Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê
Kurdistan

PJAK’ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê

Komîteya Tenduristiyê ya PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê û bang li rêxistin, sazî û dezgehên tenduristiyê hemûyan kir ku li hemberî qirkirina jinan û civakê helwestê nîşan bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çend roj in li gelek deveran karmendên tenduristiyê li dijî şertên zehmet ên kar û binpêkirinên mafan, dest bi boykot û xwepêşandanan kirine.

Komîteya Tendirustiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser mijarê daxuyaniyek da, piştgiriya xwe ya ji bo boykot û nerazîbûna karmendên tendirustiyê nîşan da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Komîteya Tendurustiyê ya PJAK’ê
Em piştgiriya serhildana karmendên tenduristiyê yên li Îranê dikin

Di sedsala bîst û yekem de çanda destdirêjî û mêrsalariyê di hemû qadên jiyanê de bi êrişkirina li ser jinan nirx û pîroziyên civakê dike armanc. Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta îro her tim jin xwediyên rastîn ên jiyanê ne. Di kesayetiya jinan de sîstema modernîteya kapîtalsît civakê dike armanc û bi siyaseta dîzaynkirinê hewl dide civaka xwe ava bike. Di her civakekê de pîvana exlaq û wîjdanê bi jinan tê temsîlkirin. Ya ku jiyanê ava dike, bi rê ve dibe û parastina exlaqa civakê dike, di esasa xwe de hebûna jinan e. Ji ber vê yekê, li hemberî zihniyeta mêrsalar jin divê xwe rêxistin bikin. Divê hemû qadên jiyanê di çarçoveya hevdengî û hevfikiriyê de xwerêxistinkirina jinan xurttir bikin. Li hember vê sîstemê, xweparastin û pêşxistina parastina cewherî esas e. Ew destdirêjiya ku li ser jinan tê meşandin, li dijî yekitî û hevgirtina rêxistinbûna jinan e; ji ber ku tirsa wan ji îradeya jinên berxwedêr heye. Mînaka berbiçav di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê kuştina jina Kurd “Jîna Emînî” ye ku bû qurbaniya destê zihniyeta mêrsalar. Civakê ji destpêkê ve bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê tovê zihnî yê jiyana azad çandiye. Bi vê zanista civakî dîsan vedijîne û xwe li hemû cîhanê belav dike. Bêguman ew sîstema ku pişta xwe dide zihniyeta zayendperest û dînperest hêzeke birêxistinkirî ye ku di bingeha xwe de jinan wek metirsiyeke herî mezin qebûl dike. Çunku di hemû qadên jiyanê de jinan dike armanc. Di van rojan de jî di encama zihniyeteke tecawizkar de li Hindistanê jineke doktor kuştin. Li Îranê di kesayetiya Jîna Emînî û wê jina doktor a Hindistanê de zihniyeta mêrsalar careke din rûyê xwe yê çepel nîşan da. Rojane bi hezaran jin rastî zihniyeteke wiha tên, lê karaktera jina azadîxwaz û berxwedêr tu caran serê xwe natewîne û teslîm nabe û hesab ji vê zihniyetê dipirse. Xwerêxistinkirina jinan û berxwedana jinan pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Birûska efsûnî ya berxwedana jinan di dilê her jinekê de dibe perperîkeke azadiyê û perên xwe dike sîwanek ji bo rûmet û kerameta nirxên jiyanê. Nirxên jin û civakê bi parastina cewherî û bi destê jinan û xwedîderketina li wan nirxan misoger dibin. Wekî ku Rêberê Gelan, Rêber Apo destnîşan kiribû “Sedsala bîst û yekem dê bibe sedsala jinan”, nîşaneyek ji vê rastiyê ye. Reng û netewebûna jinan tenê bi nasnameya jinan bi xwe misoger dibe. Ew jina Hindî ya ku hat kuştin, doktora civakê bû. Ew xebata ku wê ji bo xizmeta civakê dimeşand, tenê ji bo wê yekê bû ku bibe bersivek ji bo êş û kulên civakê. Bi awayekî hovane hat armanckirin. 

Civakeke zanistî û azad tenê bi avakirina siyaseteke tendurist dikare çarenûsa xwe diyar bike; ji ber ku xebatkarên tenduristiyê li hember civakê berpirsyar in. Loma pêwîst e li derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst hemû dînamîk û hêzên civakê bi hev re xwedî helwesteke yekgirtî bin.

Di çarçoveya modernîteya demokratîk de jin û hemû civak jiyana azad û felsefeya pêkvejiyana demokratîk û azadiya jinan diparêzin. Nasnameya doktorbûnê nasnameyeke cîhanî ye. Modernîteya kapîtalîst dixwaze çanda destdirêjiyê wek penceşêrê di nav hemû beşên civakê de belav bike. Vê yekê jî bi taybetî li ser laşê jinan disepîne û dimeşîne. Pêwîst e serê pêşîn xebatkarên tenduristiyê ji bo civakeke tendurist li hember vê zihniyetê û vê êrişa bêexlaq bisekinin. Ji aliyê laşî û derûnî ve, hişyariya civakî dê bi têkoşîna xebatkarên tenduristiyê misoger bibe. Ji ber ku sîstemê civak di kesayetiya jinan de bi şerekî giran û mezin ê laşî û ruhî re rû bi rû kiriye. Berpirsyariya yekem û pêşengî li ser milê xebatkarên tenduristiyê ye û ji ber vê yekê ye ku sonda Hîpokrat li ser bingeha parastina tenduristî û exlaqa civakê tê xwarin.

Wek Komîteya Tenduristiyê ya PJAK’ê em bang li hemû jinan dikin ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê kom bibin û bi xwedîderketina li nasnameya jina azad xwe rêxistin bikin û civakeke bi çanda dayika xwedawend û civakeke tendurist ava bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû rêxistin û saziyên tenduristiyê li hember qirkirina jinan û civakê helwestê nîşan bidin û xwedî li ked û nirxên civaka xwe derkevin. Di heman demê de em piştgiriya xwe ji bo nerazîbûnên xebatkarên tenduristiyê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê radigihînin û daxwaz dikin ku xebatkar û karmendên tenduristiyê asta daxwazên xwe bilindtir bikin û xwedî li berxwedana hevkarên xwe yên li zîndanên rejîma Îranê derkevin û piştgiriya wan bikin û li hember kuştin û îdamkirin û zîndanîkirina jinan erkên bingehîn ên civakbûnê bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mamosteyê Kurdî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate girtin
Nûçeya Pişt re Di êrişa Îsraîlê de 4 şervanên Hîzbûllahê mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Miksê protestoya desteserkirina vînê: Qeyûmê diz bicehime!

Şêniyên navçeya Miksê, çalakiya xwe ya li dijî darbeya qeyûmê di bin hewayê sar de…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama Rêber Apo ya ji bo 25’ê Mijdarê

Rêber Apo: Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şanaz Îbrahîm nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî rojnamevanan da

Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?