Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Beauthier: Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin
Rojane

Parêzer Beauthier: Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin

Parêzer Georges Henri Beauthier anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka dewleteke din ji nedîtî ve tê. Beauthier got, "Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Beauthier bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser bikaranîna hiqûqa navneteweyî ya Iraqê û got, “Ev pêvajo dikare bi salan dewam bike, halbûkî em qala rewşeke lezgîn dikin.”

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di nava 6 mehên derbasbûyî de 6 rojnamevanên Kurd bi Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî (SÎHA) yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê dewam dikin. Di êrîşên li ser gelê sivîl de ku ji bo parastina bendavê li herêmê ne, bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Parêzer Georges Henri Beauthier li ser komkujiyên ku dewleta Tirk bi rêya SÎHA’yan dike ji ANF’ê re axivî.

Beauthier bi bîr xist ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên bi SÎHA’yan ên li ser Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike çû Şengal û Mexmûrê û tiştên dît bi rengekî metirsîdar pênase kir. Beauthier bi bîr xist ku êrîş li dijî sivîlan tê kirin û got, “Gelekî zehmet bû ku mirov jê bawer bike ku sivîl bi rengekî bêdaraz bêne kuştin. Lê belê rewşa ku me li wir dît, ya herî xerab bû. Rojnamevanên ku Şengalê nas dikin jî di nav de mirovên li wir jî diman bi rastiya li mala wan diqewimî nizanîbûn.”

‘LI PIRTÛKXANEYA ŞENGALÊ ZAROKEK HATE KUŞTIN’

Beauthier anî ziman ku Êzidî hewl didin li herêmê jiyaneke asayî ava bike û got, wî serdana navendeke çandê ya li Şengalê kir, lê demeke kurt piştî serdanê êrîş li ser wê navendê hate kirin. Beauthier diyar kir ku li Pirtûkxaneya Şengalê ya ku dewleta Tirk êrîş bir ser, zarokek hate qetilkirin.

Beauthier ragihand ku piştî vegeriya Brukselê li ser mijarê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Lê divê mikur bêm ku piştî vê her tişt bi dawî bû. Ji bo em tiştekî bikin, ti daxwaz ji me nehat kirin. Rojnamevanên diçin herêmê ya bi tundî têne dersînorkirin yan jî têne kuştin. Min bihîstibû ku rojnamevanekî Belçîkî hate kuştin. 5-6 rojnamevanên li bakurê Iraqê li Mexmûr û Şengalê bûyer lêkolîn dikirin, hatin kuştin; saziyên navneteweyî ji bo belgekirina vê rewşê raporek jî nexwestin.”

‘DRONEYÊN KUJER DIVÊ DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE BÊNE NÎQAŞKIRIN’

Beauthier ragihand ku droneyên bi armanca keşfê têne şandin vediguherin droneyên kujer ên ku êrîşan dikin û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de qetilkirina sivîlan li cihekî bi sedan kîlometre dûrî sînorê dewletekê, nayê qebûlkirin. Beauthier anî ziman ku ew li dijî droneyan nîne, lê belê dema drone li şûna rizgarkirina jiyana mirovan ji bo kuştina mirovan hat bikaranîn, divê ew li ber rabin û got, divê ev mijar di asta navneteweyî de bê nîqaşkirin.

‘HÛN LI MITBEXA MALA XWE TÊNE KUŞTIN’

Beauthier hişyarî da ku bûyerên li Şengalê qewimî dikare bibe modelek ku dewletên êrîşkar bi kar bînin û got, “Droneyeke êrîşê tê û we li mala we qetil dike. Êdî pêwîstî bi girtîgehan, dadgeran an jî dadgehan namîne. Tenê hedef tê diyarkirin û hûn têne kuştin.” Beauthier diyar kir ku pirsgirêk ne tenê li nava xaka Tirkikyeyê ye û bi bîr xist ku li Iraqê herî kêm 10 baregehên droneyan ên dewleta Tirk hene.

‘REWŞA LEZGÎN’

Parêzer Beauthier got, “Me xwest lêpirsînê dewam bikin, lê belê yên ku dewam kirin hatin kuştin. Niha li vê derê bi êşa wijdanî dipirsim ku em dikarin çi bikin” û ragihand ku ji ber herêm di bin rîskê de ye nikare careke din biçe. Beauthier bal kiand ser biryara DMME’yê ya ji bo bikaranîna rêyên hiqûqa navxweyî yên li Iraqê û got, “Ev yek dikare bi salan dewam bike. Halbûkî em qala rewşeke lezgîn dikin.”

‘ÊRÎŞ JI NEDÎTÎ VE TÊN’

Beauthier işaret bi gotinên ‘terorê’ yên dewleta Tirk kir û anî ziman ku Êzidiyan heta niha ti êrîşeke terorê nekirine, berevajî vê yekê li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin û destnîşan kir ku îdîayên ‘terorê’ yên dewleta Tirk dûrî ji rastiyê ne.

Beauthier diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayeke tinekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne got, Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka welatekî din ji nedîtî ve tê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agirê Newrozê li hemû bajarên Rojava hatin pêxistin

Agirê Newrozê li hemû bajarên Rojava bi coşeke mezin hatin pêxistin. Gel li dora agir…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Sêrtê axivî û got, "Divê Birêz Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?