Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser ji bo kongreya li Şamê pêk hatî daxuyanî da
Rojava

Rêveberiya Xweser ji bo kongreya li Şamê pêk hatî daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 'Kongreya Serkeftinê' ku çend roj berê li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên ku di kongreyê de hatin girtin, daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê “Kongreya Serkeftinê” ya ku beriya çend rojan li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên tê de hatibûn girtin de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî hilweşîna rejîma Baasê ku wekî serkeftinekê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, geşedanên bilez û bez rû dan. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya giştî û amadekirina nivîsandina destûrek û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê bû, civîneke berfireh li Şamê hat lidarxistin. Di civîna fermandarên komên Sûriyeyî lê hazir bûn de, gelek biryar hatin dayîn. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, alî, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan, lê hazir bibûn bihatana dayîn.

Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst qatilê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû. Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye. Em teqez dikin ku ev civîn ne rewa ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake.

Di heman demê de em teqez dikin ku biryarên ku ji derveyî çarçoveya kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel têne dayîn, kêm dimîne. Lidarxistina kongreyeke diyalogan li Sûriyeyê ya bêyî dûrxistina alî an pêkhateyên Sûriyeyî çareseriya guncav ya bidawîkirina rewşa bêistiqrar a li Sûriyeyê û rêya gihandina gelê me ber bi ewlehiyê ve ye; ji ber ku dûrxistina aliyekî an pêkhateyekê wê bibe sedema pêk neanîna armancên şoreşa gelê me û dê rewşekê mîna ya dema rejîma berê bide avakirin. Li ser vê yekê em bang li desthilata Şamê dikin şaştiya heyî fêm bike û tevahî Sûriyeyan bi hemû beş û meylên wan ên siyasî li kongreyeke nîştimanî ya giştî kom bike. Divê her kes di amadekirina kongreyê û nivîsandina destûra nû ya welat de cih bigire.

Divê desthilata Şamê rê nede xîtaba nefretê û hewlên têkbirina jiyana hevbeş a di navbera gelê Sûriyeyê de. Divê zimanê manupîlasyênê yê li dijî neteweyekê an aliyekê ji holê were rakirin. Ev yek eşkereyî di hin çalakiyan de mîna ya ku beriya çend rojan li Qada Umewîyîn a li Şamê û hin bajarên din de xuya bû. Nêzîkatiyên ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê derdixin, xizmeta armanca me hemûyan a avakirina Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û sepandina qanûnê û pêkanîna edaletê nakin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê helwesta me ya nîştimanî, em carek din banga parastina yekitiya Sûriye û serdestiya wê dikin. Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li Sirînê meşiyan
Nûçeya Pişt re Şervanê HAT’ê Şerger şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li derdora Kampa Holê şerekî giran diqewime

QSD'ê ragihand ku li derdora Kampa Holê şerekî giran diqewime.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Cihê dagirkeriyê li şaredariyên me tune ye’

Ehmed Xoce anî ziman ku şaredariyên gel, nûneriya îradeya bi salan û berxwedana wan e…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Kobanê 2 şehîdên xwe spart axê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?