Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Paula Martin Ponz: Tirkiye neçar ma ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Rojane

Paula Martin Ponz: Tirkiye neçar ma ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

Parêzer Paula Martin Ponz têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re got, "Haya Tirkiyeyê ji hêza Abdullah Ocalan çêbû û neçar ma ku pê re hevdîtinê bike" û daxwaza azadiyê ji bo Rêber Apo û girtiyên siyasî hemûyan re kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzera rêxistiniya femînîst IACTA Paula Martin Ponz ku sala 2023’an tevlî heyeta navneteweyî bû, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çû Tirkiyeyê, li ser hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re ji ANF’ê re axivî.

Paula Martin Ponz bi bîr xist ku ji bo çûyîna Îmraliyê destûr ji wan re nehate dayin û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovn li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê li ber binpêkirina mafên mirovan rabin.

‘YA KU LI ÎMRALIYÊ TÊ KIRIN ÊŞKENCE YE’

Paula Martin Ponz anî ziman ku êşkenceya li ser Rêber Apo helwestek li dijî gelê Kurd bi temamî ye û got, “Ev êşkence di heman demê de binpêkirina mafên mirovan a li hemberî hemû alîgirên demokrasî û têkoşîna azadiyê ye. Li Îmraliyê rewşeke ji binpêkirina mafên mirovan jî wêdetir heye. Ya ku li Îmraliyê diqewime êşkence ye. Armanca şandeya me ew bû çavdêriyê li rewşa girtiyên li wê derê bike û zextê li Tirkiyeyê bike ji bo li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigere.”

Paula Martin Ponz destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê ne tenê bi Tirkiyeyê sînodar e û ragihand ku divê zext li dewletên din jî bê kirin ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin. Paula Martin Ponz got, “Ev dewlet ew dewlet in ku mohra xwe danîne binê peymanên mafên mirovan Ji her cûre êşkence û kiryarên xerab berpirsyar in.”

‘TIRKIYE NEÇAR MA KU HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE BIKE’

Paula Martin Ponz diyar kir ku hevdîtina Rêber Apo ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan û heyeta DEM Partiyê re girîng bû û destnîşan kir ku van hevdîtinan careke din nîşan dan ku fikrên Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e. Paula Martin Ponz got, “Di heman demê de Tirkiyeyê fêhm kir ku ji aliyê civakî û siyasî ve neçar e hevdîtinê bi Ocalan re bike. Careke din eşkere bû ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, ji bo gelên bindest hemûyan kesayetekî girîng e.”

‘TIRKIYE BI HÊZA ABDULLAH OCALAN HESIYA’

Paula Martin Ponz diyar kir ku ew ne bawer e ku tecrîd bi dawî bûye û got, “Em hîn nizanin bê tecrîd hatiye rakirin an na. Tirkiyeyê ev yek gelek caran dubare kir, lê belê ji bo di sêgoşeya gelê Kurd, Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de ji bo têkilî û pêvajoyeke nû rû bide, bi hêza Ocalan hesiya. Abdullah Ocalan lîderek e û bi rengekî kolektîf tevdigere. Di heman demê de ev çareseriya xwe jî çareseriyeke kolektîf a ji bo hemû gelan e. Dîroka van çareseriyan dinirxîne û ji bo paşerojê jî perspektîfeke girîng pêşkêş dike. Şerê ol û mezhebî yê rabirdûyê yê li Rojhilata Navîn baş şîrove kiriye û li gorî vê jî çareseriyek pêşkêş kiriye.”

‘AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ HEMÛYAN RE’

Paula Martin Ponz destnîşan kir ku mîna her girtiyekî divê Rêber Apo jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û herî dawî got, “Mafê her girtî heye ku zanibe wê kengî bê berdan. Tecrîda li ser Ocalan û jêstandina mafê hêviyê êşkence ye. Li ti devera cîhanê êşkence nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ne tenê bi têkoşîna xwe ya 40 salan a ji bo Kurdan her wiha bi ‘kuştina mêrê li nava xwe’ bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne. Daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan dikim. Daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî hemûyan re dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi sedan ciwan li dijî desteserkirinê li ber xwe didin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya demkî ya Şamê wê li Enqereyê hevdîtin pêk bîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Werîşe Mûradî: Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû

Girtiya siyasî Werîşe Mûradî, bi nameya ku nivîsiye komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameya ‘Abdullah Ocalan’

60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, li dijî tecrîda Îmraliyê name ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de banga têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewlet hate kirin

Jinan di çalakî û daxuyaniyên çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tundiya mêr-dewletê banga têkoşînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?