Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Riza Altûn şoreşgerekî kolektîf e
Kurdistan

Riza Altûn şoreşgerekî kolektîf e

Ji hevalên wî yê têkoşînê Hasan Şerîk qala Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû û destnîşan kir ku divê Riza Altûn weke şoreşgerekî kolektîf bê pênasekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Hasan Şerîk qala hevalê xwe yê têkoşînê Riza Altûn kir ku 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû. Nirxandina Hasan Şerîk bi vî rengî ye:

“Ez heval Riza Altûn ku bi kongreya fesixkirina PKK’ê re şehadeta wî hate ragihandin, ji zarokatiya xwe ve nas dikim. Ez heval Alî Haydar Kaytan jî ji sala 1975’an ve nas dikim. Yanî dema di aliyê dîroka têkoşînê de jî tê nirxandin, hema bêje 50 salan ez bi her du hevalan re mam. Min û heval Riza Altûn li heman dibistana seretayî dixwend. Em li heman kolanê bûn, dûrahiya di navbera malên me de 300 metre bû. Rêya çûyîna dibistanê jî li ber mala me bû. Tam nayê bîra min, lê ji ber şereke ku li refa me çêbûyî heval Riza ji dibistana me sirgûnkirin. Çû dibistana seretayî ya bi navê Mamak. Dibistana me jî dibistana seretayî ya 19 Mayis bû, li Tûzlûçayirê bû. Riza Altûn di wê sirgûnê de rûpelekî nû vekir. Kesekî serhildêr bû, li cihê xwe nedisekinî. Dibistana Mamak têra xwe dûr bû, yanî bi meşînê nêzî 40-45 dq hebû. Tam nayê bîra min ka dibistana seretayî qedand, yan na. Pêvajoya piştî wê bandoreke girîng li kesayet û jiyana Riza Altûn kir. Ew êdî bûbû zarorekî ku li gorî zagonên kolanan mezin dibû. Bi wî rengî kete temenê xwe yên ciwantiyê. Piştî demek kurt gava ku dema dibistanê qediya, dest bi jiyana kar kir, bi debara malbata xwe re êdî eleqeder dibû, tevkarî li debara malbata xwe kir. Jiyana xwe bi wî rengî domand. Beriya niha jî min diyar kir, kesekî şerker bû. Xwedî sekin bû. Wî bi xwe biryarên têkildarî xwe dida. Herhal quralê kolanê ev bû. Ez û çendek hevalên din dibe ku bi derfetên malbata xwe diçûn dibistanê, lê Riza Altûn wisa nebû. Wî bi xwe derfetên xwe afirand. Wî bi xwe rêya xwe ya jiyanê çêkir. Xwedî sekneke wiha bû. Vê xetê bi temamî ber da jiyana wî. Ji wî alî ve eger Riza Altûn were nirxandin, divê bi taybetmendiyên xwe yên bi jiyana wî ya zarokatiyê re şêwe girtine were nirxandin. Di salên 1973’yî de piştî darbeya 12’ê Adarê dema pêvajoya hilbijartinê destpê kir, me dest bi xebatên komeleyê kir, bawerim wê demê min dibistana amadeyî qedandibû. Riza Altûn jî di nava van xebatan de cih girt. Hevaltiya me ya taxê, kolanê û dibistanê ji vir û şûnde veguherî hevaltiya siyasî. Tê bîra min di 6’ê Gulana 1975’an de, em komek heval bûn ku nîqaşên me yên li ser pirsgirêka Kurd hebûn. Alî Dogan Yildirim serkêşê van nîqaşan bû. Di 6’ê Gulana 1975’an de di salvegera şehadeta Denîz Gezmîş û hevalên wî de, dema me afîş didaliqandin, em bi fermî tevlî komê bûn ku ev kom weke şoreşgerên Kurdistanê û ji aliyê hêzên ji dervey me jî ve weke Apoyî dihat pênasekirin. Di dema daliqandina afîşê de, me ev yek kir. Êdî komeke bi navê şoreşgerên Kurdistanê hebû. Di nava vê komê de em hejmarek diyar heval hebûn. Riza Altûn, Alî Dogan Yildirim, Dogan Kiliçkaya, piştre hin heval tevlî bûn; Şahîn Kilavuz. Piştre birayên me tevlî bûn; Haydar Altûn, Cemal Şerîk. Beşekî girîng ê hevalên ku di tevahiya wê pêvajoyê de tevlî bûne, şehîd bûn. Niha li vir ne pêkane ku em şehadeta Riza Altûn ji wan şehadetên wê demê cuda binirxînin. Ji ber ku tevlîbûnên ji bo wê koma biçûk girêdayî sekna wê komê û bandora Riza Altûn bû. Ew dilsoziya bi şehîdan re, bû rêwîtiya me. Şehîdên me bûn bingehê têkoşîna me. Rêbertî wate bi vê bingehê da qezenckirin û li ser bingehê vê wateyê em îro Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bi bîr tînin. Dema em koma destpêkê, şehîdê me yê ewilî di sala 1976’an de, tam nayê bîra min lê bawerim meha Tebaxê bû, Alî Dogan Yildirim şehîd bû. Şehadeta Alî Dogan di heman demê de bû esasê yekîtiya me. Eger heya niha rêwitiyeke şoreşê di warê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çêbûye, şehadeta Alî Dogan Yildirim di vê yekê de bi roleke girîng rabû. Di wê demê de hemû hevalên ji koma me dixwendin, xwendekarên dibistana amadeyî bûn, hinek jî xwendekarên zanîngehê bûn. Ez jî diçûm zanîngehê. Pêşketina bi xwendina li dibistanên sîstemê, weke pîvanek nedidît. Timî esas girt ku bi zane bibe. Ji bo pêşketina di warê îdeolojîk de, bê navber hewl dida. Digot, ji bo xwe pêşxistinê dibistan tenê şert nîne, mirov xwendin û nivîsandinê bizane jî dikare pêş bikeve. Di vê yekê de jî bi ser ket. Ew zarokê kolanan bû, lê di demek kurt de nîşan da ku ew dikare bi her beşê civakê re peywendiyê çêbike. Axaftvanekî baş bû. Dikarî xîtabî her kesê bike. Milîtanek bû. Pêşengê têkoşîna li dijî faşîstan bû. Bi sekin, liv û tevger û axaftina xwe bawerî dida. Bawerî dida hevalên xwe û derdora xwe. Ev bawerî dayîn jî heya kêliya jiyana xwe ya dawî domand. Hevaltiya bi Riza Altûn re, hevaltiyeke baweriyê bû. Dema mirov bi Riza Altûn re hevaltî dikir, weke ku bi çiyayekê re hevaltî dikir. Hevalê xwe ti car nedihişt.

