Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt
Jin

PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt

Koordînasyona PAJK’ê: Hevrêya me Nujiyan a ku di êrîşa namerdane ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst de şehîd bû, bi têkoşîna xwe ji me re mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê derbarê şehîd Nujiyan Amed (Salîha Akbiyik) ev tişt diyar kirin:

“Hevrêya me, mîlîtana pêşeng ya Têkoşîna Azadiya Jinê Nujiyan Amed (Salîha Akbiyik) piştî têkoşîna 30 salan a bênavber tevlî karwanê şehîdan bû. Hevala Nujiyan, di pêvajoyeke ku Tevgera Azadiya Jin ber bi pêngavên mezin ve diçû de, têkoşîna xwe gihandîbû asta herî jor. Di sala 1993’yan ku bi şehadeta Hevrê Bêrîtan re Rêber Apo perspektîfa artêşbûna jinê daye destpêkirin de, wek ferdekî westanê nas nake û di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe digire.

Hevrê Nujiyan di tekoşîna xwe ya 30 salî de dema pêwîst kir di xebatên leşkerî de di nava refên herî li pêş de cih girt. Dema pêwîst kir wek fermandarekî jin di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de navê xwe di Tevgera Azadiyê de da nivîsandin. Dema dihat xwestin, xebatên siyasî û civakî jî da meşandin.

Hevrê Nujiyan ji bo paradîgmaya Apoyî ya ku heya dawî jê bawer kirî, têkoşîn meşand, parêzvaniya siyasî kir û bû yek ji damezrînerên jiyana azad.

Hevrê Nujiyan bi tekoşîna xwe ya bênavber wek kesayeta mîlîtan a Apoyî, navê xwe bi ked û fedekariya xwe ya mezin li dîroka têkoşîna me nivîsandiye. Hevrê Nujiyan zanîbû di dilê civakê de cihê xwe bigre, para xwe wek Hevrêya Hevrêyan ji heqîqetê bigre. Xwe di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de her ku çu kûr kir, ezmûna xwe bihêztir kir û di sekna jina azad de her roj zêdetir bû xwedî hêz. Li gel van hemûyan di hemû kar û xebatên xwe de girîngî daye xebatên ziman, çand û perwerdeya civakî. Tam jî li dijî zîhniyeta faşîst a AKP-MHP a ku li hemberî Kurdî qedexeyan ferz dike, li dijî yên ku dest avêtiye nirxên çandî û govendê, li dijî ya ku heman demî civaka Kurd bi asîmîlasyonekî mezin re derbas kiriye û hewl dide li ser navê Kurdbûnê tiştek nehêle re bûye xwedî helwest û sekna mezin.

Ji bo ciwanên Kurd li dijî her cûre êrîşên li ser çand bêne perwerdekirin, ji bo bikarin li ser ziman û çanda xwe şîn û geş bibin bo xwediyê kedekî mezin. Li hemberî her cure pêkanînên qirker û faşîzan xwe bi arastekirinê re sînordar nehişt, her mirovê ku nêzî wê bûyî re jî vê zanebûnê parve dikir.

Hevrê Nujiyan di jiyanê de her tim bi Kurdî axaftinê re, bi terzê jiyana Kurdewarî de israrkirinê re, di kesayeta xwe de mayînde û jîndar kirinê re li her çar aliyê Kurdistanê bê rawestan kar û xebat meşand, ji bo hevrêyên xwe bo mînak. Bi vê seknê re ji jin û ciwanên Kurd re di mijara tekoşîna li dijî pêkanînên qirkirina çandî de bû rêzaneke mezin.

Hevrê Nujiyan bi hişyarbûn, hesasiyet û enerjiya mezin a jin xwe beşdarî hemû kar û xebatan kir. Di wêjeya wê de ‘nabe’ tunebû, ‘wê çawa bê kirin’ hebû. Çavên wê yên diberiqîn teyisandina têkoşîna şoreşgerî ya 30 salan bû. Di pêşengtiya jin de her ku çû xwe kûr kir, her ku çû, bû fermandarek milîtan a pêşeng a Tekoşîna Azadiya Jinê. Xwe di terzê fermandariya jin de kûr kir û ferqa xwe danî holê. Hevrê Nujiyan bû navê bedewî, sadebûn, dilovanî û hîsiyata jinê.

Hevrê Nujiyan ku di encama êrîşên nemerdane yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de gihişte şehadetê, bi têkoşîna xwe ji me re mîrateyekî mezin ê berxwedaniyê hiştiye. Îro berxwedaniya bêhempa ya ku gerîla di bin fermandariya hevrê Nujiyan de nîşan dide, rejîma faşîst mehkûmî windakirinê kiriye. Rejîma şerê taybet ku di warê civakî û siyasî de bi ti awayî meşruyeta xwe nemaye, li her qadê êrîşên xwe zêde kiriye û hewl dide kêliyên dawî yên hebûna xwe domdar bike. Pergala Qirkirina Îmralî ya li ser Rêber Apo tê meşandin bi awayek kûrkirî berdewam dike. Rojane bi dehan jin ji aliyê kujerên zilam ên dewletê birêxistinkiriye û piştgirî dide ve têne qetilkirin. Li Kurdistanê jî bi piştgiriya îxanet û nokertiya PDK-HÛDAPAR re êrîşên qirkirinê yên leşkerî û çandî berdewam dikin. Êrîşên nîjadperest li ser karkerên Kurd berdewam dike. Mirov ji ber ku Kurdî axivîne têne qetilkirin, ji ber ku nirxên xwe yên çandî parastine di girtîgehan de dîl têne girtin. Yekane rêya ku van êrîşan vala derbixîne, weke Hevrê Nujiyan ji berê xwe dayîna azadiyê derbas dibe. Li dijî pêkanînên faşîzan ên ku jiyana tevahî jin û ciwanên Kurdistanê her diçe tengav dike, berê xwe dayîna qadên jiyana azad, têkoşîn û berxwedanê mirov dikare bibe layiqê Hevrê Nujiyan.

Em jî car din soza bilindkirin û pêşxistina berxwedaniya bi têkoşîn û sekna Hevrê Nujiyan hatî ronîkirin, didin. Em soza Şoreşa Jin a bi Jiyana Azad tacîdarkirinê dubare dikin. Em di serî de ji malbata Hevrê Nujiyan re, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (237)
Nûçeya Pişt re Bi vêxistina agirê azadiyê şopa xwe hişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

OHD’ê banga ‘Mafê Hêviyê’ kir

Beriya rûniştina "Mafê Hêviyê" ya ku dê li Komîteya Wezîran a KE’yê were lidarxistin, OHD'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Roj bi roj jiyan di kampan de zehmettir dibe: Av jî nayê dabînkirin

10 sal li ser fermana sala 2014’an a bi serê civaka Êzidî hatî derbas dibin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Yûsûf Erîştî hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Erîştî pirsîn ku di sala 1991'an de ji aliyê polîsan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?