Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re’ -II
Kurdistan

Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re’ -II

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd' ku bi meşên ji Amedê heta Stenbolê, grevên birçîbûnê û mîtîngan hate xurtkirin, bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re mezin dibe û dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an li Strasbourgê destpê kir, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî pêleke mezin a piştevaniyê ji bo vê pêngavê bilind bû.

Kampanya li Tirkiye û Bakurê Kuridstanê bi tevlîbûna tevgerên gel, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û girtiyên li zindanan mezin bû.

Kampanyaya li Ewropayê destpê kir di serî de li Amed, Wan û Şirnexê li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê weke Stenbol û Îzmîrê deng veda. Kampanya bi meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, nobed û çalakiyên çandî hate berfirehkirin û hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo ji bo aştiya Kurd-Tirk gelekî girîng e.

Vaye agahiyên berfireh ên li ser bûyerênn ji destpêka kampanyayê û vir ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimîn:

2023

10’Ê COTMEHA 2023

Platforma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ li ber Opera Sureyya a Kadikoyê ya Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

KCD, DBP û TJA’yê li Sumerparkê ya li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.”

Li bajarên weke Mêrdîn, Êlih, Riha û Edeneyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin; li Mêrdînê bi destwerdana polîsan re pênc kes hatin binçavkirin.

15’Ê COTMEHA 2023

DEM Partiyê ji bo danasîna kampanyayê li Amedê civÎna gel lidar xist. Di civîna li Sumerparkê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan e.

Li Wanê li Parka Mûsa Anter civîneke bi heman rengî hate lidarxistin; polîsan piştî civînê 3 kes binçavkirin.

23’Ê COTMEHA 2023

Komek ji 78 kesan ku ji rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîran pêk dihat, li saloneke li Taksîmê deklarasyona ‘Banga aştiyê’ weşand.

Di deklarasyonê de hate gotin, “Ji bo azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê diyalog bê destpêkirin.”

DEM Partî û TJA’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî dan deklarasyonê. Li Parka Koşûyolû ya Amedê 200 kes li hev kom bûn.

3’Ê MIJDARA 2023

TJA’yê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Sumerparkê semînerek lidar xist. Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo hate nîqaşkirin; zêdeyî 300 jin tevlî bûn.

Li Wan û Mêrdînê rêxistinên jinan bi semînerên bi heman rengî piştgirî dan kampanyayê.

18-19’Ê MIJDARA 2023

Di 18’ê Mijdarê de ‘Meşa Gemlîkê’ ji Amedê destpê kir. Bi deh hezaran kes bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîdê re, azadî ji Ocalan re’ ber bi Gemlîkê ve meşiyan. Polîsan ji derketina Amedê bend danîn, 30 kes binçav kirin.

19’ê Mijdarê komên ji Marmara, Ege û Anatoliya Navîn hatin, ji Kadikoyê ber bi Gemlîkê ve meşiyan. Bi astengiya polîsan re 25 kes hatin binçavkirin.

27’Ê MIJDARA 2023

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo greva birçîbûnê dan destpêkirin. Grev bi giranî i girtîgehên il Amed, Wan, Şirnex, Xarpêt, Edene, Îzmîr û Enqereyê hate meşandin.

Xizmên girtiyan dest bi ‘Nobeda Edaletê’ kirin. Polîsan 10 kes binçav irin.

Li Wan, Edene, Mersîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên nobedê hatin lidarxistin; li Wanê li Parka Mûsa Anter 8 kes hatin binçavkirin.

7-14’Ê KANÛNA 2023

Li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Îzmîr, Edene û Rihayê di çarçoveya ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a navneteweyî’ de berhemên Rêber Apo hatin xwendin. Li Sumerpark a Amedê 500 kes, li Wanê li Parka Mûsa Anter 300 kes li hev kom bûn.

Li Kadikoy a Stenbolê standa DEM Partiyê hate danîn, polîsan stand rakirin. ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a navneteweyî’ li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû.

2024

1’Ê ÇILEYA 2024

TJA’yê li Sumerparkê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’ da destpêkirin. Çalakiyê salekê dewam kir.

Li Kadikoyê TJA û Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê forûma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lidar xistin.

Li Wan, Mêrdîn û Edeneyê ‘Xwendinên Azadiyê’ hate destpêkirin.

