Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rewşa girtiyên nexweş giran e: Divê demildest bên berdan
Rojane

Rewşa girtiyên nexweş giran e: Divê demildest bên berdan

Aktîvîstên mafên mirovan diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday û Ayhan Aykaç giran e û divê tavilê bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 649’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” li dar xist. Çalakî li pêşiya avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. 

 Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ve hate xwendin. 

 Onaran, da zanîn ku Kuday nexweşê Amyotrofik lateral sklerozê (ALS) ye û nexweşiya wî rê li ber mirinê vedike. Onaran, pirsgirêkên tenduristiyê yên Kuday rêz kir û ev tişt anî ziman: “Nexweşê ALS’ê ye. Piştî emeliyata fitqa piştê felcê li lingên wî da, guhên wî nabihîsin, çingînî di guhên wî de heye, baş nabîne, dest û lingên wî baş xwe nadin ber, êdî hîs nake, bi zor û zehmetî dadiqurtîne, di navteng, pişt, stû û zikê wî de êşên giran hene, diverişe, apneya xewê, singê wî diêşe û dişewite, gelek zeîf bûye, mîdeyê wî zêde diêşe û di pergala hezmê de pirsgirêkan dijî.” 

 Onaran, got ku kîloya Kuday daketiye bin 40’an, Kuday êdî nikare biaxive, neçarê nav nivînan bûye û bi alîkariya hevalê xwe yê qawîşê dijî. Onaran, got ku tevî gelek raporên ATK’ê yên “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî Kuday nayê berdan û serlêdanên wan bêencam mane. 

 Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû. 

 ENQERE

 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 521’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin gel hev. Endamên înîsiyatîfê di çalakiyê de pankarta “Tedawî mafe nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hilgirtin. 

 Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ayhan Aykaç ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Aykaç nexweşê dil e û ji ber vê nexweşiya xwe anjiyo bûye. 

 Di berdewamê de Yazmaci da zanîn ku nexweşiya Aykaç didome û dermanên tên dayin tu bandorê lê nakin. Yazmaci, wiha pê de çû: “Rewşa wî roj bi roj girantir dibe. Li gel dermanan, her wiha hewayê paqij û liv û tevger jê re hate pêşniyarkirin. Lê ev pêşniyar li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind mimkin nîne. 23 saetan di hucreyeke hewşa wê tune ye de tê ragirtin û 24 saetan temasa wî bi hewayê paqij re nabe. Xwest di nava heman kampusê de biçe girtîgeha hewşa wê heyî lê ev daxwaz hate redkirin.” 

 Yazmaci, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber fitqa stû divê Aykaç bê emeliyatkirin. Lê ji ber ku bi qasî emeliyatê pêvajoya piştre jî girîng e û ji ber komplîkasyonên emeliyatê,  xetereyê wê hene. Nexweşiyên Aykaç ên weke Servîkal Dîstonî, reflu ya kronîk, întihaba qirikê û mîdeyê hene. Divê şert û mercên wî yên lê dijî bên başkirin, tedawiyên wî bên kirin û ji ber nexweşiyên wî yên giran rapor were dayin û heta baş dibe jî înfaza wî were taloqkirin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê di Roja Yên Bi Zorê Hatine Windakirin de, kom bûn
Nûçeya Pişt re Li Amedê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hate kirin: Li dijî tecrîdê dakevin qadan!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJA: Di 19’ê Nîsanê em li Gemlîkê li hev bicivin

TJA'yê got, "Ji bo em dengê xwe yê aştiyê û daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin

Di çalakiyên li Stenbol, Sêrt û Amed hatin lidarxistin de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?