În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > PAJK: Roj roja parastina Rojava ye
Rojava

PAJK: Roj roja parastina Rojava ye

PAJK’ê daxuyand ku “Helbet wê Rojava li ber xwe bide, rûmet û hebûna xwe biparêze û teslîm nabe" û bang li hemû mirovahiyêkir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, “Divê hemû jin û ciwan bi her cûre çalakiyan hêz bidin berxwedanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) derbarê êrîşên li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û hevgirtina xwe bi gelê Rojava re ragihand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku b êrîşên li ser gelê teslîmbûn an mirinê ferz dikin û dest nîşan kir ku berxwedana Rojava sembola têkoşîna ji bo jiyaneke azad û rûmetê ye. PAJK’ê diyar kir ku divê gel, jin û ciwanbi xwedîderketina Rojava re hêz bidin berxwedanê.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

Rojava bi rojan e di bin êrîşeke mezin de ye û di nava berxwedanê de ye. Em hemû şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin û li Reqa, Dêrazorê, Kobanê, Şedadê û Hesekê berdewam kirin, êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd e. Armanca van êrîşan ew e ku Rojava ji binî ve tasfiye bike. Teslîmbûn, an mirinê li ser gelê me ferz dikin. Gelê Kurd, bi taybetî gelê me yê li Rojava wekî sembola berxwedanê li ber xwe didin û ji tevahiya cîhanê re radigihîne ku ji bilî berxwedan û jiyana azad helwesteke din tuneye. Banga seferberiyê li wir bangek ji bo hemû gelê me, ciwanên me û dostên me ne.

Eşkere ye ku ev qirkirin û dagirkirina Rojava ku di 6’ê Çileyê de dest pê kiriye, parçeyek plana navneteweyî ye. Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrîşan û heta daxuyaniyên wan ên teşwîqkirina êrîşên Şamê, eşkere dikin ku Peymana Lozanê ya duyemîn li dijî gelê Kurd tê plankirin. Plansaz û rêvebirê van êrîşan dewleta Tirk e. Ev nîşan dide ku êrîşa rastîn jî li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku Rêberê me bi israr hewl daye li Tirkiyeyê pêk bîne. Divê were fêmkirin ku heta gelê me yê Rojava û jin di qirkirinê de bên derbaskirin, li Bakur pêvajoyeke wisa wê nemeşe.

Li ser gelê me komployeke tarî ya nû di dewrê de ye. Ev komploya mezin armanc dike ku îrade û sîstema jiyana xwişk-biratî ya di navbera gelên Rojhilata Navîn de ji holê rake. Berxwedana gelê me li Kurdistanê û li seranserê cîhanê wê vê komployê têk bibe.

Helbet wê Rojava li ber xwe bide, rûmet û hebûna xwe biparêze û teslîm nabe. Gelê Kurd û jinên Kurd wê çavên xwe ji vê qirkirinê negirin.

Em bang li hemû jinan, gelê xwe, dostên xwe yên navneteweyî, tevgerên jinan û hemû mirovahiya hestiyar û demokratîk dikin ku li hemberî komplo û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rojava tên ferzkirin, Rojava biparêzin. Divê hemû jin û ciwan xwedî li Rojava derkevin û bi her cûre çalakiyan hêz bide berxwedanê. Ji Bakur heta Başûr û heta Ewropayê divê gelê me ji bo Rojava ya ku çav, wijdan û sembola azadiya gelê Kurd e seferber bibin.

Divê hemû ciwanên gelê Kurd li her derê rabin û Rojava biparêzin. Em bang li hemû rêxsitin û enternasyonalîstan dikin xwedî li Rojava derkevin û tevlî berxwedanê bibin.

Roj roja yekîtiya neteweyî û parastina gelê me û Rojava ye. Roj roja parastina hebûna me, rûmeta me û şoreşa ku bi deh hezaran şehîdan pêşketiye ye.

Roj roja berxwedana li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê û hevkarên wê yên ku dixwazin pergala rizgarîxwaz, demokratîk û ekolojîk a jinan hilweşînin.

Gelê Kurd wê azadiya xwe misoger bike û bigihêje serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêx Murşîd Xeznewî: Ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim
Nûçeya Pişt re Gelê Başûr ji bo Rojava ser piyan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan car din edalet xwest

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê li aqûbeta windayan pirsî.

Ji aliyê Stêrk TV

Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin

Şaxên Egitim Sen ên Amedê, ji bo balê bikşînin ser binpêkirinên mafan ên li Navendên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêrawa 2 dronên bombebarkirî hatin xistin

Li bajarokê Şêrawa ya Efrînê, 2 dronên bombebarkirî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?