Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’
Kurdistan

‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

Suham Şengalî anî ziman ku ku pêwîst e civaka Êzidî peyam û diyariyên Rêber Apo baş fêhm bike û got: "Bi vê diyariyê Rêber Apo ji me zanebûnê dixwaze." Suham Şengalî diyar kir ku divê jin û ciwanên Êzidî xwedî li diyariya Rêber Apo derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji destpêka pêngava Aştî û Civaka Demokratîk ve Rêber Apo ji Şengalê û civaka Êzidî re 3 peyamên taybet şandin. Her wiha di çend hevdîtinên cuda de derbarê statu û xweseriya Şengalê de nirxandinên girîng kirin. Civaka Êzidî jî du caran diyariyên xwe gîhandin Rêber Apo. Herî dawî jî Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi malbatê re ji bo civaka Êzidî û gelê Suryan pênûs diyarî kir. Endama têkiliyên derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ) Suham Şengalî derbarê peyam û diyariyên Rêber APO yên ji bo civaka Êzidî ji ANF’ê re axivî û got: “Di her hevdîtina bi Rêber Apo re girîngî ji bo civaka Êzidî hatiye dayîn û Êzidî bûne beşeke ji pêvajoyê.”

‘DIVÊ ÊZIDÎ JI HER KESÎ BÊHTIR XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de ji bo diyarî û peyamên Rêber Apo dilxweşiya civaka Êzidî, bi taybetî jî jinên Êzidî anî ser ziman û got: “Ji destpêka pêvajoyê heya niha Rêber Apo girîngiyê dide civaka Êzidî û civak weke beşek ji pêvajoya heyî dide diyarkirin. Di serdema derbasbûyî de berê her kesî li şer bû, kesekî behsa aştî û çareseriyê nedikir. Herî dawî bi pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêngavek ku her kesî û bi taybetî jî civaka Êzidî jê sûd wergirt hate destpêkirin. Ji bo vê yekê jî ji her kesî bêhtir pêwist e civaka Êzidî xwedî li vê pêngavê derkeve.”

Suham Şengalî anî ziman ku civaka Êzidî ji dîroka xwe ve baweriya herî kevnar û aştîxwaz a gerdûnê ye û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê jî em weke gel û civaka Êzidî bi awayekî xwezayî ketin nava pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin.”

Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî her wiha bal kişand ser berxwedana civaka Êzidî û got: “Rast e, di tevahiya dîrokê de civaka Êzidî rastî gelek fermanan hatiye û li hember hemû fermanan jî li ber xwe daye. Fermana herî dawî jî nîşaneya wê yekê ye ku çawa civaka Êzidî civakeke berxwedêr û xwedî helwest û sekn e. Ji bo vê yekê jî Rêber Apo dixwaze ev ruhê berxwedanê her tim di nava civakê de zindî be.”

‘PÊWÎST E EM PEYAM Û DIYARIYÊN RÊBER APO FÊHM BIKIN’

Suham Şengalî diyar kir ku pêwîst e civaka Êzidî peyam û diyariyên Rêber Apo baş fêhm bike û got: “Weke ku ez bi xwe dibînim, bi vê diyariyê Rêbertiya me ji me zanebûnê dixwaze. Cara yekem behsa ronesansa Êzdiyan kir. Vê carê jî qelem diyarî civaka Êzidî kir. Ji bo vê jî pêwist e jin û ciwanên Êzidî xwedî li diyariya serok Apo derkevin û zanist û zanebûna xwe bi pêş bixin. Civaka Êzidî rastî gelek destanên lehengî û qehremantiye hatiye, di heman demê de rastî gelek ferman û êşan jî hatiye. Ev yek bi dîrokê nehatiye nas kirin. Civaka Êzidî heya roja me ya îro di warê xwe dane naskirina bi cîhanê de gelekî kêm maye û dîroka wan nehatiye nivîsandin. Êdî Serokatî vê yekê ji me dixwaze ku em xwedî li dîrok û hebûna xwe xwedî derkevin.”

Di dawiya axaftina xwe de endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî soza xwe ya li sernavê civaka Êzidî anî ziman û got: “Em weke civaka Êzidî ji dil û can spasiya Rêber Apo û vê diyariya qedirbuha dikin û soza xwe ya dewamkirina pêkanîna xewn û xeyalên wî didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Lêkolîn: Kêmtir xerckirina kaloriyê dikare jiyaneke dirêjtir û saxlemtir peyda bike

Lêkolîneke berfireh ku li DYA’yê hat kirin, derxist holê ku kêmkirina kaloriyên rojane bi rêjeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê Berxwedana li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin

Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê, Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê meşek girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Pelîn Ozkaptan hate birîn

Ji ber parvekirina têkildarî Eylem Aktaş a di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bibû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?