Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ku li ser banga Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatiye destpêkirin di roja 8’emîn de berdewam dike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn diyar kir ku Wezareta Edaletê 8 roj in bersivê nade daxwazên nobetê.
Hûn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Evîn Zapsû ya ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û Newroz Bozkurt a ku li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê tê ragirtin û anî ziman ku 47 roj in bersivê nadin serlêdana parêzeran.
Hûn astengkirina berdana girtiyan rexne kir û got, “Mîna ku li Tirkiyeyê pêvajo tineye tevdigerin. Em vê yekê qebûl nakin.”
Parêzvana mafên mirovan Nuray Çevîrmen Aykol jî diyar kir ku bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehê nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û xwest ku girtiyên giran nexweş bên berdan û dermankirina wan li cem malbatên wan bidome.
Akademîsyen Yasemîn Ozgun jî destnîşan kir ku mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş tên binpêkirin û bang kir ku beriya mirin zêde bibin divê berdan pêk bên.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu nedayîna agahiyên derbarê mirina Mustafa Tekînay ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê jiyana xwe ji dest dabû, rexne kir.
Gergerlîoglu xwest ku mercên mirina Tekînay bên zelalkirin û bang li Wezareta Edaletê kir ku daxuyaniyekê bide.
Nobeta li ber Wezareta Edaletê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş bi çalakiya rûniştinê berdewam dike.

