Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Oduncu bal kişand ser rola jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got, “Di avakirina aştiyê de gotina her jinekê heye. Ji ber ku yên ku aştiyê ava bikin jin bi xwe ne.”
Raife Ozbey bi pêşniya “Beşdarî nava Dayikên Aştiyê bibe, têbikoşe” ya keça xwe ya tevlî nava refên gerîla bû, beşdarî têkoşîna aştiyê bû. Ozbey 22 sal in vê têkoşînê dimeşîne.
Gerîla Edessa Roj û Aryen Zinar Botan anîn ziman ku tundiya li jinê her roj zêde dibe û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr tenê bi rêxistinbûneke xurt, piştevanî û xweparastinê dikare mezin bibe.
Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordu bal kişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna jinê û got, “Şer bi destê mêr û dewletan destpê kir, lê aştî wê bi destê jinan bê.”
Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demir diyar kir ku wê li dijî tundiya mêr û dewletê têkoşînê mezin bikin.
Gerîla Bahar Goyî û Dilgeş Farqîn têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê axivîn û destnîşan kirin ku bi damezrandina PKK’ê re hebûna gelê Kurd hate naskirin.

