Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora TÎHEK’ê: Di qawîşên 28 kesî de, zêdeyî 40 kes tên ragirtin
Rojane

Rapora TÎHEK’ê: Di qawîşên 28 kesî de, zêdeyî 40 kes tên ragirtin

TÎHEK’ê di rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê de, diyar kir ku di qawîşên 28 kesî de zêdeyî 40 kes tên ragirtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê parve kir. Di raporê de hat gotin ku kapasîteya Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê hezar û 760 kes e lê 2 hezar û 188 kes tên ragirtin. Hat diyarkirin ku ji ber kapasîteya heyî tê derbaskirin, hinek girtî li erdê radizên û li qawîşên ji bo 28 kesan 40 girtî tên ragirtin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku li girtîgehê tenê makîneyeke cilşûştinê heye û destûr tê dayîn ku tenê zarokên neçarî sûc hatine kirin û girtiyên nexweş bi kar bînin. Di raporê de hat gotin ku ji ber êşkence û miameleya xerab a li girtîgehê tê kirin, di nava salekê de 16 caran li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) gilî hatine kirin û lê di çarçoveya lêpirsîna îdarî de biryara “hewcehî bi cezadayînê nîne” hatiye dayîn.

Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê wiha hatin rêzkirin:

“* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya êşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin.

* Li beşa razanê ya qawîşekê kêzik hatine dîtin û di asta tê xwestin de derman nayê reşandin.

* Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin.

* Li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê lembeya floresan a ku girtî bikare zirarê bide xwe heye.

* Girtî neçar dimînin ku cilên xwe yên şûştî li korîdoran rayêxin û ev yek jî dike ku qawîşên pir zêde qelebalix hewayî negirin.  

* Ji bo girtiyên nexweş û astengdar qawîşeke cuda tune ye û li serşok û daşiran pêgirtek tune ye.”  

Bi domdarî di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê jî heman pinpêkirin tên jiyîn. Hat diyarkirin ku kapasîteya girtîgehê hezar û 212 kes e lê hezar û 334 girtî tên ragirtin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku qawîşên ji bo girtiyên nexweş û astengdar hatine veqetandin guncav nînin, hem daşir hem jî serşok ne li gorî girtiyên nexweş û astengdaran e.

Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê wiha hatin rêzkirin:  

“* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya êşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin.

* Li girtîgehê makîneya ziwakirinê ya ku girtiyên jin bi kar bînin tune ye.

* Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin.

* Li odeyên lêgerînê pêşmalkên ku tenê yek carê bên bikaranîn tune ne û lêgerîn li gorî mewzûatê nayên kirin.

* Girtî demekî dirêj li qawîşa demkî tên sekinandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hat weşandin
Nûçeya Pişt re ‘PDK bi eşkere li ser xeta xiyanetê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran êriş kirin: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya bejahî ya M4 a Eyn…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan li dijî biryara qutkirina avê daxuyanî da

Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a Şehbayê li dijî biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê êrişên li Heleb û Humsê şermezar kir

Meclîsa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?