Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, di qonaxeke krîtîk de ye ku gavên hiqûqî û qanûnî jê re divê. Tevgera Azadiyê ya Kurd û raya giştî ji bo rêveçûna pêvjaoyê li bendê ne ku qanûna çarçoveyê bê amadekirin, bikeve rojeva Meclîsê û bibe qanûn. Nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê têne kirin jî li ser naverok û garantiyên hiqûqî ye.
Li aliyê din ji 24’ê Gulanê û vir ve bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo re ti hevdîtin nehatiye kirin ku vê yekê jî têkildarî paşeroja pêvajoyê nîqaş bi xwe re anî.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal mijar ji ANF’ê re nirxand.
‘TÊKILDARÎ QANÛNA ÇARÇOVEYÊ TI AGAHÎ NEGIHÎŞTIYE ME’
Kartal got, “Têkildarî çarçoveya qanûna çarçoveyê ku bi rojan e nîqaş li ser tê kirin, ti agahî ji me re yan jî ji tevgera me re nehatiye ragihandin” û ev axaftin kir, “Di hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re ku 24’ê Gulanê pêk hat, Rêber Apo anî ziman ku çaroveya qanûnê wê bi wî re bê parvekirin, divê bê parvekirin û wê nêrînên xwe di vê çarçoveyê de pêşkêş bike. Diyar kir ku wê pêşnûmeya bê amadekirin bi hevalên xwe re parve bike, piştre jî rewşa dawî ya pêşnûmeyê bê amadekirin û amadekariyên qanûnî jî divê li ser vê bingehê bêne kirin. Lê belê ji wê demê û vir ve bi Rêber Apo re ti hevdîtin nehatiye kirin. Ne Heyeta Îmraliyê ne jî parêzerên wî karîbûn pê re hevdîtinê bikin. Ev yek tabloyeke gelekî neyînî ye.
Eger wê qanûneke çarçoveyê ji bo pêvajoyê bê amadekirin, di mijara naveroka vê qanûnê de divê bi Rêber Apo re mutabaqat pêk were. Eger bêyî wergirtina nêrîna rêveberiya Tevgera Azadiyê bi feraseta ‘me kir û bû’ pêşnûme qanûnek bê amadekirin û pêşkêşî Meclîsê bê kirin, dibe ku ev bibe sedem ku pêvajo bi rengekî mirî ji dayik bibe. Ev gelekî xetere ye.
‘BI RÊBER APO RE LIHEVKIRIN ÇÊNEBÛ’
Ji ber vê yekê weke gel û Tevgerê em li benda bersiva wê pirsê ne, bê çima ji 24’ê Gulanê û vir ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Bi taybetî divê ev yek bê eşkerekirin. Çapemeniya nêzî desthilatdariyê îdîa dike ku qanûna çarçoveyê ya ku bê amadekirin bi Rêber Apo re hatiye nîqaşkirin û nêrînên wî hatiye wergirtin. Eger bi rastî jî bi Rêber Apo re hatibe nirxandin û nêrînên wî hatibin wergirtin, çima pê re hevdîtin nayê kirin? Çima Heyeta Îmraliyê, parêzer û malbata wî nikarin biçin Îmraliyê?
Xuya ye di mijara qanûnê de lihevkirinek, mutabaqatek çênebûye. Nayê xwestin ku nêrînên Rêber Apo yên li ser vê mijarê bigihêje Tevgerê û raya giştî. Em astengkirina hevdîtinan bi vî rengî şîrove dikin.
Bi vê wesîleyê, bi rêya we em dixwazin bi taybetî vê yekê destnîşan bikin: Bi banga Rêber Apo re ji bo gelên Tirkiyeyê û tevahiya Tirkiyeyê firsendeke dîrokî afirî. Heta roja îro gelek gavên girîng û dîrokî hatin avêtin. Li gel ku hate destnîşankirin ku çarçoveya qanûna tê plankirin divê bi wergirtina nêrînên Rêber Apo û Tevgerê be, heta niha agahiyek nehatiye parvekirin. Li gel vê yekê jî di saziyên xwe yên çapemeniyê de îdîa dikin ku nêrînên Rêber Apo hatine wergirtin. Ti cidiyeta van îdîa û daxuyaniyan nîne.
