Partiya Jiyana Azad a Kurdistan a Kurdistanê-PJAK’ê têkildarî demek dirêj a girtina endamekê xwe ji aliyê rejîma Îranê ve û nediyarbûna çarenûsa wî bi daxuyaniyekê hişyarî da rejîma Îranê.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;
“Komara Îslamî ya Îranê rasterast berpirsiyarê çarenûsa Xalid Berzencî ye; divê rejîm polîtîkaya xwe ya windakirinê bidawî bike.
Siyaseta berdewam a xwe dûrkirina ji eşkerekirina çarenûsa hevalê me Xalid Berzencî ya rejîma Îranê, bûye sedema fikarên kûr û cidî li ser rewşa tenduristiya wî, her wiha şert û mercên girtina wî. Hevalê Xalid di 9’ê Tîrmeha 2026’an de ji aliyê hêzên hikûmetê ve li gundê Ûçtepe yê Bokanê hate girtin. Ji wê demê ve, rejîma Îranê ji dayîna her cure agahdariya zelal û pêbawer li ser cih û rewşa wî ya qanûnî ji direve.
Em bi eşkere dibêjin ku hemû encamên yasayî û berpirsiyariya tevahî ya parastina jiyan, tenduristiya fîzîkî û ewlehiya hevalê me Xalid Berzincî rasterast li ser milê rayedarên Îranê ye. Hikûmet ji vê yekê berpirsyare bêyî ku pêvajoya veşartinê bidomîne ku demildest daxuyaniyeke pêwîst li ser rewşa wî ya fîzîkî, cihê ragirtinê û pêdiviyên yasayî bide.
Her xemsarî an jî xweveşartina di dayîna bersivên zelal ya têkildarî rewşa hevalê me de nayê qebûlkirin û encamên her xemsarî, tevgerên ji pîvanên mirovî wê rasterast bikevin ser milê rejîma Îranê. Veşartina çarenûsa hevalê me divê berdewam neke û divê di zûtirîn dem de bi dawî bibe.”

