Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Fêmkirina heval Asya û Rojger, fêmkirina hevrêtiya bi Rêbertî re ye
Jin

PAJK: Fêmkirina heval Asya û Rojger, fêmkirina hevrêtiya bi Rêbertî re ye

Koordînasyona PAJK’ê got: “Peyama wana sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, famkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya jinên Kurdistan (PAJK) got, “Em çalakiya Rêheval Asya Alî û Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran ku li hemberî navenda hilberandina çekan a TUSAŞ pêk hat, silav dikin û li hemberî qehremanî, rihê wan yê fedayî û nemiriya wan bejna xwe ditewînin û em dibêjin bila rihê wan şad be. Hevrê Asya û Rojger bi vê çalakiya fedaiyane ve, li hemberî komploya 9’ê cotmehê, tecrîda girankirî û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser gelê Kurd û Kurdistanê pêk tê helwest danîn. Em vê vîna ji pola, helwesta bi rûmet, çalakiya lehengî û serkeftî silav dikin. Serkeftina, li fermandarî û Gerîlayên HPG û YJA-STAR, li Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li tevayî gelê xwe li jinên têkoşer pîroz dikin. Du kes bi qasî hêza tabûrekê de şer kirin û şerê azadî anîn serdemeke nû. Ev ruh, rêxistinbûyîna demê ya di xeta fedayitiya li derdora Rêber Apo de, biryardariya parçekirina îmraliyê ye. Di rastiyê de, ew çalakî ruhê fedayîtiya her ciwaneke Kurd e. Li hemberî qirkirinê îradeya Kurdan temsîl dike û îdîaya pêşengiyê di lutkeyê de îfade dike. Ev çalakî sembola vê heqîqetê ye.

Divê Dewleta Tirk û hemû hêzên komploger vê bizanibin ku êdî tehamûla gelê Kurd li hemberî tecrîda girankirî û dîlgirtina Rêbertî nemaye. Ev 25 salin bê huquqî li ser Rêber Apo tê meşandin, ev çar sal û nîve tecrîda mutlaq pêk tê, ne gelê me, ne Tevgera me û ne jî tikesî din agahî ji Rêber Apo negirt. Dewleta Tirk a faşîst, êrîşên komkujî li ser gelê me di nav bajaran de, li gundan pêk tîne, welatparêz û sivîlan qetil dike. Li ser Rojava, Şengal, Başûr bombardumanên bê navber didomîne, hildiweşîne, dişewitîne, binesaziyan xira dike, jiyanê diqedîne. Di heman demê de li ber çavê raya giştî çekên kîmyewî li ser Gerîla pêk tîne, bêgûman Gerîla jî yê bê bersiv nemîne. Dewleta Tirk eşkere şucên şer dike.

Dewleta Tirk ji bo ku civaka xwe û raya giştî bixapîne her dibêje Gerîla li ber qedandinê ve diçe, lê pêwîste êdî herkes ve bizanibe ku PKK-PAJK, milîtanên Apoyî û Gerîla tu carî naqede, bi hezaran milîtanên weke Asya û Rojger bune pisporên şerê Gerîlayê modern. Herkesî dît ku çawa bi wêrekiyeke mezin, biawayek profesyonel diçine ser hedefê. Gerîla, di erkê xwe yê parastina gel de hemû sînoran bê wate dike. Pêkanîna êrîşê li ser saziya leşkerî ya herî taybet TUSAŞ a ku di bin serweriya faşîzmê de ye, ya di dilê faşîzmê de ye artêşa Tirkiyê û siyaseta wê serûbin kir. Dewleta Tirk a ku bi çekên NATO ve li hemberî gel û Gerîla şer dike bê encam e û ewê bê encam jî bimîne. TUSAŞ navendeke leşkerî ye. Gerîla jî bi zanebûn, bi wîjdan, bi exlaqekî azad û demokratîk û hedefeke leşkerî kiriye armanc.

Dewleta Tirk li dijî gelê me şereke qirkirinê dimeşîne. Gerîla weke aliyê vî şerî, cihên leşkerî kiriye hedef. Vêna berovajî kirin şerê komkujî ya ku pêncî sale didome înkarkirin e. Dewleta Tirk ji bo vî şerî înkar bike têgîna terorê bikartîne. Tevayî cîhan jî dizane ku Kurd di nav sînorên dewleta Tirk de li ser xaka xwe dîlgirtî ne, hebûna Kurdan, çand-zimanê Kurdan û tevayî mafên Kurdan, îradeya Kurdan tê binpêkirin, înkarkirin. Kurd di warê leskerî, siyasî, huquqî de têne hedefkirin, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, ciwanên Kurdistanê bi rêbazên narkotîk, ajankirin, fuhûş dixwazin birizînin.

Bêguman tenduristî, ewlekarî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo di navenda hemû têkoşîna me de ye. Ji bo lihevkirina di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de, pêwîstî bi dawîkirina pergala Îmraliyê heye. Di vê wateyê de demokrasî û azadî li cihek din gerîn şaş e û xwe xapandin e. Rêya demokrasî û azadiyê ya rast di Îmraliyê re derbas dibe. Ji xeynî vê ti polîtîkayeke ku yek neferek Kurd jî ciddî bigre tune ye.

Israrkirina di ruhê Apoyî û Gerîlatiya serdemê de, vîna azad a li dijî êrîşên qirkirinê, faşîzm, parçekirin û îmhayê ye. Di şexsê Bêrîtanan, Zîlanan, Sarayan û Rûkenan de, di şexsê Rojhat û Erdalan de, di şexsê hevreyên me Asya û Rojger de jî zayîna gelê azad, jina azad û mêrê azad pêk tê. Rêheval Asya û Rojger beriya ku çalakiyê bikin armanca pêkanîna vê çalakiyê bi mîsoger anîne ser ziman. Peyama wan sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, fêmkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye. Pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ bi sekna demê ya di şexsê hevrêyên me Asya û Rojger de mîsoger kirin. Em hem şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hamaney: Divê êrîşa Îsraîlê ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin
Nûçeya Pişt re Ji bo şehîdên Meha Îlon û Cotmehê find hatin pêxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîş têkildarî lêpirsîna ku 19 meh in bê encam…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî hate birîn

Rêveberiya Îranê dest ji darvekirin, girtin û polîtîkayên zextê bernade. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şamê li Suwêdayê ‘agirbesta tam’ ragihand

Piştî şerê ku serê sibehê di navbera hêzên hikumeta demkî û şervanên xwecihî yên Suwêdayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?