‘DI DEMEKE KURT DE DIVÊ HEVDÎTIN BI RÊBER APO RE BÊ KIRIN’
Ji ber vê yekê em careke din hişyar dikin û bi bîr dixînin. Em rîska pêvajoyê bi bîra rayedar û derdorên pêwendîdar dixin. Di dema herî kurt de divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Heyeta Îmraliyê, heyetên pêwendîdar, parêzer û malbata wî divê karibin hevdîtinê pê re bikin. Divê nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo û Tevgerê yên li ser qanûna çarçoveyê bêne wergirtin. Divê bi feraseta ‘me kir û bû’ ya yekalî nêdzîkatî neyê nîşandan. Li ser bingeha diyalog û mutabaqatê divê qanûneke çarçoveyê bê amadekirin. Di nava meha Tîrmehê de ji bo vê divê gavên pêwîst bêne avêtin.”
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DIVÊ ZEMÎNEKE HIQÛQÎ YA DÛRÎ NÊZÎKATIIYÊN KLASÎK AVA BIKE’
Remzî Kartal nîqaşên li ser naveroka qanûna çarçoveyê nêrînên xwe anî ziman ku ragihand ku pêwîstî bi zemîneke hiqûqî ya berfireh a pêvajoyê heye.
Kartal got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser sernavên têkildarî qanûnê têne bilêvkirin, têgînên weke qanûna poşmaniyê, qanûna vegera li malê derdikevin pêş. Ev nêzîkatiyên klasîk ên heta niha bûn ku perspektîfeke hêja pêşkêş nedikirin. Ya ku divê bê kirin, weke ku Rêber Apo ji destpêkê ve got, amadekirina çarçoveya hiqûqî û qanûnî ya pêvajoyê ye, avakirina zemîna vê ye.
Heta niha di nava mercên têkoşîna çekdarî de şer qewimî. Hem dewlet hem jî Tevgera Azadiyê ji nava vê pêvajoya şer niha qala derbasbûna li nava pêvajoyeke siyasî û demokratîk dikin. Ji ber vê jî divê qanûneke çarçoveyê bê amadekirin ku yên li girtîgehan, yên li derveyî welat û gerîla karibin tevlî jiyana siyasî demokratîk bibin. Lê belê beriya van hemûyan divê mîmarê vê pêvajoyê, koordîntor û muzakerevanê sereke Rêber Apo bibe xwedî mercên jiyanê û kar ên azad û bi vî rengî karibe pêvajoyê koordîne bike, bimeşîne.
Eger Tevger wê tevlî pêvajoya siyasî demokratîk bibe, gerîla jî wê çekên xwe bidin aliyekî û beşdarî vê pêvajoyê bibin, hingî koordînasyona vê divê ji aliyê Serok Apo ve bê meşandin. Kî wê çawa bê, li ser kîjan zemîna hiqûqî cih bigire, ev hemû divê zelal bibin. Heta ku zemîneke bi vî rengî neyê avakirin nepêkan e ku gerîla bê û tevlî pêvajoyê bibe. Ev yek tenê bi banga Serok Apo, koordînasyona wî ya pratîkî û afirandina wan mercan dikare bibe ku Rêber Apo vê wezîfeya xwe pêk bîne.
Dema ku mirov bala xwe didin ser tabloya heyî, vê samîmiyetê û nêzîkatiyê nabînin. Berevajî vê yekê nêzîkatiya ‘Em ê bikin, em ê pêşkêş bikin; yên bên wê bên, yên neyên wê neyên’ gelekî xetere ye ku herî dawî Birêz Nûman Kûrtûlmûş bilêv kiribû. Bi taybetî ev nêzîkatiya serokê Meclîsê ku cihê qanûnderxistinê ye, baweriyê dişikîne.
Hêviya me ew e ku di serî de hikumet, hemû rayedarên pêwendîdar dest ji van nêzîkatiyên şaş berdin û bi perspektîfeke rast nêzîkatiyeke rast li pêvajoyê bikin.”

