Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin
Rojane

RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

Koordînasyona RAJIN'ê ji pêşengên rojnamevaniya Kurd Gûrbetellî Ersoz di salvegera 29'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna li heqîqetê ya rojnamevanên jin wê di çarçoveya mîrateya Gûrbetellî de dewam bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN) Gûrbetellî Ersoz di salvegera 29’emîn a şehadeta xwe de bi bîr anî ku di dîroka rojnamevaniya Kurd de yekem berpirsyara weşana giştî bû. RAJIN mîrateya ku Gûrbetellî Ersoz ji çapemeniya azad û têkoşîna azadiya jinê re hişt nirxand û got, “Em ê bi dewamî heqîqetê lêkolîn bikin, derxînin holê û ragihînin.”

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê bi vî rengî ye:

“Li ser dîroka rojnamevaniya Kurdî û kevneşopiya çapemeniya azad weke derhênera weşanê ya giştî ya jin navê xwe da nivîsandin. Jiyana xwe bexşand têkoşîna ji bo afirandina cîhaneke azad û wekhev.

Ji pêşengên kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşgera tevgera azadiyê ya jinê Gurbetellî Ersoz di sala 1965’an de li gundê Zîver ê Palu ya girêdayî Xarpêtê ji dayîk bû. Piştî ku li Zanîngeha Çûkûrovayê Fakulteya Kîmyayê qedand lîsansa bilind kir û weke lêkolîner xebitî.

Piştî sala 1987’an berê xwe da têkoşîna çalak. Di sala 1989’an de hate girtin. Piştî ku di sala 1993’yan de ji girtîgehê derket bû edîtora rojnameya Ozgur Gundemê. Li gel bi dehan kedkarên rojnameyê hate girtin û dema di bin çavan de bi êşkenceyeke mezin re rû bi rû ma. Piştî girtina duyemîn ku nêzîkî 6 mehan dewam kir; li gel zêdebûna gefên kontrgerîlayan ji sala 1995’an û pê ve weke gerîla li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ya şopreşgerî domand.

Di nava xebatên YAJK’ê de bû fermandar. Heya roja şehadeta xwe jî dilê xwe li ser çiyayan nexşand û hemû rojên xwe li gel têkoşînê jiya. Em di şexsê Gurbetellî Ersoz (Zeynep) de ku di 8’ê Cotmeha 1997’an de li çiyayên Başûrê Kurdistanê di encama kemînekê de tevlî karwanê şehîdan bû hemû şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Bi ser şehadeta Gûrbetellî Ersoz de 29 sal derbas bûn. Ew jî weke hemû kesên ku dizanî xeyal, daxwaz û jiyana hesreta wê dikirin ne bi mûcîzeyan bi têkoşînê pêkan e û wisa jiyan; îro ne ji wan kesan e tune bûne, ji wan kesan e ku rê nîşan didin. Ji dîrokê heya roja îro tevî ku di şert û mercên faşîzmê de bedêlên giran hebûne jî û kesên ku tije berxwedan, zehmetî û têkoşîn tercîh kirine; weke hevrêya me Gûrbetellî ew kes in ku xwedî hişmendiyeke kûr û dilekî wêrek in.

Di heman demê de em vê rojê ku ji bo bîranînan Gûrbetellî Ersoz ji 8’ê Cotmeha 2014’an û heya niha weke roja rojnamevanên jin ên Kurd hatiye îlankirin; li hemû kedkarên çapemeniyê yên jinên ên ku di lêgerîna heqîqetê û têkoşîna wê de bedêl dane û mîrateya hevrêyên xwe dewr standine, pîroz dikin.

Di vê serdemê de ku bi binçavkirin, girtin û lêpirsînan, bi gefên fîzîkî yan jî astengkirina şopandina nûçeyan, bi tacîza devkî û destwerdanên zayendî dewlet rojnamevaniyê weke sûc dihesibînin, ji wate û qîmeta keda hatiye dayin guman nîne.

Polîtîkayên zextê hem bi awayekî hejmarî zêde dibin hem jî di warên cuda de jî zêde dibin û dewam dikin. Hesabên dijîtal ên rojnamevanan, malperên nûçeyan û hesabên weşanê yan bi temamî tên girtin yan jî li gel astengkirinê sansûra dijîtal tê sepandin.

Li hemberî zext, tepisandin û polîtîkayên vegerandina ji eşkerekirina rastiyê, weke rojnamevanên jin ên li ser şopa Gûrbetellî bi mîsyona pêşengiya kevneşopiya çapemeniya azad radibin, em ê dest ji vî karê xwe bernedin.

Em dizanin ku cîhanê weke encama aqilê serweriya mêran berê xwe daye şeran, şer û pevçûnan, komkujiyên jinan, xizanî û talana xwezayê. Em dibînin ku ji bo xuyakirina têkoşîna azadiya jinan, lêgerînên mafan û serketinên wan hewleke birêkûpêk tê nîşandan.

Di her warê jiyanê de bi hişmendiya ku pirsgirêkên jinan pirsgirêka civakê ya sereke ye, em ê li ser çapemeniyê li dijî zîhniyeta serdest a zayendperest, ziman û nêzîkatiyan têbikoşin û bibin deng û bîra jin û hemû derdorên bindest, heqîqetan lêkolîn bikin, wan derxînin holê û eşkere bikin.

Bîranînên Şevîn Bîngol, Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan, Emîne Demîr, Gulistan Tara, Hero Bahadîn, Cîhan Bîlgîn, şervana heqîqetê ya zanistan Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û hemû şehîdên me yên din ku mîrateya Gûrbetellî hilgirtine ser milên xwe û girtina wê ya di astên herî jor de ji xwe re kirine erk; têkoşîna me ronî dikin û rê nîşanî me didin.

Rêber Apo di peyama xwe ya ji merasîma xelatdayînê ya rojnamevanên jin a Gûrbetellî Ersoz re şandî de ku sala bihurî cara ewil hate lidarxistin, gotibû; “Zindîhiştina bîranînên Gûrbetellî, neqilkirina fikr û têkoşîna wê ya ji nifşên nû, erkê me hemûyan e.”

Weke RAJIN’ê em ê birêxistinbûna xwe ya ku em bi hêza ku me ji çand û kevneşopiya têkoşîna xwe ya ji mîrateya şehîdên me pêk hatiye, standiye mezin bikin. Li gel baweriya ku serketina rêya ku jiyana xwe bexşandinê; wê cîhanê bedew û azad bike û li gel paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire em ê têkoşînê mezin bikin û bigihînin civaka sosyalîst a demokratîk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sudanî bi Amîrî û Hekîm re hevdîtin kir

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî el-Amîrî û lîderê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm kir

Çavkaniyekî nêzîkî Hizbullaha Libnanî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku Îrana…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

Konseya Rêveber a KNK’ê, diyar kir ku ew piştgirî didin hevpeymaniya siyasî ya ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?