Roja yekem a sersaxiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê hatiye danîn, bi dawî bû. Bi hezaran welatî bi dirûşma “Şehîd namirin” tev li sersaxiyê bûn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.
Gelek dayik bi kesk û sor û zeran hatin li cîhê şînê û bi tilîliyan serbilindiya xwe nîşan dan.
Sersaxî wê sibê jî di heman saetê de dest pê bike.

