Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzeran ji bo ‘serdana lezgîn’ a li Îmraliyê serî li CPT dan
Rojane

Parêzeran ji bo ‘serdana lezgîn’ a li Îmraliyê serî li CPT dan

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serî CPT da û bal kişand ser prosedura li Azerbaycanê bi cih anî, lê li Îmraliyê bi cih nîne. Parêzeran daxwaza serdana ad hoc (xweser) kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serî li Komîteya Pêşîgirtin li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) di serlêdanê de hate ragihandin ku di navbera mehên Gulan û Tîrmehê yên 2024’an de 24 caran serlêdana parêzeran, 12 serlêdana malbatê hate kirin, lê belê serlêdan hemû bêbersiv hatin hiştin.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine parêzeran û aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî ne diyar e û der barê mafê telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.

Hate diyarkirin ku ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên disiplînê” herî kêm 23 caran hatine astengkirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku di 4’ê tîrmehê de beriya ku “cezayê disiplînê” yê dawî ya 12’ê nîsana 2024’an bi dawî bibe di 4’ê tîrmehê de “cezayê disiplînê” yê nû ji bo 3 mehan hat dayîn û hat destnîşankirin ku pêvajoya navborî ji parêzeran bi dizî hatiye kirin û bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di 3’yê gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve biryara qedexekirinê ya nû hatiye dayîn. Ev biryara qedexeyê jî di 14’ê gulanê de bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di nav 3 mehên navborî de li Behra Marmarayê 3 erdhejên cuda rû dane, lê ji ber qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan bêbersiv mane fikarên raya giştî ya der barê Îmraliyê de zêde bûne. Her wiha di serlêdanê de hate diyarkirin ku grevên birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd e Çareseriya Demokratîk” li girtîgehan hatibûn destpêkirin ji ber ku daxwaza girtiyan bêbersiv hat hiştin, çalakî di 4’ê tîrmeha 2024’an hat bidawî kirin. Hat gotin ku bêbersiv hiştina serlêdan û daxwaza girtiyan rê li ber zerarên ku vegera wê tine ye tê vekirin. Di serlêdanê de hat gotin, “Ji bo ku encamên wiha giran dernekevin holê bêyî ku dem were windakirin divê ku hemû berpirsiyariyên pêwîst werin cîbicîkirin.”

Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku hewldanên saziyên neteweyî û navneteweyî yên di nava 3 mehan de li dijî berdewamiya agahî negirtina ji Îmraliyê jî bêbersiv mane û hat gotin ev yek rewşa xemsariya ji bo Îmraliyê nîşan dide. Di serlêdanê de biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê tecrîdê de jî hatin bibîrxistin.

BIRYARA JI BO AZERBAYCANÊ

Di serlêdanê de wezîfeyên CPT’yê yên tespît û pêşîlêgirtinê-tevdîrê jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Her çiqas CPT li Îmraliyê hevdîtinan dike jî der barê rewşa birêz Ocalan de tu agahiyan nade. Ev ji 40 mehî zêdetir e ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin. Têkiliya wan bi malbat, parêzer û cîhanê re hatiye qutkirin. Bi taybetî prosedura ku di xala 10/2’yan a Komîteya we de cih digire nayê bicihanîn. Lê prosedur ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn. Ji ber ku rapora we ya 2022’yan nayê eşkerekirin, rejîma êşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê didome.”

Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dest ji helwesta xwe ya pêvajoyên asayî berde û pêvajoyên têkildarî şert û mercên miameleya xerab û rewşa “nepeywendiyê (incommunicado)” ji holê rake.

DAXWAZÊN DI SERLÊDANÊ DE

Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz kirin:
 
“* Ji ber ku şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22’yê Îlona 2022’yan û vir ve di nava nezelaliyê de dewam dikin û her ku diçe tundtir dibin û di nava 2 salan de şert û merc gihiştine asteke nû, bi awayekî ad hoc (xweser) divê bi lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.

* Ji bo ku şert û mercên niha yên serlêderan li gorî bi rûmeta mirovî re hevaheng bin, ji bo pêkanîna hemî mafên ragihandinê yên ku wê peywendiyên wan bi cîhana derve re misoger bike û biparêze, nemaze serdanên parêzer û malbatê, bi cih bîne û bi dawî anîna qedexeyên sîstematîk ên neqanûnî, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.

* Ji bo pêşîlêgirtina êşkence, miameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê li Stenbolê agir berdan sê wesayitan
Nûçeya Pişt re MAK’ê li Amedê li polîsên dagirker û bazirganên madeyên hişbir xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê êşkence li dadgerekî hate kirin: Daraz di grevê de ye

Hate hşnbûn ku hêzên "ewlehiyê" yên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Avcilar dopeyek dan ber agir

Milîsên Newal Mêrdîn ên HBDH’ê ragihand ku wan li navçeya Avcilar a Stenbolê depoyeke înşaetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Hate eşkere kirin ku Andrey Kiyko yê ku li Rûsyayê wekî “Cinawirê Sosnovkayê” tê naskirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?