Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e
Kurdistan

PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

Meclisa PJAK’ê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re nîşan da û got; “Em bawer dikin ku ev lihevkirin divê bibe bingehek xurt ji bo lidarxisitna konferansek netewî ya berfireh.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re ku di 18’yê Adarê de bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê,hate destpêkirin, nîşan da.

Daxuyaniya Meclisa PJAK’ê wiha ye;

Em piştgiriya ‘Projeya Yekitiya Netewî’ ya ku ji bo yekrêziya gelê Kurd hatiye destpêkirin dikin.
Destpêkê, em hewldana ‘Projeya Yekitiya Netewî’ ya ku ji bo ragihandina lihevkirinek netewî hatiye destpêkirin silav dikin û teqdîr dikin. Ev înîsiyatîf di kêliyek dîrokî û hesas de hatiye ragihandin ku herêma me bi guhertinên dîrokî û biryardar re rûbirû ye. Ji ber vê yekê, em vê hewldanê wekî têkoşînek aqilmend ji bo yek-kirina enerjî û şiyanên parçebûyî yên Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê dibînin û wê wekî gavek stratejîk a girîng dibînin.

Ezmûna tal a dîroka gelê me îspat kiriye ku dema em di her qonaxek çarenûsaz de di nav Kurdan de parçebûyî û piralî bin, em rasterast bi xeteriya wêrankirin û qelskirina pozîsyona xwe ya siyasî û civakî re rûbirû dimînin. Ev parçebûn her gav ji bo dijminên gelê me derfetek peyda kiriye ku siyaset û komployên xwe yên li dijî Kurdan bi hêsanî bicîh bînin. Heta îro jî, dema ku nakokî û şerê di navbera hêz û rejîmên herêmî de tevahiya herêmê girtiye û rasterast bi pêşeroja gelê me ve girêdayî ye. Nebûna yekîtî û parçebûn ji bo Kurdistanê dikare bibe gefa herî mezin.

Li beramberê wê jî, dîroka me ya têkoşînê ya dawî ev yek nîşan daye ku tenê hevgirtin dikare hevsengiyê biguherîne; Yekîtîya gelê me di şermezarkirina qirkirin û komploya navnetewî ya li dijî Kurdan û Rêber Apo ya sala 1999’an de mînakek zindî ya îradeya netewî bû ku hemû sînoran derbas kir. Her wiha, li hember êrişên DAIŞ’ê, yekitiya hêzên me bûye mertalek pola ji bo parastina axa Kurdistanê. Di ezmûna dawî de, helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojavayê Kurdistanê li dijî êriş û gefan de, bi dirûşmeya “Yeke Yeke Yeke, Gelê Kurd Yeke”, hêza yekgirtî ya netewa me nîşanî cîhanê da û îspat kir ku lihevkirina neteweyî tenê garantiya pûçkirina komployên dagirkerane.
Wek aliyeke siyasî, netewî û civakî, ku xwedî dîrokeke têkoşîna demokratîk û bênavber ji bo azadî û misogerkirina mafên rewa yên gelê me ye, em bawer dikin ku di dawiyê de, armanca hemû hêzên siyasî, rêxistin û kesayetiyên netewî divê di berjewendiya gelê me de be. Ev bêyî gotar û pêngaveke hevpar nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê, em vê projeyê, ku ji wijdanê zindî yê civakê derdikeve û xwestek û daxwazên rastîn yên gelê Kurd nîşan dide, wekî pêwîst û guncaw dibînin. Di vî warî de, em piştgiriya partiyên siyasî ji bo vê înîsiyatîfê wekî erkeke netewî û bersiveke exlaqî ji bo îradeya gel pênase dikin.

Li ser bingehê vê têgihiştinê û pêdiviya dîrokî, em amadebûna xwe ji bo serkeftina vê projeyê radigihînin û piştgiriyê didinê. Em bawer dikin ku ev lihevkirin divê bibe bingehek xurt ji bo lidarxisitna  konferansek netewî ya berfireh. Konferansek ku tê de,wê her kesî li dora stratejiyek hevpar bicivîne da ku bernameyek neteweyî çêbike ku dê berjewendiyên bilind yên gelê me biparêze û bi misogerkirina hemû mafan û pozîsyonek demokratîk ji bo neteweya me pêşerojek geş misoger bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 27’Ê ADARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

Nafî Ergun ê ku dema 22 salî bû li Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze…

Ji aliyê Stêrk TV

Vejîn Ararat: Em bi vê rûmetê mezin dibin û bi ser dikevin

Vejîn Ararat ji ber şehadeta bira û hevrêyê xwe Egîd Roj sersaxî ji malbat û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?