Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rojbûna Rêber Apo li Amarayê hat pîrozkirin
Rojane

Rojbûna Rêber Apo li Amarayê hat pîrozkirin

Piştî meşa girseyî ya ji Xelfetiyê ber bi Amarayê ve, li mala ku Rêber Apo lê jid ayik bûye, pîrozbahî hat lidarxistin. Di panela hatî lidarxistin de jî wiha hate gotin, “Em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Festîvala ku bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ve 2 rojan li navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin, li Amarayê dewam kir. Piştî meşa ku bi pêşengiya jinan ber bi gundê Amarayê ve hat lidarxistin, li hewşa mala ku Rêber Apo ji dayik bû pîrozbahiya 4’ê Nîsanê hat lidarxistin. 

 

Girse dema gihîşt gundê Amarayê, posterê mezin ê Abdullah Ocalan ku roja 27ê Sibatê li Girtîgeha Îmraliyê hatibû kişandin rakir û bi berzkirina dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Dinyayeke bê Ocalan em ê bi ser wê de hilweşînin” , “Şehîd namirin”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” ketin hewşa mala Abdullah Ocalan ku lê dayik bûye. Li malê Mehmet Ocalan û Omer Ocalan û xizmên Rêber Apo, girseyê pêşwazî kirin.

Piştre girse derbasî hûndirê malê bû û li vir dirûşme hatin berzkirin. Her wiha ciwanan jî wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan li banê xanî daliqandin. Ciwanan demek dirêj li ser banê xanî dirûşm berz kirin û piştre jî li hewşa malê panelek hat lidarxistin.

 Di panelê de ewilî Mehmet Ocalan axivî û bi xêr hatina mevanan kir. Mehmet Ocalan wiha got: “Serok di hevdîtina dawî de silavên xwe ji gel re û ji ciwanan re şand. Serok dibêje, ‘Divê ciwan ji provakasyonan re hişyar bin. Rêya me rêya dirêj e’. Bi aqilekî baş pirsgirêk dikare çareser bibe. Yê ku vê pirsgirêkê çareser bike jî Serok e. Rojbûna Serok pîroz be. Em spasiya hemû kesî dikin û mala we hemûyan ava.”

 Endama Koma Aştiyê Avesta Gulîstan Uçar jî wiha axivî: “Çend roj in meşa me berdewam dike. Heta azadiya fizîkî ya Serokê me pêk were meşa me wê bidome. Em rojbûna Serok Apo weke rojbûna mirovahiyê dibînin. Jin û ciwan bîrdoziya birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Em jî weke jin û ciwanan bi vê yekê serbilind in ku rêwiyê vê dozê ne.”

 ‘PANELA LI SER DÎROKA VEJÎNÊ’ 

Rojnamevan-nivîskar Haydar Ergul ku hevalê Rêber Apo ye, bîranînên xwe yên bi Rêber Apo re anîn ziman û wiha got: “Hatina li vir pir bi watedar e. Di dîroka hemû civakan de kesayetên girîng hene. Di dîroka Kurd de jî kesayetên wisa derketine. Lê piştî sed salan di meha Nîsanê de keseyetekî wek Serokatî ji dayik bûye. Serokbûyîn ne karekî hêsan e. Hele ku li Kurdistanê avakirina partiyeke û meşandina doza azadiyê qet û qet ne hêsan e. Ne weke îro bû. Wê demê Kurdbûyîn wekî ‘heqaret’ didîtin. Lê niha ne wisa ye Serokatî keseyetekî mezin e.”

 

Piştrê jî Haydar Ergul di berdewamiya axaftina de bîranînên xwe yên li gel Rêber Apo anî ser ziman. Haydar Ergul qala pêvajoya komploya navneteweyî jî kir û destnîşan kir ku pêvajoya Romayê di jiyana wî de pêvajoya herî dijwar bûye.

 

Piştî axaftina Haydar Ergul panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştî panelê li hewşa xanî bi berzkirina dirûşmeyan bernameya pîrozbahiye bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 4’ê Nîsanê li Şengalê hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Jinên ji Silêmaniyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê şitil çandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Fêhmkirina parêznameyan fêhmkirina xwe, maf û azadiya xwe ye’

Rojavayiyên tevlî komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan bûn gotin, "Bi xwendinê me xwest ku fikir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn

Li Silêmaniyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê semînerek ji aliyê Saziya…

Ji aliyê Stêrk TV

Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva û Dilawer bi bîr anî

Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva Erebo û Dilawer Erebo bi bîr anî ku di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?