Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ROJIN bang li dezgehên medyayên navneteweyî kir
Rojane

ROJIN bang li dezgehên medyayên navneteweyî kir

ROJIN dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarê sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir û bang li rêxistinên medyayê yên navneteweyî kir ku girêdayî exlaqa rojnamevaniyê bin û rastiyê ragihînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), derbarê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

ROJIN diyar kir ku wekî çapemeniya Azad a Kurd wan êrîşên qirkirinê ku di 6’ê Çile de li Helebê dest pê kirin û li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê belav bûn bi hewldana dehan rojnamevanên li qadê bi dîmen, wêne û belge rastiyê ragihandine û got ku ev belgeyan sûcên şer eşkere dikin.

ROJIN ragihand ku çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekkirin, li dijî sivîlên li Helebê înfazkirin, revandin û koçberkirina bi darê zorê pêk anîne û wiha got, “Du şervanên jin ên YPJ’ê hatin revandin û wekî “xenîmetên şer” hatin pêşkêş kirin. Sivîlên ku ji Reqayê hewl didan derbasî Kobanê bibin hatine qetilkirin.

Li gel êrîşan gelek deverên Rojava hatin dorpêçkirin av, elektrîk, xwarin û xizmetên tenduristiyê, bi taybetî li Kobanê hatin qutkirin. Krîza mirovî kûrtir dibe, mirina zarokan rû dide, bi deh hezaran kes neçar man ku koç bikin û ji ber girtina sînoran alîkarî negihîşt herêmê.

Di dema ku ev krîza mirovî berdewam dikir de hin kanalên Ereb û medyaya sereke ya Tirk mirina sivîlan û wêrankirina mirovî wekî “serketin” pêşkêş kirin. Tundî bi rêya weşanên ku jinan biçûk dixistin û zimanê zayendperest û nefretê bikar dianîn, hatin rewa kirin. Di vê navberê de, medyaya Tirk bi propagandayê piştgirî da êrîşên ji Helebê heta Kobanê ku Kurdan hedef girtin û bû hevkarê sûcên ku hatine kirin.”

ROJIN diyar kir ku bi vê nêzîkatiya weşanê, medya li şûna aştî û berjewendiya gel pêk bîne, bûye alîgirê şer. Hat gotin ku dezgehên medyayê yên ku naveroka leşkerî, neteweperest, olî û zayendperest diweşînin hatin eşkerekirin û banga boykotê hat kirin.

ROJIN destnîşan kir ku hin dezgehên medyaya navneteweyî qirkirin, înfaz, krîza mirovî û koçberiya bi darê zorê ya li Rojava paşguh kirine û hat gotin, “Bûyer wekî ‘nakokiyek di navbera du hêzan de’ hatin pêşkêş kirin. Dorpêçkirin, mirina zarokan, êşkencekirina jinan û revandin wekî nûçeyek nehatin hesibandin. Tenê rewşa girtiyên DAÎŞ’ê hate destgirtin.

Em bang li çapemeniya navneteweyî dikin ku li gorî exlaqên çapemeniyê û nirxên rojnamevaniyê tevbigerin, cesaretê nîşan bidin ku rastiyê bi raya giştî re parve bikin.”

ROJIN da zanîn ku rojnamevanên Kurd ji bo heqîqetê ji qadên xetere rastiyê radigihînin û ji medyaya navneteweyî hate xwestin ku rêzê li vê rojnamevaniyê bigirin û agahdariya rast bidin. ROJIN, destnîşan kir ku mirina zarokên di bin dorpêçê de, revandina jinan, qetilkirina Kurdên li Kobanê û Rojava mijarên esasî ne ku bibin nûçe.

ROJIN ji rojnamevanan xwest ku serdana deverên dorpêçkirî bikin da ku rastiyan ji destpêkê ve bibînin û bi awayekî bêalî rapor bikin.

ROJIN da zanîn ku wek Çapemeniya Azad a Kurd û medyaya jinan, ew ê her rastiyan eşkere bikin, sûcên şer belge bikin û nirxên aştî, demokrasî û jiyana hevpar biparêzin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava berxwedana gel û seferberî dewam dike
Nûçeya Pişt re QSD: Peymana li ser entegrasyona bi qedeme û agirbesta berfireh hate îmzekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

2 rojnamevan hatin girtin

Ji rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirka Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin 2 jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

Şandeyeke Koordînasyona Şengalê ya Pêkhate û Hêzên Niştimanî çû Bexdayê û ji hikûmetê xwest ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahoza Kalmaegi: Navenda Filipînê di bin avê de ma

Herêmên navînî yên Filipînê ji ber baranên zêde yên Bahoza Kalmaegiyê di bin avê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?