15-17’Ê ÇILEYA 2024

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li dijî tecrîdê ji bo sê rojan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li Parka Koşûyolûyê 200 ciwanan pankarta bi nivîsa ‘Azadî ji Ocalan re’ hildan û 12 kes hatin binçavkirin.

23-25’Ê ÇILEYA 2024

Rêxistina Stenbolê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Kadikoyê greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin.

DEM Partiyê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê, 5 kes hatin binçavkirin.

15’Ê SIBATA 2024

Li Amed, Wan, Şirnex û ÊLihê di salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

8’Ê ADARA 2024

Li Amed, Êlih, Wan, Mêrdîn, Îzmîr û Rihayê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya TJA’yê mîtîng hatin lidarxistin. Li Amedê li Qada Stasyonê 50 hezar, li Êlihê li Stadyûma Bajêr a 16’ê Gulanê 30 hezar jin li hev kmo bûn. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo hate destnîşankirin.

Li Kadikoyê 10 hezar jin bi pankarta bi nivîsa ‘Azadî ji Ocalan re’ meşiyan.

21’Ê ADARA 2024

Li Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih, Riha, Agiriyê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serketinê ye’ hate lidarxistin. Bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

4’Ê NÎSANA 2024

Bi wesîleya rojbûna 75’emîn a Rêber Apo meşa ‘Ji bo azadiyê ber bi Amarayê’ hate lidarxistin. 20 hezar kes ji Xelfetiyê heta Amarayê meşiyan û peyama ‘Azadiya fîzîkî ya Ocalan mifteya aştiyê ye’ dan.

Di Festîvala 4’ê Nîsanê de peyama Rêber Apo ya ji bo ciwanan hate xwendin. Polîsan 10 kes binçav kirin.

DEM Partiyê li Sumerparkê daxuyaniyeke piştevaniyê da.

9’Ê TEBAXA 2024

Xizmên girtiyan di hefteya 16’an a çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bînin’ li ber Rêxisitna Navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

13’Ê COTMEHA 2024

Mîtînga ‘Azadî ji Ocalan re’ ku DEM Partî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da, li gel qedexeya walîtiyê jî li Qada Stasyonê hate lidarxistin.

17’Ê MIJDARA 2024

Li Êlihê mîtînga ‘Azadî û Demokrasiyê’ bi beşdariya 30 hezar kesî pêk hat.

23’Ê MIJDARA 2024

Rêber APo piştî 43 mehan karîbû biraziyê xwe Omer Ocalan bibîne. Peyama xwe jî bi vî rengî bû: ‘Şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza pratîk û teorîk im ku pêvajoyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.”

Li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

28’Ê KANÛNA 2024

Heyeta DEM Partiyê (Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk) hevdîtina duyemîn bi Rêber Apo re kirin. Rêber Apo Meclîs weke zemîna çareseriyê nîşan da.

Li Sumerparkê civîna gel hate lidarxistin, peyama Rêber Apo hate nîqaşkirin.

16’Ê KANÛNA 2024

Meşa ‘Azadî û Çareseriya Demokratîk’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir. Polîsan 12 kes binçav kirin.

2025

17’Ê ÇILEYA 2025

Heyeta DEM Partiyê hevdîtina sêyemîn bi Rêber Apo re kir. Rêber Apo got, “Ez amade me ji bo aştî û demokrasiyê gavên pêwîst biavêjim.”

Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wê bibe dengê peyama Rêber Apo.

27’Ê SIBATA 2025

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji aliyê DEM Partiyê ve hate eşkerekirin. Ahmet Turk (Kurdî), Pervîn Bûldan jî (Tirkî) xwend. Li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê jin li hev kom bûn û piştgirî dan bangê.

Piştî vê bangê pêngav ji bo peyamên Rêber Apo bigihîne gelan bê navber dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 4 rojnamevan hatin girtin
Nûçeya Pişt re Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

KNK'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê Kurdan da. KNK’ê diyar kir ku gotinên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em li hemberî lîstikên provakatîf û gefên mîna DAÎŞ’ê yên li dijî Yekîtiya me hişyar bin!’

KCÊ-E’yê destnîşan kir ku mafê ti kesî nîne mîna DAÎŞ’iyan gefan li Êzidiyan bixwin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan li bajarokê Çemçemalê xelatên rûmetê dane hunermendên Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?