Li beramber serlêdana fermî ya organîzeriya Festîvala Berwarî Bala û Liqa 18’an ya PDK’ê ya Amêdiyê, artêşa Tirk ji bo lidarxistina festîvalê destûr da ku welatî dikarin di rêya stratejîk û geştiyarî ya Berê Sîlê û Baroxê hatin û çûnê bikin.
Çavkaniyek taybet ji ajansa Rojnewsê re ragihand ku ev biryare tevî ku heta radeyekê asankariyê ji bo welatiyan û beşdarên festîvalê dike, lê nerazîbûn û pirsên cidî li aliyê nîştecihên herêmê ve çedike û got; “Ji ber ev rêyeke giştî û geştiyariyê ye ku li nav Herêma Kurdistanê ye. Lê niha bûye rêyek leşkerî û dagirkeriyê. Bi awayek wisa ku welatî ji bo di vê derbazbûna di rêyên di nav axa xwe de, li benda merc û destûrdayîna artêşa Tirk bin ku tenê ji bo sê rojan destûr ji wan re hatiye dayîn. Ew jî ji ber festîvalê ye.”
Li gorî agahiyan, dirêjahiya rêya gihiştina van deveran tenê 35 kîlometre ye. Ev tevî wê yekê ye ku welatiyên ku ev sê rojin li derveyî bajêrin û neçarin, dema ku dixwazin biçin Kanî Masê divê bikevin ser rêya dirêj a ji bo gel û gundan ku ji 80 kîlometreyan zêdetire. Ev yek barekî mezin li ser geştiyaran û niştecihên herêmî çêdike.

