În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pervîn Buldan: Em li bendê ne ku komîsyonek ji pênc kesan pêk tê biçe Îmraliyê
Rojane

Pervîn Buldan: Em li bendê ne ku komîsyonek ji pênc kesan pêk tê biçe Îmraliyê

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan daxuyand ku tê plankirin ku di hefteyên pêş de şandeyek ji pênc kesan pêk tê wê serdana Îmraliyê bike. Buldan diyar kir ku Rêber Apo jî li bendê ye ku Komîsyon demildest biçe Îmraliyê û ji bo lezbûna pêvajoyê tevkariy

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan têkildarî geşedanên dawî beşdarî bernameya “Gundem” a Medya Haber TV bû. Buldan derbarê hevdîtina 3’yê Cotmehê ya bi Rêber Apo re kirin de agahî da.

Pervîn Buldan got, “Em wek şandeyek çûn. Birêz Ocalan pir çalak, bi moral û bi xwe bawer bû. Me hevdîtinek dirêj û berhemdar kir. Me Ocalanek bi tendurist, bi biryar û bi coş dît.”

Buldan anî ziman ku wan bi girtiyên din ên li Îmraliyê re jî hevdîtinek kurt pêk anîne û wiha domand: “Hevalê Hamîlî emeliyateke biçûk derbas kiribû, lê dema ku bihîst em li wir in tevlî hevdîtinê bû. Tenduristiya girtiyên din baş bû. Di şertên birêz Ocalan de hîn jî ti guhertin çênebûye.”

‘HER ÇIQASÎ HÊDÎ BE JÎ PEDAL DIZÎVIRE’
Buldan di nirxandina pêvajoyê de ev tişt anî ziman: “Îdiayên ku dibêjin pêvajo rawestiyaye ne rast in. Her çiqasî hêdî be jî pedal dizîvire. Tevî ku hêdî be jî, pêvajo berdewam dike. Baştirkirina şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan pir girîng e. Dema ku şert û merc biguherin dikare rasterast beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.”

‘DIVÊ HERDU ALÎ BI LEZGÎNÎ BI HEV RE GAVAN BAVÊJE’

Pervîn Buldan anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de got ku pêvajo di qonaxek krîtîk de ye û got, “Birêz Ocalan got ku divê gavên girîng bi hev re werin avêtin. Bi girîngî binê wê xêz kir. Hişyariya ku ger bi hev re gav neyên avêtin, wê komên li dijî pêvajoyê xurt bibin, kir. Vê yekê timî dibêje. Nirxandina ku yên dixwazin vê pêvajoyê têk bibin û asteng bikin û heta mekanîka darbeyê dikare bikeve dewrê. Ez jî dixwazim bibêjim ku pêvajoyek ku divê dereng neyê xistin, bi lez divê bi hev re gav bên avêtin û ewqas giran rêveçûna vê pêvajoyê xetereye. Di hevdîtinên ku em dikin de vê yekê timî tîne ziman. Em şêweyê xebata Komîsyonê rexne dikin. Em her dibêjin divê gavên hiqûqî yên pêwîst bavêje û giraniya ji bo sererastkirina qanûnan jî ji ser xwe bavêje. Dibe ku di pêvajoyeke ku hesasiyeta dijberên pêvajoyê di ber çavan de derbas dikin û hesas nêzîk dibin de derbas dibin. Divê vana hemûyan di ber çavan de debas dikin û li gorî wê giran dimeşe, lê hem şert û mercên birêz Ocalan divê biguherin, hem pêvajoya Komîsyonê bi lez bibe û xebatên xwe bi dawî bike. Di heman demê de em ketine qonaxeke ku divê çarçoveya qanûnî û hiqûqî derkeve holê. Bêguman, civak van pêşketinan ji nêz ve dişopîne. Ji aliyekî ve pirsgirêka bê baweriyê heye û ji aliyê din ve jî beşek ji civakê heye ku rexneyên tund dike. Dibêjim ku divê her du alî gavên bilez û bi hev re bavêjin.”

