Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Projeyên kooperatîfê li Şehbayê sîstemeke nû ya pêşvebirina aboriya civakî ye
Civak & Ekolojî

Projeyên kooperatîfê li Şehbayê sîstemeke nû ya pêşvebirina aboriya civakî ye

Li Şehbayê armanca sereke ji projeyên kooperatîfan pêşvebirina aboriya civakî bi çanda hevkariyê ye. Bi saya van projeyan di nava salekê de ji sedî 35 bêkariya li Şehbayê kêm bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Xelkê Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçberî herêma Şehbayê bûye, ji bo vegera li cih û warên xwe di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de li ber xwe dide.

 

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê tevî şêniyên herêmê 6 sal in li hemberî dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Di nava rewşeke giran a aborî de, ku bi kêmbûna qîmetê Lîreyê Sûriyeyê re hîn giran bû, hewl didin debara xwe bikin.

Ji bo pêşvebirina aboriya civakî ya koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê, Desteya Aboriyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ‘Projeyên Kooperatîfê’ da destpêkirin.

Ji pêşengên van projeyan Yehya Hesen ji ANF’ê re li ser mijarê axivî.

Yehya Hesen bi bîr xist ku herêma Şehbayê beriya bê rizgarkirin ji aliyê çeteyan ve hatibû wêrankirin, binesaziya wê hatibû rûxandin, lewma xelkê Efrînê û şêniyên Şehbayê di nava şert û mercên gelekî giran de dest bi jiyana li herêmê kirin.

Yehya Hesen anî ziman ku Desteya Aboriyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê dît ku nêzî 2.500 hektar zeviyên bê xwedî di destê wan de ye û got, “Ji ber taybetmendiya xelkê Efrînê ya karê hevpar û dilsoziya bi çandiniyê re, me projeyên kooperatîfê ji bo xelkê koçber û yê resen ê Şehbayê pêşniyar kir. Ji bo xelk ji nû ve bikeve nava kar.”

Hesen diyar kir ku projeyên kooperatîfê li Şehbayê bi alîkariya komun û meclîsan sala 2022’an destpê kirin û got, “Xelk an jî malbatên ku ji çandiniyê fêhm dikin û dilsozê çandiniyê ne dikarin projeyên kooperatîfê bi pêş bixin. Komunên li seranserê gund û navçeya Şehbayê ne, nav û malbatên ku dikarin van projeyan pêk bînin, bi rêya meclîsên navçeyan em agahdar kirin. Bi vî rengî me civînek ji bo her kesên dixwazin tevlî projeyê bibin lidar xistin.”

Yehya Hesen derheqa çawaniya bidestxisitina projeyan jî got “Ji bo bidestxistina projeyan pêwîst bû 5 malbat an jî zêdetir kom bibe gel hev û projeyekê bi dest bixe. Bi wê re gelek proje hatin avakirin û ji bo her projeyekê berdevkek hate diyarkirin. Her berdevekek piştî ku erdê xwe ku derdora 1 hektarî ye dît bi me re civiya û diyar kir ku wê çi di wê erdê de biçîne. Ji bo em xwe têrkirinekê li heremê bidin avakirin me 10 cûre ji tovan ji berdevkên projeyan re pêşnyar kir, ew jî genim, ceh, nîsk, nok û gelek cûreyên din ên ku ji bo herêmê her tim pêwîst  in. Bi wê re xwediyên projeyan ketin nav zeviyên xwe û dest bi ajotina zeviyan kirin. Ew jî ji bo jêkirina gihayên zirar ji bo axê û li gorî pêşnyarên berdevkên projeyan me weke komîteyên kooperatîf tov ji wan re dabîn kirin. Ew tov hatin çandin û ji bo dewama demsalê bi awayekî tendurist me hem dermanên şitlan hem jî vîtamînên axê ji bo projeyan didan. Di her pêvejoyekê de komîteya me di şopandina projeyan de mijûl dibû da ku xelk zirarê nebîne. Di dawiyê de jî ji bo çinîna mewsimê em bi gelê xwe re dibûn alîkar û me patoz û hemû pêwîstiyên rakirina mewsimê dabîn kirin. Piştî berhem hate derxistin tovên ku ji bo çandina zeviyan me dane li kêlek wê derman û vîtamînên ku me dane xwediyên projeyan ji me re hatin vegerandin ji bo di salên pey wê re dîsa em biçînin. Herî dawî qezencên ku ji projeyê hatiye bidestxisitin ger erd bejî be 10% ji bo sendîkaya pêşxistina kooperatîfê diçe û 90% ji xwediyên projeyan re diçe, lê ger erd avî be 15% ji bo sendîkaay pêşxistina kooperatîfê diçe  û 85%  ji xwediyên projeyan re diçe.”

