Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî civîna koma meclisê, serdana xizmên girtiyên nexweşên ku 8 roj in li ber Wezareta Edaletê çalakiyê li dar dixin, kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, Azadî azadî azadiya Rêbertî” û “Girtiyên nexweş berdin” berz kirin û banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.
EV ÇALAKIYA WIJDANÊ YE
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku rêya demokrasiyê ji girtîgehan derbas dibe û wiha got: “Çalakiya li vir hatiye destpêkirin nobeda wijdanê ye. Wezareta Edaletê nikare ji vî dengî re guhê xwe bigire. Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya çalakiyê bikin. Demokrasiya vî welatî ji girtîgehan derbas dibe. Heta girtiyên siyasî nayên berdan dê çawa demokrasî were. Newroz Bozkurt girtiya nexweş e lê nayê berdan. Evîn Zapsû girtiyeke penceşêra asta 4an a lê nayê dermankirin. Bijîşkan jê re gotiye biçe girtîgehê û li benda mirinê bimîne. Ew çawa bijîik in. Wezareta Edaletê qet ji xwe napirse. Yên vî welatî bi rêvedibin berpirs in. Dev ji vî sûcî berdin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û tedawî bibin. Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Lê ew pêvajo neçûye girtîgehan. Çima girtiyên nexweş nayên dermankirin. Wezareta Edaletê li benda çi ye.”