Xwedî pîvan û hêmanan bû. Xalên wî yên îtîrazê hebûn. Di hin mijaran de heya ku îkna dibû, îtîraza xwe didomand. Têkildarî vê yekê tirs jiyan nekir. Ti carî nediket nava hesaban. Nîqaşa bi heval Riza re girîng bû. Di tevahiya pêvajoya em bi hev re de, me ev yek hîs dikir, weke şexsî jî min ev yek hîs dikir. Carna têkildarî hin mijaran me li hev nedikir. Kesayeta min û wî ji hev cuda bû. Dibe ku çavkaniya vê ji şert û mercên mezinbûna me tê. Me bi temamî di heman çarçoveyê de li bûyeran meyze nedikir. Lê di nuqteya ku wê bi demê re were fêmkirin de, em hemfikir bûn. Min gotibû, kesekî şerker bû. Di têkoşîna li dijî faşîstan de ev yek bi eşkere nîşan dida. Li taxa ku em lê, timî li dijî faşîstan di nava şer de bû. Di pevçûnên li dijî faşîstan de ku carna ev pevçûn bi çekê jî çêdibûn, kesên antîfaşîst bi kêfxweşî di van pevçûnan de cih girtin, yanî bi hestê ku em ê qezenc bikin cih digirtin, yanî di vî warî de Riza Altûn bû sembola serketinê. Kesekî pir bi mantiq bû. Yanî eger hesab, plan û stratejiya wî hebûya, ev yek li ser zekaya analîtîk pêk dianî. Aliyê wî yê hestiyar zêde dernediket pêş. Lê mirov aliyê wî yê hestiyar jî didît. Di serî de Rêbertî bi dilsoziya xwe ya bi hin hevalan re sînor nas nedikir. Di nava wê zekaya analîtîk de, tenê bi mantiq tevnedigeriya. Mirov Riza Altûn tenê bi siyaset û çalakvantiyê jî îfade bike, têrker nîne. Baş karîkatur xêz dikirin, baş helbest dixwend, axaftvanekî baş bû, dema diaxivî bawerî dida, pir henekçî bû, entelektuel bû. Dema cihê wê hatiba helwesta xwe raber dikir, mirin digirt ber çavê xwe, her cure xeterî digirt ber çavê xwe, eger tiştek ji bo xistina meriyetê heba hewl dida ku bixe meriyetê. Hevalekî wiha bû yanî. Dema bûyer dinirxandin, henekên xwe jî tevlî dikir. Lewma axaftin û şîroveyên wî bêhna mirov teng nedikir. Mirov dikarî bi saetan guhdar bike. Ji bo tevgerê windahiyek mezin bû. Kesekî çalakvan û xwedî fikir bû. Her roj dixwend. Wî fikrên nû diafirandin. Di aliyê fikrî de timî xwe dewlemend dikir. Tiştên xwe parve dikirin. Di vî alî de Riza Altûn xurt bû. Dema tê gotin parvekirin, dibe tiştên madî tê hişê mirov, lê yek ji tengasiyên ku herî zêde me jiyan kirî parvekirina fikrên xwe ye, di vî alî de em zêde nabin kolektîf. Lê Riza Altûn di vê mijarê de sînor nas nedikir. Tişta dizanî parve dikir. Dema tiştek nû didît yekser parve dikir.

