În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî Girtîgeha Evînê raporek amade kir
Rojane

Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî Girtîgeha Evînê raporek amade kir

Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî ye û divê ev êrîş wekî sûcê şer were lêkolînkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêxistina Efûya Navneteweyî raporek berfireh têkildarî êrîşa Îsraîlê ya di 23’yê Hezîranê (2025) de li dijî Girtîgeha Evîn a Tehranê ku jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî jî tê de bûn, weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku êrîşa li dijî Girtîgeha Evînê, binpêkirinek cidî ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û divê wek sûcê şer were lêkolînkirin û berpirs bên darizandin.

Di raporê de wiha hat gotin: “Li gorî lêkolînên berfireh ên rêxistinê, wêneyên peykê, dîmen, şahidên bûyerê, malbatên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan artêşa Îsraîlê gelek êrîşên hewayî li ser deverên cuda yên Girtîgeha Evînê pêk aniye. Di encama van êrîşan de hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û herî kêm di 6 cihên girtîgehê de wêraniyek berfireh çêbûye. êrîş di saetên kar de û di dema ku beşên cuda yên girtîgehê tijî girtî û serdan dihat kirin, pêk hatine.

Li gorî raporên fermî, di êrîşan de herî kêm 80 sivîl, di nav de jin, mêr û zarokek 5 salî, jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehê deriyê sereke, avahiya îdarî, beşa karantînayê, klînîka bijîşkî, metbexa navendî, qawîşên girtiyên jin û mêr û her weha hucreyên tenêtiyê yên li beşa hejmara 209, ku girtiyên di bin çavdêriya Wezareta Îstîxbaratê de lê têne ragirtin, zirarên giran dîtine yan jî bi temamî hilweşiyane.

Di berdewamiya raporê de ev tişt hate gotin: “Ev êrîş di saetên kar û dema ku gelek beşên girtîgehê tijî sivîl bûn pêkhat. Piştî êrîşê çend saetan, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan girtîgeh kirine hedef. Rayedarên payebilind ên Îsraîlê li ser medyaya dijîtal kêfxweşiya xwe ya ji bo vê çalakiyê anîn ziman.

Rayedarên payebilind ên Îsraîlê li ser medyaya dijîtal bi serbilindî êrîş wek ‘darbeyek li dijî sembola zextê li dijî gelê Îranê’ bi nav kirin. Wezîrê parastinê yê Îsraîlê li ser hesabê xwe ragihand hêzên Îsraîlê bi ‘hêzek bêhempa’ êrîşî hedefên rejîm û saziyên zextê li dilê Tehranê, di nav de girtîgeha Evîn, kirine. Wezîrê karê derve yê Îsraîlê dîmenek weşand ku xuya ye bi awayekî dîjîtal hatiye amadekirin îdia kir ku êrîş bersîvek li dijî kiryarên Komara Îslama Îranê ya li dijî sivîlan e.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê êrîş piştrast kir û angaşt ku Girtîgeha Evînê cihê ku ‘dijminên rejîmê’ lê dihatin girtin û îşkencekirin bû û operasyonên îstîxbaratî yên li dijî Îsraîlê li wir didan meşandin bû. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, hebûna girtiyên ku bi sîxuriyê tên sûcdarkirin an jî hebûna sîxorên îstîxbaratê di girtîgehekê de, hedefên leşkerî ne rewaye. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, girtîgeh û navendên binçavkirinê wek cihên sivîl tên hesibandin, tu belgeyên pêbawer nînin ku Gîrtîgeha Evînê bike hedefên êrîşên leşkerî.”

Rêvebera Bilind a Lêkolîn, Polîtîka û Kampanyayan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Erika Guevara-Rosas got: “Li gorî belgeyan, artêşa Îsraîlê bi awayekî aşkera û bi zanebûn avahiyên sivîlan kiriye hedef. Hedefgirtina tesîsên sivîl li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî qedexe ye. Ev êrîşên bi vî awayî bi zanebûn û qestî sûcê şer in.”

Rêxistina Efûyê di rapora xwe de ev agahî dan: “Di dema êrîşê de, nêzî 1500 û 2000 girtî li girtîgeha Evînê dihatin girtin. Di nava vana de parêzvanên mafên mirovan, xwepêşander, muxalîfên siyasî, endamên kêmnetewên olî û cot hemwelatiyên ku wek amûrek zexta dîplomatîk dihatin girtin û kesên biyanî hebûn. Di dema êrîşan de bi sedan sivîl li girtîgehê bûn û di saeta serdana girtiyan de êrîş pêk hat.

Erika Guevara Rosas wiha domand: “Divê hêzên Îsraîlê bizaniba ku her êrîşek asmanî li ser Girtîgeha Evînê dê bibe sedema zirarên berfireh ên sivîlan. Dozgeriyên li çar aliyê dinyayê divê hemû kesên berpirsê vê êrîşê bidarizînin, divê bi erkê daraza gerdûnî bike. Di heman demê de divê meqamên Îranê li gorî peymana Roma, hemû sûcê li ser xaka Îranê û li dijî Îranê bên kirin,  ji aliyê Dadgeha Cezayê Navnetewî ve were lêkolînkirin.”

Rêxistina Efûyê bang li hemû rayedarên dadwerî yên li çar aliyê dinyayê kir ku darizandina kesên berpirsiyarên vê êrîşê ne erka xwe ya darizandina gerdûnî bikar bînin.

Di Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî de ev tişt hate gotin: “Laboratuwara belgeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî wêneyên peykê berî û piştî êrîşan analîz kir û 22 dîmen û 59 wêne piştrast kir. Ev belge wêranî û zirara xisar û hilweşîna li beşên başûr, navendî û bakur ên girtîgeha Evînê nîşan dide.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî daxuyaniyên rayedarên Îsraîl û Komara Îslamî nirxand û bi 23 kesên di hindir û derveyî Îranê de hevpeyvîn kir, di nav wan de 7 xizmên girtiyan, kesek li nêzî girtîgehê ku bûbû şahidê bûyerê, du çavkaniyên ku derbarê du miriyan de agahiya wan hebû, 2 rojnamevan û 11 girtiyên berê, di nav de dijberên siyasî û parêzvanên mafên mirovan hene.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku piştî êrîşan çend saetan xwe gihandine qeydên deng ê telefonê yên hevdîtina girtiyan ên bi malbatên wan re. Rêxistina Efûya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 3’yê Tîrmehê de pirsên li ser êrîşê ji Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê re şandine, lê heta dema weşandina vê raporê bersîvek negirtine.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan: Divê Fatma Tokmak bê berdan
Nûçeya Pişt re Berdevkê CHP’ê: Piştgirîdayina komîsyonê bi şefafî û samîmiyetê ve girêdayî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çekdarên Şamê dîsa li Der Hafîrê sivîlan bombebaran kirin: 4 zarok birîndar bûn

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê gundê Zubeyda yê bajarokê Der Hafîrê bombebaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kobanê li ser sînor banga xwedîderketinê kirin

Şêniyên bajarê Kobanê ji bo pêşwazîkirina gelê Bakurê Kurdistanê hatin ber deriyê sînor û banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî êrişa Rûsyayê elektrîka bi sed hezaran kesî li Ûkraynayê qut bû

Ji ber êrişên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê li herêmên Dnipropetrovsk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?