Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin
Rojane

Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin

Rewşenbîrê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku Rojava bi xiyaneteke giran a DYA'yê re rû bi rû maye û got: "Wan ne Kurd, hişmendiya El Qaîdeyê tercîh kirin. Bi girêdana kravatê mirov ji cîhadîzmê dernakeve; di vê xalê de wê şaş bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ ên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, bersivên navnetewî berdewam in. Nivîskar û fîlozofê Fransî Patrice Franceschi, nivîskarê pirtûka “Ji bo Kobanê Mirin” ê ku ji roja ewil ve li qadê Rojava û Şoreşa Rojava bi baldarî şopandiye, li ser pêşketinên dawî ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘XIYANETA GIRAN A DYA’YÊ HEYE’

Franceschi diyar kir ku sedema sereke ya êrîşên dagirkeriyê yên ku di 6’ê Çile de li taxa Kurd a Helebê destpê kirin û paşê hemû herêma xweser hedef girtin, xiyaneteke giran a DYA’yê li hemberî Kurdan e. Li gorî wî, lihevkirina hatî çêkirin vebijarkeke giran e ku li dijî şer hatiye pêşxistin.

Franceschi bal kişand ser ku DYA bi awayekî pratîk êrîşên li dijî dewleta Tirk û hikûmeta veguhêz a Sûriyê pejirandiye. Wî got ku DYA careke din mîna li Afganistanê û gelek deverên din ên cîhanê, li vir jî nêzîkatiyeke nîşan da û li şûna parastina hevkarên xwe yên li qadê an avakirina stratejiyeke siyasî û leşkerî ya demdirêj û domdar, berjewendiyên xwe yên kurt pêş xist û Kurdan jî mîna gelek gel û aktoran din tenê hişt. Franceschi diyar kir ku ev helwest hem li herêmê bêbaweriyeke mezin diafirîne û hem jî rê li ber pevçûnên nû vedike.

‘EL KAÎDE HATE HILBIJARTIN’

Franceschi bal kişand ser ku li dijî Kurdan El Kaide, yanî cîhadî hilbijartin û got ku di vê rewşê de Tirkiye bi destûra DYA’yê jî, bi rêya van komên cîhadî projeya tunekirina herêma xweser dimeşîne.

Franceschi wiha dewam kir: “Îro kî Sûriyê îdare dike? Ev avahî El Kaide ye û eşkere ye ku ev zihniyet hîn jî tê parastin. Cîhadîyek kravatê girêdide, zihniyet naguhere. Tê gotin ku Colanî di bin kontrolê de ye; lê wisa nîne. Di êrîşên dawî de êrîşên li ser sivîlan û komkujî nîşan didin ku ev avahî ji kontrolê derketiye. Dîsa, li hemberî me avahiyeke heye ku her carê li peymanên bi Kurdan re naşopîne. Bi kurtî, li şûna Kurd û Rojava ku ji bo demokrasiya herêmê girîngiyeke jiyanî heye, ev avahiya cîhadî hate hilbijartin.”

‘HELWESTA FRANSAYÊ NAYE PEJÎRANDIN’

Franceschi helwesta welatên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî ya Fransayê, wekî xiyanetê nebîne jî wekî xeletiyên giran binav kir û got ku ev yek di pratîkê de tê wateya terikandina Kurdan. Wî bi tundî rexne li ser wê yekê kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron HTŞ’ê Colanî li Parîsê pêşwazî kir û got ku ev yek qebûl nabe û hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê exlaqî ve berpirsiyariyeke giran tîne.

Franceschi wiha got: “Qebûlkirina avahiyeke wisa cîhadî li Parîsê û hewldana rewa nîşandana vê têgihiştinê qebûl nabe. Wêneyên ku Serokomar Macron Colanî hembêz dike nehatin jibîrkirin. Em dizanin ku îro Fransa di êrîşên li ser Rojava de rola dîplomatîk dilîze. Lê pir dereng maye.”

‘JI BO EWROPAYÊ JÎ METIRSÎ YE’

Franceschi diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo ewlehiya Ewropayê jî metirsiyek e. Û got ku terikandina Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û wan leşkerî têk birin, ji bo Ewropayê jî dê encamên wê hebin. Franceschi bal kişand ser hebûna endamên DAÎŞ’ê di zîndanan de li herêmê û wiha got: “Hate pêşbînîkirin ku ewlehiya zîndanan ku endamên DAÎŞ’ê tê de girtî ne, bê dayîn hikûmeta demkî ya Sûriyê. Wêneyên li Reqayê û deverên din nîşan didin ku ev polîtîka xeletiyek e. Em nizanin çiqas cîhadî hatin berdan. Hebûna van cîhadîyan li vir ji bo Ewropayê jî metirsiyeke berdewam e.”

‘BI ZIHNIYETA EL KAÎDEYÊ PÊŞEROJ NAYÊ AVAKIRIN’

Franceschi li ser peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî nirxandin kir û got: “Divê wekî vebijarkeke li dijî şerekî giran were nirxandin.”

Franceschi diyar kir ku civaka navnetewî ji bo parastina Rojava li hemberî xiyaneta DYA’yê dereng maye û wiha bang kir: “Ligel her tiştî divê ev avahî were parastin. Bi zihniyeta El Kaideyê tu carî Sûriyeke ji nû ve nayê avakirin. Ev yek ji bo hemû gelên li welat û ji bo her kesî metirsiyek e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê “Naskirina statuya Kurdan wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be.”
Nûçeya Pişt re Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevanê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket

Rojnamevan Mirad Mîrza ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku li Urmiyeyê du jinên Kurd bêyî biryara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?