“DIVÊ KOMÎSYON BI LEZGÎNÎ BIÇE ÎMRALIYÊ”

Pervin Buldan diyar kir ku komîsyona ku di çarçoveya pêvajoyê de li meclîsê hatiye avakirin, qonaxa guhdarîkirinê hema hema bi dawî kiriye û dibe ku hefteya bê bi guhdarîkirina jin û ciwanan re ev qonax bi temamî bi dawî bibe. Buldan agahî da ku komîsyon dê di berdewamiyê de dîsa Wezîrê Karên Derve û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin guhdar bike û wiha got: “Piştî vê yekê tê gotin ku qonaxa guhdarîkirinê dê bi dawî bibe. Em hêvî dikin ku piştî vê Komîsyon biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Di vî warî de Birêz Ocalan jî xwedî hêviyeke mezin e. Di hevdîtina me ya dawî de jî wî careke din nirxandinên xwe li ser komîsyonê, erkên wê û çûyîna wê ya Îmraliyê parve kirin. Destnîşan kir ku komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin gelekî girîng e. Bi rastî jî ew di çend civînên dawî de vê yekê bi awayekî domdar diyar dike. Ew xebatên Komîsyonê ji nêz ve dişopîne. Di her hevdîtinê de ji heyeta me bi taybetî di vî warî de agahî digire. Di hevdîtina dawî de wî got ku ew haydar e ku dem zû derbas dibe û got, ‘Divê komîsyon bi lezgînî biçe Îmraliyê.’ Birêz Ocalan daxwaz dike ku rîtma pêvajoya aştî û çareseriyê were bilindkirin. Diyar kir ku çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê dikare vê rîtmê bilez bike. Divê komîsyon piştî guhdarîkirinan bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, Birêz Ocalan jî vê hêvî dike. Heya niha dîrokeke zelal tune. Em hêvî dikin ku piştî 1-2 hefteyan, piştî ku guhdarîkirin bi dawî bibin, heyeta ji 5 kesan pêk tê ya ji nav Komîsyonê biçe Îmraliyê.”

“PLAN EW E KU HEYETEKE JI 5 KESAN BIÇE”

Pervin Buldan derbarê endamên komîsyonê yên ku tê payîn ku biçin Îmraliyê de nirxandin kir û axaftina xwe wiha dom kir: “Plan ew e ku heyeta ji 5 kesan pêk tê, ku ji nûnerên partiyên xwedî kom biçe. Agahiya ku ji me re hatiye dayîn ev e. Li Meclîsê partiyên ku koma wan tune jî hene, ew jî di nav komîsyonê de cih digirin. Lê belê ka ji wan kesan dixwazin biçin hene an na, di vî warî de agahiyeke zelal tune. Lê ji ber ku nûnerên 5 partiyên siyasî yên xwedî kom hene, bêguman ji wan her yek kesek dê here. Ka ew ên ku komên wan tune dê biçin an na, ez dixwazim diyar bikim ku di vî warî de tiştekî zelal tune. Dibetiya çûyîna Birêz Numan Kurtulmuş a giravê tune. Tiştekî wiha neketiye rojevê. Birêz Ocalan jî ev yek diyar nekir. Tenê tê plan kirin ku heyeta ji 5 kesan pêk tê, ku ji endamên komîsyonê pêk tê, biçe.”

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KOMAW: Şehîd rûmeta gelê me ne
Nûçeya Pişt re Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hêzên hikûmeta demkî binpêkirinên xwe didomîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

Nivîskar Mehmed Devîren li ser pêvajoyê axivî û ragihand ku sererastkirinên qanûnî hîmekî girîng ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sûcên şer ên artêşa Tirk meha Hezîranê dewam kirin

Artêşa Tirk a dagirker-qirker li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

YPG: Şoreşa me nîşan daye ku îradeya berxwedanê wê bi ser bikeve

YPG’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kir û got: “Şoreşa me îspat kiriye ku li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?