Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên li Ewropayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê peyamekî nivîskî da.
Platformê destnîşan kir ku nabe ku mirov têkoşîna azadiyê jinê tenê bi rojekî sînordar bike û diyar kir ku her kêliya jiyanê têkoşîna parastina nasname û azadiyê ye. Di peyamê de îşaret bi awayên cuda yên tundiyê li ser jinan hate kirin û hat gotin ku divê her beşê civakê berpirsyarî di vê têkoşînê de bigirin.
‘TÊKOŞÎNA ME BI ROJEKÎ RE SÎNORDAR NÎNE’
Di peyamê de hate diyarkirin ku 25’ê Mijdarê ji bo jinan ne tenê rojeke têkoşînê ye û diyar kir ku têkoşîna jinê di her qada jiyanê de dewam dike û wiha hate gotin: “Ji bo jinan, 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke têkoşînê ye. Ji ber ku têkoşîna me bi rojekê ve sînordar nabe; hemû roj û demên jiyana me rojên têkoşînê, parastina nasnameya me û xebata ji bo azadiyê ne.
Ev roj, di heman demê de, roja xet, helwest û felsefeya têkoşîna jinê ye; têkoşînek li dijî hişmendiya desthilatdar, zayendperest, nijadperest û hemû cureyên zordestiyê yên ku dixwazin ser jinê û civakê serwer bin.
Pergalên desthilatdar hebûna xwe li ser kolekirin, bêîradekirin, biçûkxistin û binpêkirina mafên jin û mirovan ava dikin. Di vê sîstemê de, mafê jiyanê, azadî û hebûna jinê jî dixwazin di nav sînorên ku desthilatdar ji bo wê diyar dikin de bihêlin. Ji ber vê sedemê, tundiya li dijî jinê ne tenê encama kiryareke kesane ye; ew di heman demê de bi hişmendî, avahî û têkiliyên desthilatdariyê yên di nava civakê de ve girêdayî ye.
Her curên ku tundî tê rewakirin, bêdengî li hember wê tê ferzkirin û berpirsiyariya sûcê tê avêtin ser jinê, hişmendiya ku hemû cureyên tundiyê xwedî dike, hêj zêdetir xurt dibe. Ji ber vê yekê, bêdengî li hember tundiyê ne helwesteke bêalî ye; berevajî vê, ew dibe sedem ku mekanîzmayên zordestiyê xwe bidomînin û xurtir bibin.
Tundî tenê bi destdirêjî û tundiya laşî pêk nayê. Ew bi gelek şêwazan, wekî gefxwarin, tehdît, îhanet, şantaj, kontrolkirin, bêîradekirin û tundiya derûnî û aborî jî tê meşandin. Ev mekanîzmayên zordestiyê carinan bi awayekî eşkere, carinan jî veşartî û di nav têkiliyên rojane de xwe didin der. Ji ber vê yekê, nasîn, eşkerekirin û derketina li dijî hemû formên tundiyê bingehê têkoşîna me ye.”
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ BERPIRSYARIYEKE HEVPAR E’
Platformê da zanîn ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ne tenê berpirsiyariya jinan û wiha got: “Ev berpirsiyariya hemû beşên civakê ye; ya kesan, saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û hemû hêzên ku dixwazin civakeke azad, wekhev û dadperwer ava bikin. Ji ber ku civakeke bê tundî û bê zordestî tenê bi beşdariya çalak û berpirsiyar a hemû kes û hêzên civakê dikare were avakirin.
Têkoşîna li dijî tundiyê têkoşîneke demkî an jî ya rojekê nîne. Ew pêvajoyeke domdar e ku bi rêxistinbûn, israr, zanebûn, hevpeyvîn, piştgirî û hevkarî tê meşandin. Azadiya jinê bê azadiya civakê û azadiya civakê bê azadiya jinê nayê pêşxistin.”