Hêrsa wî jî mezin bû. Dema tiştek xistiba serê xwe, heya ew pozîsyon neguherîba teqez aciziya xwe bi rengekî îfade dikir. Ez pratîka wî ya Ewropa dizanim. Rewşa berê ya rêxistinî çawa bû, ez wê zêde nizanim. Lê di dema Riza Altûn de, xebatên Ewropa ya sîstema rêxistinî hatibû rûniştin. Nirxên rêxistinî zêdetir derdiket pêş. Pêvajoyek bû ku herî zêde bersiva êrîşên li ser nirxên rêxistinî dihat dayîn. Li welatên ku hewl didan alên partiyê û posterên Rêbertî qedexe bikin, herî zêde alên partiyê û posterên Rêbertî di dema Riza Altûn de hatin bilindkirin. Ez Riza Altûn ji pêvajoya zindanê jî dizanim. Li girtîgehan ji bo polîtîkayên li gorî jiyaneke li gorî rûmeta mirovan bikeve meriyetê, bi rola pêşengiyê rabû. Yanî ji bo pêkanîna van polîtîkayan, xwedî sekin bû. Yanî berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo mafan berxwedêrek bû ku tawîz nedida. Kesekî muzakerevan bû, di xebatên wî yên dîplomatîk de jî ev taybetmendiya wî derket holê. Yek ji sedemên şehadeta wî jî yanî sedemê hedefgirtina wî, ev taybetmendiya wî bû. Ji ber ku dîplomat û muzakerevanekî xurt bû, dema ev mîsyona xwe bi sekna rêxistinî re dike yek, qadeke pêşketinê vedibû. Dijmin ji bo têkbirina xebatên me yên dîplomatîk, Riza Altûn hedef girt û şehîd kir. Hevalên ku bi wî re dixebitîn jî şehîd kir. Wê demê beşekî girîng ê hevalên ku bi Riza Altûn re xebatên dîplomatîk dimeşandin, şehîd bûn. Qadên ku ew lê xebitîn, bûn hedef. Dijmin li gelek nuqteyên ku ew lê man, xist. Dijmin hebûna Riza Altûn ji bo xwe weke gefeke mezin dît. Lê dema em Riza Altûn dinirxînin, eşkere dibe ku polîtîka dijmin çiqas vale ye. Yanî bi dawî kirina jiyana van hevalan a ji aliyê dijmin ve, nayê wateya dawiyekê ye. Di serî de Riza Altûn, hemû şehîdên me yên em nas dikin û nas nakin, yên em pê re mane û pê re nemane, wê timî bijîn. Ew bûn malê gel û dîrokê. Ji bo jiyankirina bîranîna şehîdên me, rastiyeke me ya Rêbertî jî heye. Wezîfeya me ya esas e ku em bîranîna şehîdên xwe timî zindî bihêlin. Dema mirov Riza Altûn dinirxîne, divê tevkariyên dayika wî Dayê Xetîce, birayê wî Haydar Altûn û tevahiya malbatê ya ji bo têkoşîna şoreşgerî berçav bigire û binirxîne. Şoreşgeriya Riza Altûn di rastiyê de kesayet û nasnameyek kolektîf bû. Kesayeteke kolektîf bû ku çavkaniya xwe ji wê malbatê, ji wê taxê û ji wê xetê digirt.

Dema mirov Riza Altûn bi bîr tîne, divê Alî Dogan Yildirim ê ku bingehê biryardariya Riza Altûn a di rêwitiyê de çêkirî, ji bîr neke. Alî Dogan Yildirim bû bingehê rêwitiya me ya heta roja îro. Eger şehadeta wî nebûya, rêwitiya me dê ber bi kîjan alî ve çûba ez nizanim, lê pêvajoya ku bi şehadeta Alî Dogan Yildirim destpê kirî bû bingehê rêwitiya me. Dogan Kiliçkaya jî bi heman rengî. Wate bi rêwitiya me da qezenckirin. Li pişt van hemûyan kesayeta Kemal Pîr hebû. Yê di rastiyê de em derxistin vê rêwitiyê Kemal Pîr bû. Alî Dogan Yildirim û Dogan Kiliçkaya tişta ku ji Kemal Pîr fêr bûn, bi jiyana me re kirin yek. Divê em bibin layiqê bîranîna wan. Ji dervey vê ti bijarteya din nîne. Bawerim hemû şoreş bi vî rengî ne. Yên jiyan dikin wezîfedar in ku bîranîna yên şehîd bûne bidin jiyîn. Barekî giran e, lê dê pêdiviyên wê bên bicihanîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hevalên weke hevalê Riza li Kurdistanê dîrok nivîsandin’
Nûçeya Pişt re Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Şehbaz ji hêla Iraqê ve hatiye girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Dema statuya Ocalan hate naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan bên vekirin’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di kongreya MED TUHAD-FED’ê de axivî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê ‘Navenda Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan’ hat vekirin

Navenda Înîsiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê hat vekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Xwedî li destketiyên jinan derkevin

Kongra Star di salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAÎŞ'ê de daxuyaniyek da û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?