ku ev yek weke çalakiyeke fedaî ya dawî be. Rêxistineke çekdarî ku xwedî rabirdûyeke zêdeyî 50 salî ye, gihîştiye asteke welê ku dawî li hebûna xwe bîne. Lê belê ev dawî nîne, ya rast destpêkeke nû ye. Îradeya jinûve rêxistinbûnê ye ku têkoşîna siyasî ya Kurd li Tirkiye û Kurdistanê, daxwazên demokrasî, edalet û azadiyê dûrî ji tundî û çekê bi amûrên rêxistinî yên nû, bi şêweyên têkoşînê yên nû û gotinên hû hîn bi biryardarî bê meşandin. Ev pêvajo divê bi vî rengî bê fêhmkirin.”

Hişyar Ozsoz destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî ev pêvajo gelekî hêja ye û got, “Em hêvîdar in ku bibe destpêkeke nû ku ciwan nemirin, dayik û bav negirîn. Van gotinan weke daxwazeke ji dil dibêjim. Hêvîdarim em ê atmosfereke welê biafirînin ku siyaset ne bi mirin, êşkence û girtîgehyê bê bîranîn, em karibin meseleyên xwe, di serî de meseleya Kurd bi rengekî azad, bêtirs nîqaş bikin û li çareseriyê bigerin. Bêguman pirsgirêk mezin in. Di serî de meseleya Kurd gelek pirsgirêkên me xwedî aliyên herêmî û navneteweyî ne, tevlîhev in Ev pirsgirêk ne ew pirsgirêk in ku ji nişka ve bi carekê çareser bibin.

Lê belê em hewl didin zemîn û derfetên çareseriya van pirsgirêkan di çarçoveya azadî û demokrasiyê de biafirînin. Sirri Sureyya jî yek ji wan mirovan bû ku ji bo avakirina vê zemînê tevkariyeke mezin kir. Eger aştî bê, ew ê jî bi dilrehetî razê. Bila ev jî bibe soza me ku me dane wî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Ji AKP’ê daxuyaniya têkildarî ‘PKK’ê: Qonaxeke girîng e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Firat: Elewî ne temaşevanên aştiyê ne

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku hewl tê mayîn wisa nîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Protestokirina NATO’yê: Gelek kes hatin binçavkirin

Civîna bilind a NATO'ê li Kûrtûlûş Parkê hate şermezarkirin. Polîsan êriş birin ser xwepêşandêran û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin

Li Stenbol, Edene, Mersîn, Amed û Dîlokê li dora agirê Newrozê hatin pêxistin govend gerandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?