Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Pêngava li Şengalê di sala 2’yemîn de ye: Sala duyemîn wê bibe sala serketinê
Kurdistan

Pêngava li Şengalê di sala 2’yemîn de ye: Sala duyemîn wê bibe sala serketinê

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ bi wesîleya salvegera yekemîn a pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re' daxuyaniyek dan û gotin, "Ji bo xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîn û çalakiyên xwe xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navnetewî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navnetewî bûn. Şengal di nava salekê de gelek çalakiyên cihêreng di çarçoveya pêngavê de lidar xistin. Salek li ser vê pêngavê re derbas bû.

Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya Şengalê daxwuyanî ji aliyê Sûham Şengalî û endama Têkiliyên derve ya TAJÊ Êzidî û Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala duyemîn a pêngavê de wê asta têkoşînê bê bilindkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wekî tê zanîn di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navnetewî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî ev pêngav weke pêngava azadiya hemû gelên bindest nirxand û di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navnetewî bûn. Di nav sala borî de li seranserê dinyayê bi sedan çalakiyên cûda hatin lidarxistin û bi mîlyonan kes tevlî pêngavê bûn. Şengal jî seranserê salê ji bo pêşxistina vê pêngavê çalakiyên bi wate pêşxistin. Niha tam salekî di ser vê pêngavê re derbas bûye ku em encamên sala borî binirxînin û bi îddia û baweriyeke xurtir dest bi sala duyemîn a pêngava azadiyê bikin.

HEDEF AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navnetewî de teslîmî dewleta Tirk hate kirin û ev 25 sal in di nav tecrîdeke giran de tê girtin. Yanî Rêber Abdullah Ocalan ku ev 50 salin têkoşîn û berxwedana azadiya gelên bindest dimeşîne, ji nîvê vê têkoşîna xwe di zindana Îmraliyê de derbas kir. Di nav van 25 salan de ji bo azadiya wî gelek caran çalakî û kampanyayên cûda hatin lidarxistin. Lê ev pêngava dawî ku hatiye destpêkirin ji hemû kampanyayên beriya niha cûdatir e. Ya yekemîn, ev çalakî di asta pêngavekî de hate destpêkirin û hedef azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Yanî heya azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin ev pêngav wê berdewam bike. Ya duyemîn, hemû xebatên me yên ji bo azadî û demokrasiya gelan jî bi vê pêngavê re girêdayî ye. Yanî têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û têkoşîna me ya ji bo azadî û xweseriyê pêk ve têne meşandin. Ji ber vê, ev pêngava dawî hem bi hedef û armancên xwe ve hem bi şêweyê çalakiyên xwe ve ji pêngavên demên borî cûdatir e.

HÊVIYA MIROVAHIYÊ DÎSAN AVA BÛ

Di nav salekî de ji xwe ev ferq û cûdahiya vê pêngavê xwe bi her awayî nîşan da. Ev pêngav li hemû cîhanê veguherî pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê zêdetir li dinyayê berbelav bû. Bi naskirina fikrên Rêber Ocalan re hêvî û baweriya miravahiyê car din geş bû. Ev pêngav li ku derê hatibe destpêkirin, li wê derê coş, moral û hêvî çêbû. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, feylesof, nivîskar û ilimdarên dinyayê bi fikrên Rêber Ocalan geş bûn. Herî dawî 69 xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Ocalan banga azadiyê kirin. Em bala xwe bidinê, ev dinyaya ku parçe parçe hatiye kirin li derdora pêngava azadiyê bû yek. Em bînin bîra xwe, ne di mijara şerê Ukrayna-Rûsyayê de ne jî di şerê Hemas û Îsraîlê de dinya nebû yek, lê di mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan de mirovahiya azad bû yek deng. Ev xalekî pir girîng e ku divê em rast binirxînin. Ev tê çi wateyê; ev dinyaya ku bi şer û pevçûnan hatiye parçekirin, ev dinyaya ku bi siyaseta desthilatdaran di nav şerên olî, mezhebî û qewmî de hatiye parçekirin, yekbûna xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dît.

TECRÎD ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN KÛR DIKE

Sala borî her wiha bi şer û pevçûnên giran derbas bû. Bi taybet êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstîn û Lubnanê, Rojhilata Navîn xist nav behra xwînê. Ev rewşa şer jî tesbît û nirxandinên Rêber Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn car din piştrast kir. Rêber Abdullah Ocalan bi dehan salan e hişyar dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne bi şerê desthilatdariyê ne jî bi şerên olî, mezhebî û qewmî çareser nabin. Ev tesbîtên Rêber Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn, di nav sala borî de careke din bi isbat û delîl bû. Ji ber vê, gelên Rojhilata Navîn jî zêdetir berê xwe didin fikrên Rêber Ocalan. Êdî herkes dibêje ku tecrîda li ser Rêber Ocalan şerê li Rojhilata Navîn kûrtir dike û azadiya wî wê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên herêmê veke. Ev jî encameke girîng a pêngava azadiyê bû.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ SÎSTEMEKE NAVNETEWÎ YE

