În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser: Li gel hemû hewldanên me hikumeta veguhêz xwe nade ber diyalogê
Rojava

Rêveberiya Xweser: Li gel hemû hewldanên me hikumeta veguhêz xwe nade ber diyalogê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku li gel hemû hewldanên wan ên diyalogê Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê diyalog red kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar û şermezarkirineke mezin daxuyaniya ku ji aliyê hêzên leşkerî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve derketiye, dişopîne ku tê de gefên aşkera ji bo hedefgirtina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dixwe û wan wek “armancên leşkerî yên rewa” bi nav dike, di heman demê de daxwaza valakirina wan bi rêya korîdorên mirovî yên demkî dike.

Em teqez dikin dikin ku QSD li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tune ne û ev tax deverên niştecihbûnê yên bi sivîlan e ku piraniya şêniyên wan Kurd in, di nav de hejmareke mezin ji koçberên bi darê zorê ji Efrînê ku di salên dawî de zehmetî û koçberî kişandine. Ji ber vê yekê, çi êrişên leşkerî, topbaran û hedefgirtina van taxan binpêkirineke berçav ji qanûnên mirovî yên navneteweyî ye û berdewama siyasetên dijminatî li dijî gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bêyî cudahî ye.

Berdewama topbaran, êriş û zêdebûna neqanûnî û bêserûber li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li gel êriş û binpêkirinên ku li deverên berava Sûriyeyê, başûrê Sûriyeyê û deverên din ên Sûriyeyê tekez dike ku ev kiryar xizmeta aramiya welêt nakin lê dibin sedema bêaramiya welat, xirakirina ewlehiyê û gurkirina pevçûnê û ev yek Sûriyeyê dûrî lihevkirina nîştimanî, çareseriya siyasî û yekitiya nîştimanî ya xwestî, dixe.

Tevî pabendbûna bi şertên peymana 1`ê Nîsanê lê aliyê din bendên wê pêk neanîn, di siyaseta xwe ya dorpêçkirin û gurkirinê de israr kiriye. Her wiha em tekez dikin ku tevî hewldanên me yên dubare ji bo pêwendiyê, vekirina rêyên diyalogê û beşdarbûna di nîqaşên cidî de, Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê berdewam e, diyalogê red dike û li ser zimanê gefan û şer bi israr e.

Em bi aşkera radigihînin ku em li dijî her cure rageşiya leşkerî ne. Ji ber ku gel welat e û ew yê yekem û dawîn e ku di şer û pevçûnan de winda dike. Gelê Sûriyeyê ji ber salên dirêj ên wêranî û şeran gelek êş kişandiye, şer ji bilî êş, parçebûn û bêhêvîtiyê tiştek bi xwe re neaniye.

Ji ber vê yekê, em bang li berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û nîştimanî li hember bûyerên diqewimin bigire ser milê xwe, vegerin ser rêya aqil û mentiq, diyalogê wek yekane zimanê çareserkirina nakokiyan bi kar bîne û derfetê nedin kesên ku destwerdanê dikin û ajandeyan ku tenê xizmeta dijminê gelê Sûriyeyê dike û dixwazin bi rêya hilweşandin û parçekirina Sûriyeyê armancên xwe pêk bînin.

Her wiha em bang li gelê Sûriyeyê dikin nexasim ciwanên Sûriyeyê ku dûrî mentiqa şer û çekan bikevin, dengê rastiyê bilind bikin, tundiyê red bikin û nirxên jiyana hevbeş û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de biparêzin.

Di dawiyê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe bi gelê me yê sivîl ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi hemû zarokên gelê Sûriyeyê yên ku rastî binpêkirin û êrişan tên re, radigihîne û pabendbûna xwe bi vebijêrka çareseriya siyasî ya demokratîk û avakirina Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û nenavendî ku maf, rûmet û edaletê ji hemû zarokên xwe re bêyî cudahî garantî dike, tekez dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar
Nûçeya Pişt re QSD: Li Dêr Hafirê kesek birîndar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Rêdûr Helinc hate veşartin

Xelkê Kobanê cenazeyê Endamê Hêzên Komandos şehîd Rêdûr Helinc spart axê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyê li ser astengiyên li pêşiya medyaya Kurdî komxebatek hat lidarxistin

Federasyona RONÛS li Silêmaniyê têkildarî rewşa medyaya Kurdî û astengiyên li pêşiya wê komxebatek hat…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?