Hevserokê Projeyên Kooperatîfê Yehya Hesen wiha dewam kir: “Ji bilî projeyên çandiniyê projeyên me yên pişesaziyê jî hene. Ji bo bidestxisitna projeyên pêşesaziyê heman şertên qebûlkirinê ya projeyên çandinî li ser projeyên pêşesazî jî tên meşandin. Hemû pêwîstî ji xwediyê projeyan re tê dabîn kirin, lê di dawiyê de qezenca ku ji wan projeyan hatiye bidestxisitn tenê 5% ji bo sendîkaya pêşxistina kooperatîfê diçe. Ji ber wê li Şehbayê projeyên pîşesaziya avakirina firneyan ne û fabîrqeyên xwarinên pez û sewalan û febrîqeya mast û penêr e. Lê ji ber doprêça hikumeta Şamê û êrîş û topbaranên dagirkeriya dewleta Tirk nearamiyek li herêmê daye avakirin. Ew jî dihêle ku projeyên pîşesaziyê bi pêşnekevin û neyên avakirin.”

Hesen diyar kir li kêlek hedefa sereke ya karê hevbeş ji van projeyan yek ji hedefên li hemberî bêkariya li Şehbayê ye û got, bi saya projeyên kooperatîfê ku ji sala çûyî de hatiye avakirin 35% ji bêkariya li Şehbayê kêm bûye. Her wiha bi wê re pêşî li koçberiya ji ber rewşa aborî hate girtin û gelek pirsgirêkên malbatan ên aborî tên çareserkirin.

Yehya Hesen herî dawî got, “Dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser herêmê ve ji bo pêşxistina projeyên me her tim astengdar in. Ji bo dabînkirina pêwîstiyên çandiniyê her tim em di nava kaosekê de ne. Li kêleka wê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê dihêle ku zeviyên projeyan rastî şewitandinê werin. Lê dîsa jî em û xelk û koçberên vê herêmê bi israr in ku projeyên xwe bi ser bixînin û mînaka wê yekê jî di sala çûyî de nêzî 250 Projeyên Kooperatîfê hatin avakirin. Lê îsala zêdertirî 300 Proje hene û hejmar her ber zêde bûnê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cotkarên Yewnanistanê bi sedan traktoran çalakî li dar xistin
Nûçeya Pişt re Nivîsandina bi temamî fonetîk a 4400 salî ya Padîşahiya Elamê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

Koma DEM Partiyê ya Meclîsê têkildarî êrişên li Helebê daxuyaniyek da û ragihand ku êriş…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

TJA’yê ku bi dirûşmeya “Ji bo Rêbertiya Azad bi Meşaleyan Dimeşin” li 3 navçeyên Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Kurdistanê gelek êriş

Li Başûrê Kurdistanê doh bi şev jî bi droneyan êriş li gelek deveran hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

‘Ji bo aştiyeke ekolojîk divê polîtîkayên ku xwezayê û civakê wêran dikin bi dawî bibin’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li dijî wêrankirina ekolojîk a li Geliyê Zîlanê bertek: Divê proje demildest bên rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Arzoxliyê piştgiriya ji bo berxwedana li dijî projeya GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Giliyê birîna daran a li Gabar û Bestayê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?