Dîsa pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rastiya sîstema dewlet û desthilatdaran jî careke din raxist ber çavan. Di serî de Ewropa, dewletên ku xwe wekî nûnerên azadî û demokrasiyê nîşan didin derket holê ku ti eleqeya wan bi azadî û demokrasiyê nîne. Vê pêngavê ji her demê zêdetir zelal kir ku sîstema Îmraliyê sîstemeke navnetewî ye û yên ku dibin sedem ku tecrîd berdewam bike û Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya fîzîkî bêpar were hiştin sazî û dezgehên navnetewî ne ku her roj bi navê azadî û demokrasiyê sond dixwin! Vê pêngavê rûyê reş a van dewlet û saziyan nîşan da. Vê pêngavê nîşan da ku ev sazî û dewletên navnetewî li dijî azadî û demokrasiya gelan in.

AZADÎ BÊ ÇALAKÎ NABE

Bi cewherî di encama pêngava azadiyê de gelek encamên girîng û dîrokî derketin holê. Hêvî û îddiaya azadiyê ji her demê xurtir bû. Lê lazim e em vê jî tesbît bikin ku em hê negihiştine hedefên xwe yên esasî. Hedefa esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, her wiha mîsogerkirina xweseriya Şengalê ye. Me ber bi van hedefan ve gav avêtin lê em tam negihane van hedefan. Ev jî mijara rexnedanê ye ji bo me. Ji ber vê di duyemîn sala pêngavê de lazim e em kêmasiyên xwe derbas bikin da ku em bigihin serkeftinê. Ji bo em li Şengala xweser û azad pêşwazî li Rêber Abdullah Ocalan bikin lazim e em çalakiyên xwe xurtir bikin û leza xwe bilind bikin. Pêwîst e di sala duyemîn a pêngavê de em fikrên Rêber Abdullah Ocalan li her malekî li Şengalê bidin naskirin û li vê esasê em her kesekî li Şengalê tevlî çalakiyên azadî û xweseriyê bikin. Eger em fikrên Rêber Ocalan bi rastî bi civakê bidin naskirin, her kesekî ku vê fikrê nas bike wê tevlî çalakiyan bibe. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje: ‘Azadî bê çalakî nabe’.

WÊ FIKRÊ AZAD LI NÎNOWAYÊ DENG VEDE

Her wiha di sala duyemîn a pêngavê de em ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Deşta Nînowayê û di asta Iraqê de zêdetir bixin rojevê. Bi taybet em ê hewl bidin ku vê pêngavê veguherin pêngaveke azadî û demokrasiyê ya Iraqê jî. Ji ber ku Iraq bi xwe di nav qeyraneke mezin de ye, dixwaze xwe ji qeyranan rizgar bike, lê dike û nake ji kembera şer û pevçûnan xilas nabe. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Iraqê jî ji bo dewleta Iraqê jî rêya çareseriyê ye. Ji ber vê em ê vê rastiyê zêdetir bixin rojeva dewleta Iraqê û emê hevkariya bi hêzên demokrasiyê yên Iraqê re xurtir bikin.

WÊ SALA DUYEM WÊ BIBE SALA SERKETINÊ

Li ser van esasan em êdî dest bi têkoşîna sala duyemîn a pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ dibin. Bi hêz û tecrubeya sala yekemîn a pêngavê, em bi îddia û hêviyeke mezintir dest bi sala duyemîn a pêngava azadî û xweseriyê dikin. Ev pêngav di heman demê de bersiv û helwesta me ya ji bo siyaseta şer a li herêmê ye jî. Em jê bawer in ku wê sala 2025’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê. Eger em hêvî, bawerî û têkoşîna xwe bilind bikin Azadiya Rêber Ocalan jî xweseriya Şengalê jî ne dûr e. Emê weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşengiya sala duyemîn a pêngavê kar û xebatên xwe xurtir bikin. Her wiha em bang li gelên Şengalê, hemû gel û baweriyên li Deşta Nînowayê û hêzên demokrasiyê yên Iraqê jî dikin ku ji her demê zêdetir beşdarî pêngava azadiyê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ezda Andok: Em ê heta dawiyê li ser xeta Bêrîtanê bimeşin
Nûçeya Pişt re Serdana ji bo şîna şehîd Jêhat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî biryargeha ewlekariya sînor a Pakistanê êriş: 3 mirî

Li bajarê Peşaver ê Pakistanê ku paytexta eyaleta Hayberê ye, di êrişa xwekujî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

HRE: Li Efrînê dagirkerek hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Çelebî: Ger rejîma Îranê bimîne jî, wê emrê wê ne dirêj be

Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku her çiqasî rejîma Îranê di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?