În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê taziyeya şehîdan bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsmaîl Kardaş: Dema ku em xeyalên wan pêk bînin, dê çîroka me temam bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê taziye di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranan got û çû: ‘Tu bûyî dengê Zerdeşt’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Rewşa girtiyên nexweş Kûday û Aytaç giran e’
Rojane

‘Rewşa girtiyên nexweş Kûday û Aytaç giran e’

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat destnîşankirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kûday û Abdulmenaf Aytaç giran e û hat gotin ku divê demildest bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 616’emîn ‘Rûniştina F’ ya ku her hefteyê lidar dixin, li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Stenbolê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday ê di Girtîgheha Tîpa R ya Metrîsê de tê ragirtin, hate sekinîn.

Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday were berdan” hatin vekirin. Endamê MYK’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mûkaddest Şamîloglû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di girtîgehên Herêma Marmarayê de binpêkirinên mafan bûne weke sîstematik û pirsgirêkên heyî zêde dibin û nayên çareserkirin.

Şamîloglû destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday hene û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike û tevî vê yekê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Şamîloglû da zanîn ku tevî daxwaza sewqa girtî Kûday ya nexweşxaneyê heye jî ev demeke dirêj e ev daxwaz berçav nayê girtin û wiha axivî: “Dawiya dawî Abdulkadîr Kûday sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê hate kirin û li wê derê jî bi teşhîsa fitiqa pişte, Kuday sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Namik Kemal hate kirin. Kûday di sala 2019’an de li heman Fakulteyê hate emeliyatkirin û rewşa wî piştî emeliyatê baş nebû. Piştî hin tetkîkên hatine kirin hat zanîn ku Kûday bi nexweşiya ALS ketiye. Di rapora 1’ê kanûna 2021’an a li Lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Cûmalioglû ya Tekîrdagê hatiye amadekirin de wiha hate gotin, ‘Di çarçoveya Kanûna Hejmar 5275’an de hewce ye ji ber rewşa xwe ya astengdariyê, înfaza wî 6 mehan paş de were hiştin’ û di raporê de hat xwestin ku Kûday sewqî Girtîgeheke Tîpa R were kirin.” 

Di berdewama daxuyaniyê de Şamîloglû destnîşan kir ku ATK’ê di 24’ê kanûna 2021’an de bi şertê 3 mehan carekê derbarê tenduristiya Kûday de rapor were girtin, xwest Kuday di girtîgehê de were girtin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî rapora ATK’ê Kûday sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hate kirin û bi tedawiya fîzîkê were dermankirin lê belê tevî tedawiya fîzîkê Kûday baş nebû. Dest û piyê wî tevizîn û bêtaqet ma, di stûyê wî de êşeke mezin peyda bû, madê wî rabû, vereşand, singê wî êşiya û şewitî, kîlo da, pirsgirêkên wekî kêm bihîstin, kêm dîtin, daqurtandinê de astengî lê peyda bûn.

Şamiloglû da zanîn ku Kûday ji ber nexweşiyên xwe di 28’ê mijdara 2022’yan de ji bo ku înfaza wî were taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê daye lê belê ATK careke din raporeke neyînî amade kiriye. Şamiloglû wiha domand: “Piştî sewqa wî hate kirin Lijneya Tenduristiyê ya Nexwşxaneya Çam û Şakurayê di 16’ê çileya 2023’yan de rewşa Kûday berçav derbas kir û anî ziman ku divê înfaza Kûday ji ber nexweşiyên wî 6 mehan were taloqkirin. ATK piştî vê raporê di 30 çileya 2023’yan de raporek amade kir. ATK’ê tevî ku nexweşiya Kûday qebûl kir dîsa jî destnîşan kir ku Kûday dikare di girtîgeha Tîpa R de bimîne. Li ser vê yekê jî di çarçoveya giştînameya 20/1 a Wezareta Dadê de ji bo berdana Kûday serlêdan hete kirin lê belê heya niha tu bersiv nehatine dayîn.”

Şamîloglû anî ziman ku divê Kûday û hemû girtiyên nexweş werin berdan û rayadaran vexwend peywirê, raya giştî jî banga hestiyariyê kir.  

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bila girtiyên nexwşe werin berdan” û “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn.” bi dawî bû.”

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtîyên Nexweş re Azadî daxuyaniya çapemeniyê ya 488’emîn ku her hefte têkildarî rewşa girtiyên nexweş lidar dixe li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê pêk anî.  

Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, girtiyên nexweş bila bên berdan” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci yê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Înîsiyatîfê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlmenaf Aytaç ê li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê ragirtin. Yazmaci, da zanîn ku girtiyê nexweş Aytaç ê 70 salî di 27’ê gulana 2023’yan de hate girtin û xistin Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê û ji ber niha dosyaya wî li Dadgeha Îstînafê ye, di statuya girtî de tê darizandin. Yazmaci di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema li Çanakkaleyê bû ji ber qawişa girtiyên siyasî nebûye ewilî xistine odeyeke yek kesî. Piştî îtaraza malbatê û bi serlêdanên li ÎHD’ê hatin kirin, ji odeya yek kesî hate wergirtin. Lê vê carê jî weke ku malbatê ceza bikin bêyî daxwaza wî ji Çanakkaleyê sirgunî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kirin.”

Yazmaci, anî ziman ku nexweşiyên kronîk ên weke şekir, tansiyon, kolesterol û prostatê yên Aytaç hene û bilêv kir ku her tim neçar dimîne ku dermanan bi kar bîne. Yazmaci, diyar kir ku Aytaç nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bijî û pêdiviya wî bi alîkariya hevalên wî heye. Yazmaci, da zanîn ku malbata wî zehmetiyê dikişîne ku biçe serdana wî û ev rewş jî bandoreke neyînî li tenduristiya wî dike.

Yazmaci, xwest ku tedawiya Aytaç ê ji ber pîratî û pirsgirêkên xwe yên tenduristiye nikare di girtîgehê de bimîne were kirin û got: “Em dixwazin ku ji bo malbata wî bikare lê binêre were berdan û di nava vê pêvajoyê de sewqî cihekî ku nêzî malbata wî bê kirin.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Namzetên DEM Partiyê hatin pêşwazîkirin: Em ê bajarên xwe rizgar bikin
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Werin em çalakiyan berfireh bikin, Abdullah Ocalan azad bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Hanê re 14 sal ceza hat birîn

Serokwezîrê Pakistanê yê berê Imran Han û Buşra Bibi ji ber nerêlitiyê mehkumê cezayê hepsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Kobanê yên li ser sînor rastî êrîşan tên

Şêniyên Gundê Sêlim ê girêdayî bajarê Kobanê diyar kirin ku ew ji ber erîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji çalakgerên Mexmûrê piştgiriya ji bo berxwedana Rojava

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya nobedê ku ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nepalê bobelata lehiyê: 538 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsya û Ûkraynayê bi sedan IHA’yan êrîşî hev kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?