Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê
Rojane

Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Assita Kanko diyar kir ku Kurd tenê hatine hiştin û wiha hişyarî da: “Man û nemana Kurdan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Kanko ya ku endama Tevgera Flaman a Nû (N-VA) ya Belçîkayê ye, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd rasterast dibin hedef û divê Ewropa helwesteke zelal û biryardar nîşan bide. Kanko got, “Îro Kurdên Sûriyeyê bi tenê ne, ji aliyê me ve hatine terkirin” û bi bîr xist ku gelê Kurd bi salan di refên herî pêş de li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Kanko wiha dewam kir: “Vê yekê ji bo azadiya me kirin. Ji bo parastina ewlehiya me ya hevpar a li Ewropa û dervayî wê, ne tenê ji bo civaka xwe, bi hezaran can dan.”

Kanko bal kişand ser wê yekê ku Kurd li dijî pêkhateyên cîhadîst ên ku jinan dikin kole, Êzidiyan zindî dişewitînin û bi serjêkirinê hêzê digirin mutefîkên Ewropayê ne û got: “Ew mutefîkên me bûn li dijî terorîstên ku jinan dikin kole, Êzidiyan zindî dişewitînin û ji bo li hin herêmên Sûriyeyê hêzê bi dest bixin seran jê dikin. Gelo em ewqas sist bûne ku em çavên xwe ji tunekirina mutefîkên xwe re bigirin?” Kanko bi bîr xist ku jin di refên pêş ên vê têkoşînê de cih girtine û got: “Wan ji bo me şer kir; di nav wan de jinên ku dîsa ji bo me di refên herî pêş de bûn jî hebûn.”

Kanko diyar kir ku destkeftiyên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin xetereyeke mezin de ne û got ku pêşveçûna hikûmeta veguhêz, destdanîna ser axê û nêzîkatiyên ku belavkirina xweseriya Kurdan dikin hedef, îstîqrara hesas dixe metirsiyê. Kanko anî ziman ku dîmenên hefteyên dawî derketine holê raya giştî ya cîhanê hejandiye û wiha axivî: “Bombebarankirina bêserûber a taxên Kurdan, kolekirina jinan, înfazkirina dîlên şer û vekirina girtîgehên ku cîhadîst tê de ne, divê mijarên sereke bin ku em bala xwe bidin ser.”

Kanko destnîşan kir ku ev geşedan ji bo Ewropayê jî gefeke rasterast e û got: “Dibe ku ev terorîst rojekê li deriyê me bixin. Beriya du hefteyan li ber deriyê Reqayê hildana ala DAIŞ’ê, hişyariyeke tirsnok bû ku divê em rabin ser piyan û bikevin nav tevgerê.” Kanko diyar kir ku tevî agirbestan jî li derdora Kobanê binpêkirin berdewam dikin û got ku modela rêveberiya berfireh a li ser bingeha mafên jinan û parastina kêmneteweyan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Kanko eşkere bang li Ewropayê kir û wiha got: “Em nikarin kesên ku li dijî dijminên me yên hevpar şer dikin bi tenê bihêlin. Divê Ewropa bi biryardarî tevbigere. Bêdengî û bêçalakî li hemberî vê metirsiyê îxaneta li nirxên azadî, rûmeta mirovî û piştgiriyê ye û me hemûyan dixe metirsiyê.” Kanko dubare kir ku Kurd heqê ewlehî, naskirin û pêşerojeke dûrî zilmê dikin û wiha bi dawî kir: “Beriya ku dereng bibe dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropayê bêyî dudilî li cem Kurdan bisekine. Man û nemana wan îmtîhana biryardariya me ye. Têkçûna wan tê wateya mayîna DAIŞ’ê. Em vê naxwazin.”

Kanko her wiha destnîşan kir ku wekî endama Parlamentoya Ewropayê dê her dem li cem vê têkoşînê be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇEYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayîk: Li Rojava civaka demokratîk û îradeya Kurd di hedefê de ye
Nûçeya Pişt re Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê bang
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Norwecê ji bo çareseriya du dewletî civîna navneteweyî

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Norwecê, li Osloyê roja Çarşemê wê bi armanca…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 2 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan, 2 kes jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dengbêjan li Îzmîrê kilamên xwe gotin

Li Îzmîrê bi pêşengiya Jîn Art Hunerê dengbêjan kilamên xwe gotin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?