Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Ebrû Akkal: Em daxwaza kontrola xurt ji Konseya Ewropayê dixwazin
Rojane

Parêzer Ebrû Akkal: Em daxwaza kontrola xurt ji Konseya Ewropayê dixwazin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete meha 41'ê. Sekretera Giştî ya OHD'ê Ebrû Akkal got, ji bo bidawîkirina tecrîdê divê serlêdanên hiqûqî û navneteweyî bênavber dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ebrû Akkal li ser serlêdana ku di 27’ê Tîrmehê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin bersiv da pirsên ANF’ê.

Têkildarî argumanên bingehîn ên serlêdanê Ebrû Akkal got, “Serlêdanek li ser bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Komîteya Wezîran a ji bo agahdarkirinê ye.  Ji bo heman koma dosyayê bi rêxistinên civakî yên sivîl re di sala 2021’ê de me 2 serlêdanên agahdarkirinê kiribûn. Di 27’ê Tîrmehê de weke OHD, ÇHD, CISST, TOHAV û THIV’ê serlêdan kirin. Ya rast ev serlêdan hem agahdarkirin hem jî bersivek li plana çalakiyê ya Tirkiyeyê bû ku pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Komîteya Wezîran kir.

Ji argumanên me yên bingehîn argumana destpêkê bicihneanîna biryarên DMME’yê û kêfiyeta li ser mijara berdana bi şert û ‘mafê hêviyê’ bû. Tirkiye berevajî biryara Komîteya Wezîran û biryara DMME’yê guhertinên bingehîn nekir. Pêşniyarên qanûnî yên ji bo bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ya nexist rojeva Melîsê ya jî red kir û nexist rojeva komîsyonan jî. Her wiha hejmara mirovên li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn ranegihand. Ji bo bicihanîna biryara li ser binpêkirina qedexeya êşkenceyê ya têkildarî koma Birêz Ocalan, Gurban, Boltan û Kaytan ti tedbîreke şexsî wernegirt; di vê mijarê de ti guhertin nekir. Tirkiye tevî ku dibêje ‘Em mafê hêviyê bi cih tînin. Li Tirkiyeyê mafê hêviyê heye, berdana bi şert bi cih tê anîn’ jî ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê şênberî ve rastiyê nîşan nade. Bicihanîna mafê hêviyê dispêre erka efûyê ya Serokkomar. Ev erk di dema nêz de ji bo generalên 28’ê Sibatê û endamên Hîzbûllahê hate bicihanîn, lê belê ev yek kêm caran hatiye kirin û di çarçoveya mafê hêviyê de nikare bê nirxandin.

Têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li nava mewzûata qanûnî ya li Tirkiyeyê îstîsnaya bicihanînê nîne. Têkildarî dosya Birêz Ocalan û dosyayên koma Kaytan, Boltan, Gurban ji vê xala îstîsna nîne hikum hate dayin, lewma em dibêjin mafê hêviyê hate binpêkirin.

Parêzer Ebrû Akkal anî ziman ku Komîteya Wezîran wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Ocalan û Kaytan, Gurban, Boltan bixe rojeva xwe, ev yek gelekî girîng e û got, “Beriya niha bi demeke nêz di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de jî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan yekser kete rojevê ku ji rayedarên Tirk yekser hate pirsîn. Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê û aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî wê berpirsyariyê ye ku li gorî pîvanên navneteweyî û peymanên ku mohra xwe daniye binî tevbigere. Li gorî me, divê prosedura heyî bi cih bê anîn. Bêguman wê pozîsyona Tirkiyeyê bê nirxandin.”

Ji bo pirsa ‘Gelo Komîteya Wezîran li hemberî Tirkiyeyê dikare biryareke çawa werbigire?’ Ebrû Akkal got, “Dixwazim bendewariya me bibêjim; biryarên cuda yên DMME’yê hene ku bi cih nayên anîn. Hûn jî zanin, biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala. Beriya van, biryara destpêkê ya ku bi cih nayê anîn biryara Ocalan e. Lewma bi dîtina me ev pêvajoya kontrolê girîng e û wê bandorê li dosyayên pê re bike. Di vir de daxwaz şênber e, çarçove diyar e. Em dixwazin pêvajoya li ser bicihanîna vê biryarê bi xurtî bê kontrolkirin. Divê bê kontrolkirin bê ev biryar bi cih bê anîn an na ji ber ku wê bandorê li sedan hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bike. Divê mijar bi vî rengî bê nirxandin. Bendewariyeke me ya din jî ew e ku di rûniştina Îlonê de li ser pêkneanîna guhertinên bingehîn Komîteya Wezîran biryarên navberê werbigire.

Her wiha eger bi rêk û pêk bi cih neyê anîn, em li bendê ne ku Komîte mijarê bi rêk û pêk bixe rojeva xwe. Sekreterî nameya pêşniyarê ji Tirkiyeyê re binivîsîne. Li gorî me eger Komîte, Neteweyên Yekbûyî rewşa heyî di heman demê de bixin rojeva xwe, ev yek wê di asta navneteweyî de zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber vê jî saziyên civakî yên sivîl, saziyên pêwendîdar divê serlêdan û daxuyaniyên xwe yên li ser mijarê dewam bikin. Ev girîng e. Saziyên civakî yên sivîl ew sazî ne ku li Tirkiyeyê têne naskirin. Komîte jî Neteweyên Yekbûyî jî guh didin gotinên van saziyên civakî yên sivîl. Mijareke ku dikare bandorê li sedan, li hezaran mirovî bike. Ji ber vê jî divê serlêdanên di vê mijarê de dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERLÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Girtîgehên Tirk tijî bûne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

Yûsûf Çakas anî ziman ku berdana girtiyên nexweş divê ji aliyê desteyên tenduristiyê yên bêalî…

Ji aliyê Stêrk TV

Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

Piştî binçavkirina Xurşît Herkî û birayê wî ya saetên sibehê û şûnde, rêya sereke ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya Nobeta Azadiyê ya li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?