Piştî êrişa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser Îranê, rageşiya li Rojhilata Navîn zêde bû û ev jî bû sedem ku bazara petrolê biheje. Bi lawazbûna bendewariya li ser agirbesteke mayinde re buhayê petrolê roja Sêşemê jinûve zêde bû.
Li gorî vê yekê buhayê warîleke petrola Brent bi rêjeya ji sedî 3,58 zêde bû û gihîşt 99,58 dolarî. Bi vî rengî buhayê petrola Brent careke din gihîşt nêzî 100 dolarî.
West Texas Intermediate ku weke petrola xav a DYE’yê tê naskirin, warîleke wê bû 93,89 dolar.
Ji ber gefên ji Îranê tên û rageşiya leşkerî ya bi rîska belavbûnê, fikarên li ser bazara enerjiyê zêde dike.

